Li Wanê 12 hezar avahiyên derz lê ketine hê jî nehatine hilweşandin

Ligel ku di ser erdheja Wanê re 11 sal derbas bûne jî 12 hezar avahiyên ku zirar dîtine hîna nehatine hilweşandin û her wiha avahiyên zêrfiroş û bankeyan ên ku di salên 1950'î de hatine çêkirin, ligel ku xisar dîtine jî hê dest nedane.

Di Cotmeha 2011’an de di erdheja bi lerza 6,2 ya ku li Wanê pêk hat de nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Dewlet li şûna ku birînên mexdûrên erdhejê derman bike, xaniyên TOKÎ firot wan û ev yek weke veberhênanek mezin da nasîn. Li gel ku ji bilî firotina xaniyan ji mexdûrên erdhejê re ti xebat nehatine kirin, tevî ku 11 sal derbas bûne jî şopa erdhejê li cihê xwe maye. Li gorî daneyên TMMOB'ê 12 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisar dîtine, ji ber hin sedemên cuda hilweşiyane.

AVAHIYÊN ZIRAR DÎTINE YÊN BANKÊN TAYBET IN

Kolana Cumhuriyetê ku kolana herî kevn a Wanê ye, di salên 1950'î de hatiye çêkirin û şeklê xwe yê niha girtiye. Di erdhejê de piraniya avahiyên Kolana Cûmhûriyetê ku hema bêje avahiyên herî kevn û kevnar e, zirar dîtin. Ev avahiyên ku diviyabû bihatana hilweşandin, ji ber ku aîdî zêrfiroş û bankên taybet bûn, nehatin rûxandin û di erdhejeke muhtemel de, dibe ku bibe sedema karesateke mezin.

MIROVAN NEÇAR DIKIN KU LI TOKIYÊ BIJÎN

Endamê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB'ê Firat Dûrmaz der barê mijarê de axivî û diyar kir ku piştî erdhejê dewlet gel neçar kir di TOKÎ'yên ku ji aliyê wan ve hatine çêkirin de bijîn.

Dûrmaz da zanîn ku dewletê birîna gel nepêçiyaye û ev tişt got: “Birînên wan derman nakin, peywira xwe pêk naynin. Piştî erdhejek wiha ev xebat têr nakin. Tenê bi mebestên siyasî tevdigerin; Ev avahî aîdî vî kesî ye, ger em wê xera bikin, em ê ji xwe re kar derînin, em nikarin vê îbadetê hilweşînin û hwd. Divê mirov wiha li meseleyê nenêre. Mirov di 12 hezar avahiyên xerabûyî yên ku divê bên hilweşandin de dijîn û bazirganiyê dikin û jiyana wan hemû di bin xeteriyê de ye. Divê ji nû ve tespîtkirin bê kirin. Em bang li hemû saziyan dikin ku erka xwe pêk bînin.”

DI TESPÎTKIRINA AVAHIYÊN XISAR DITÎ DE MELE JÎ CIHÊ XWE GIRTIN

Dûrmaz bi bîr xist ku hikûmet û burokrasiya AKP'ê TMMOB'ê ji hemû xebatên ku di erdhejê de pêk anîne dûr xistiye û wiha got: “Ji ber kêmbûna personelên teknîkî mele jî di komîsyonên tesbîtkirinê de cih girtin. Bi çavan, wan biryar da ku avahî zirar dîtine an na. Ev kar bi vî awayî nayê kirin, divê avahî bi awayekî zanistî bên lêkolînkirin. Divê avahî yan bên xurtkirin yan jî bên hilweşandin. 12 hezar avahiyên ku divê bên hilweşandin hene û çima nayên hilweşandin. Li vir astengiyên burokratîk hene û ev 10 sal in ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Lêkolînên tespîtkirinê xelet in. Bi vê mijarê re divê mirov di hemû pîşeyan de lêkolîneke nû ya nirxandina zirarê bikin.”