NPG: Divê em êdî berxwedanê bigihînin encamê

Fermandariya Biryargeha NPG'ê destnîşan kir ku şerê binerdê û tunelan û şerê bi tîmên pispor ên koordîneyî hîmên esasî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî ne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo fermandar û şervanên Hêzên Parastina Gel peyamek weşand.

Di peyama NPG'ê de ev xal derketin pêş:

"Roja îro Tekoşîna Azadiya Kurdistanê li ser hîmê meşa Rêber Apo ya 50’î salî, di qonaxek pir girîng de ye. Bi taybetî îro berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê û ya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, li hember siyaset û êrîşên dagirkerî û qirkeriya rejîma AKP-MHP'ê gihiştiye lûtkeyeke pir girîng.

Di ev heft salên derbas bûyî de, dewleta Tirk ji bo gerîla tesfiye bike, Şoreşa Rojava, ango Bakur û Rojhilatê Suriyê ji holê rake û li ser vî esasî paşve gav avêtinê li ser Rêber Apo ferz bike; hewldanên pir berfireh pêşxistiye. Bêgûman hem tecrît û îzolasyona li Îmralî kûr kiriye, hem jî li ser gel, li ser siyaseta demoktatîk a Kurd û siyaseta demokratîk-çepgir a Tirkiyê, cardin li ser tevgera jina azadîxwaz û ciwanên Kurdistanê zextên faşîzan pir berfireh pêşxistin. Di van salên derbasbûyî de li ser hemû dînamîkên gelê Kurdistanê zextên faşist û şerê taybet û psîkolojîk pir berfireh kirin. Lê bi esasî herî zêde li ser Îmralî û li ser gerîla, cardin li ser Şoreşa Rojava, li ser Bakur û Rojhilatê Surî rawestiyan. Ango herî zêde Îmralî, gerîla û Rojava kirin hedef. Jibo vê dewleta Tirkiyê çi ji destê wê hat, kir. Lê di encamê de bi ser neket. Ji bo wê jî niha tekoşîna li hemberî qirkerî û faşîzma Tirkiyê gihiştiye astekî pir giring.

ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DIKARE BERFIREH BIBE

Tê zanîn ku mijara Kurdistanê ne mijarekî herêmî ye, mijarekî navnetewî ye. Hem di serdema Osmanî, hem jî di serdema Komara Tirkiyê de, her tim xwestine persgirêka Kurd bi alîkariya hêzên derve ve çareser bikin. Ango ji bo pirsgirêka Kurd hêzên dagirkerên Kurdistanê bi tenê dagirkerî nekirine; bi piştevaniya hêzên hegemonîk dagirkeriya xwe serwer kirine. Bi taybet dewleta Tirkiyê her tim rewşa Tirkiyê ya jeo-stratejîk xistiye bazarê û li ser vî esasî di navbera hêzên hegemonîk ên rojava û yên rojhilat de lîstiye, bazar kiriye, xwestiye ji herdû aliyan alîkarî bigre. Yan jî, ji yek alî piştevaniyekî bi hêz bigre û wisa biçe li ser Tevgera Azadiya Kurdistan. Piranî bi vî awayî encam girtine.

Lê roja îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Navenda vî şerî Rojhilata Navîn e, lê belê di Rojhilata Navîn de xetimandin çêbû. Ji bo wê niha Şerê Cîhanê yê Sêyem pêla xwe dirêjî Ewropaya Rojhilat kiriye. Şerê NATO û Rûsya li ser erdnîgariya Ukrayna pêşket. Şerê li Ukrayna, Şerê Cîhanê yê Sêyem xist qonaxeke nû. Û tê zanîn ev şer heft meh in domdike û her diçe hîn xetertir dibe. Gûman e ku heman nakokî û rewşa di navbera hêzên hegemonîk ên cîhanî de bifertile Asyaya dûr, Pasîfîk û li wir jî nakokî zêdetir geş bibe. Ango bi vî rengî gûmana ku îro Şerê Cihanê yê Sêyemîn berfirehtir bibe û ev eşkere xûya dike. Jixwe hemû alî jî xwe ji şerekî wisa re amade dikin. 

