ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

*Endama Koordînasyona Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) Prof Neşe Ozgen diyar kir ku ew bi kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” re armanc dikin ku dengê gelê Kurd bidin bihîstin û got ku armanc dikin di pêvajoya pêş de hemû beşên civakê beşdarî kampanyayê bikin.

*Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

*Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî, Abbas Baran, Lorîn Gever û Rawan Koçer di 6’ê Çileya 2025’an de dema ku hewl dan cihê xwe biguherînin, di encama kemîna dijmin de tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin.

*Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku ew sîstemekî navendî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Sûriyeyê dixwazin.

*Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin.

*Bi nûkirina yasaya hilbijartinan re dixwazin bi dek û dolabên siyasî kotaya Êzidiyan ji destê wan were girtin. PDK û beşek Şîa, dixwazin kotaya Êzidiyan ji bo danûstandin û lihevhatinên xwe yên siyasî bikar bînin.

*Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.