Rûsya berê wisa hesap kir ku wê bikaribe Ukrayna bi temamî dagir bike û wisa pozisyona xwe li hemberî NATO xurt bike. Lê belê hesabên wan şaş derketin. Ji ber ku NATO jî li wir amadekarî kiribû. Ji bona wê plana Rûsya ya yekem bi ser neket. Rûsya li hemberî vê di planên xwe de guhartin çêkir û stratejiyek nû esas girt. Heçku dest ji girtina tevahî Ukrayna berda, li şûna wê xwest di nêzî sînorê xwe de herêmên Donetsk û Lûhanks bigre û wisa Ukrayna sînordar bike û bersiv bide hêzên NATO. Li ser vî esasî di hindirê axa Ukrayna de qederekî pêş de çû. Lê hêzên NATO jî bi şêwazekî pir berfireh ambargo li ser Rûsya pêşxistin. Di heman demê de artêşa Ukrayna bi milîsên ji dil destek kirin û teknolojiya serdemê, pêşkêşî artêşa Ukrayna kirin. Bi vî awayî her ku çû di Ukrayna de şer geş bû û êdî pêşveçûna Rûsya hat sekinandin. Heta di van demên dawiyê de êrîşên dijber pêşxistin. 

Xuya dibe NATO ji bo mehên pêşiya me amadekariyekî mezin li Ukrayna dike. Rêveberiya Rûsya ango Putîn ev rewş zû fêmkir, ji bo pêşî li êrîşên dijber bigre, wan jî biryar girtin ku bi referandûmekî ve; ev herêmên bi destxistîn beşdarî Rûsya bike, ango bike axa Rûsya. Her çiqas gelek alî vê referandûmê qebûl nakin jî, lê Rûsya bi vê referandûmê dixwaze destkeftiyên xwe biparêze û ger ku êrîşên sergirtî yên NATO bi destê artêşa Ukrayna li ser vê axê pêşbikeve jî, ji bo ku Rûsya bikaribe beje, “li ser axa min êrîş heye û ji bo ez jî bikaribim axa xwe biparêzim mafê min heye her çekê bikar bînim. Ango mafê minê bikaranîna çekên nukleer heye.” Ji xwe ev demeke Rûsya dixwaze bi çekên nukleer hêzên NATO bixe bin gefê. Ev bi esasî ji bo êrîşên dijberî xwe bisekinîne ye. Ev jî eşkere dike ku nakokiyên di navbera aliyan de hîn zêde kûr dibe. Bi esasî ambargoya li hemberî Rûsya wisa wek dihat hêvîkirin bandorî çênekir. Ji bo wê dixwazin bi leşkerî êrîşekî berfireh li ser Rûsya pêkbînin. Rûsya jî ev ferq kir û li hemberî wê tedbîrekî wisa girt. Ev wê çiqasî encam bigre an negre wê rojên pêşiya me rewşê net bike.

DEWLETA TIRK DIXWAZE JI HERDU ALIYAN JÎ SÛDÊ WERBIGIRE

Niha ev raber dike ku di navbera hêzan de nakokî geş bûye û Tirkiye dixwaze li herdû aliyan bilîze. Hem endamê NATO ye, hem jî bi Rûsya re di têkiliyê de ye. Ew bi xwe beşdarî ambargoya li ser Rûsya nabe, dixwaze ji vê sûd bigre û heya niha sûd digre. Bi vî rengî dixwaze bi taybet li hember Tevgera Azadiya Kurdistan ji Rûsya piştevanî bigre, heta rejîma AKP-MHP'ê dixwaze bi piştevaniya Rûsya biçe hilbijartinê, da ku di hilbijartinê de jî bi ser bikeve. Lê ji ber ku nakokî di navbera aliyan de kûr bû, geş bû, êdî ev siyaseta Tirkiyê dixetime. Ango dibe neçar bimîne ku êdî aliyekî tenê bigre û aliyê xwe zelal bike. Ji bona wê jî, siyaseta Tirkiyê ya derve ku her tim pala xwe dida herdû aliyan û di navbera wan de dilîst û wisa li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan xwe bi serdixist, îro bi xetimandinekî re rû bi rû ye. Dewleta Tirkiyê dixwaze ji derve bi vî awayî biçe encamê. Lê îro ev siyaset jî di tengasiyê de ye.

Di herêmê de jî dema ku li Misirê Îhvan-i Muslimîn (Birayên Misliman) hat ser desthilatê, di rejîma AKP-MHP’ê de serxweşî çêbû. Wan jî got, “vaye em dikarin bi piştewaniya Îhvan-i Muslimîn û bikaranîna çeteyên El-Qaîde, El-Nusra û Daîş’ê, ango bi van çeteyên li ser xeta Selefî yên Îslamiyên radîkal, em ê bikaribin hem bi hişmendiya Osmaniya Nû xwe li ser herêma Rojhilata Navîn serwer bikin, hem jî bikaribin Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin.” 

Li Kurdistanê jî ji xwe dijmin dixwaze xeta hevkar tevger bike, cerdevanan li her derê tevger bike û cardin sîxuriyê pêşbixe. Niha dijmin dixwaze wisa li her çar parçeyên Kurdistanê di civaka Kurd de rêbazê sîxuriyê pêşbixe û wiha civakê xera bike. Li deverên wekî Başûrê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan sîxuriyê tevger bike û destkeftiyên wê derê bê wate bike. Bi taybet di vê çarçoveyê de dijmin karekî berfireh dimeşîne. Ango di çarçoveya şerê taybet û psîkolojîk de hem propaganda û derewkerî pêşdixe û hem jî di nav civakê de bi taybet xort û keçên Kurd kiriye hedef. Jinên Kurd kiriye hedef. Wisa bi madeyên hişbir, bi kiryarên fihûşê, dixwaze civakê bixîne û bi taybet ciwan, jinên Kurd bixîne û wisa ciwanên Kurd ji rê derxîne ku nebin milîtanê doza gelê xwe û tekoşînerên azadiyê. Li kêleka van kiryaran jî sîxuriyê pêş dixe. Ji xwe di sîstema cerdevanî yê de nûbûnê avadike.

DEWLETA TIRK WÊ WAN HÊZÊN KURD JÎ TASFIYE BIKE YÊN KU PÊ RE TIFAQ DANÎNE

Dijmin li Başûrê Kurdistanê jî hem sîxurî pêşdixe û hem jî li vir bi xeta Kurd a hevkar PDK’ê re hevpeyman çêkiriye. Hevpeymanekî veşartî çêkirî ye ji bo ku tevgera me bê tesfiyekirin, ji Başûrê Kurdistan bê derxistin. Wisa di navbera wan û PDK'ê de hevkariyekî di asta jor de heye. Vê jî wekî îtifaq pêşxistine, ango dijmin wisa dixwaze ku doza Kurd bi destê Kurdên hevkar têk bibe. Destkeftiyên gelê Kurd bi destê Kurdê sîxur xera bike û têk bibe. Niha dijmin di hewldanek wisa de ye. Di vê xisûsê de hemû heval dizanin îro eger ne bi hevkariya PDK'ê ba, dijmin nedikarî ewqas demdirêj li Başûrê Kurdistan şer bike. Ger ku dikare çekên kimyasal û cur bi cur yên qedexekirî bikarbîne ji wê ye ku pişta xwe bi PDK'ê girê dide, ji ber ku PDK wek mertalekî xwe daye pêşiya hemû heyetên çavdêrî û raya giştî. Ne dihêle ev çekên kimyasal bikeve çapemeniyê ne jî dihêle kes were lêkolîn bike. Ango di vê xisûsê de hevbeşiyek wisa heye û dijmin di Kurdistanê de jî dixwaze bi hevkariya xeta hevkar ve xeta Kurdê azad têk bibe û wisa xwe serwer bike. Ger ku sibe li hemberî me bi serbikeve ew kesên ku bi wan re îtifaq kirîn, ango wê Kurdê hevkar jî tesfiye bike. Ji ber ku di dîroka Tirkiyê de ji xwe ev her wek kevneşopî hatiye dûbare kirin.

BIRYARA LI SER PLANA TÊKBIRINÊ DI SALA 2014'AN DE WERGIRTIN

Vê siyaseta dewleta Tirkiyê yekem car li Kobanê bi şkestina Daîş’ê re derbeyek mezin xwar. Ji xwe hema piştî fêmkirin ku di Kobanê de Daîş têk diçe, wana planekî dûyem yê hindirîn jî xistin bin biryarê. Ev çi bû? Plana Çok Danînê (Çöktürme) bû. Di 31’ê Cotmeha 2014’an de ev plan xistin biryar. Wî demî êdî fêm bû ku wê Daîş li Kobanê bi ser nekeve. Ango wan wekî tedbir ji xwe re gotin, ‘eger ku polîtîkayên me yên bi rêya Daîş’ê bi ser nekevin, emê di hindir de têkbibin.’ Bi vî hesabî stratejiya dewleta Tirkiyê ev plan ji bo xwe wergirt û kir biryar. Wan bi van kiryarên xwe, ango bi van planên xwe yên çok danîna erdê û zextên faşîzan, bi siyaseta qirkirina fîzîkî, siyasî û çandî xwestin ku çawa di salên 1925 û heya 1940’an serhildanên li Bakurê Kurdistan têk birin û piştî wê 30 salan tu kesî behsa mijara Kurd nekir, di civaka Kurd de bêdengiyek çêbû, tu kes li xwe jî xwedî dernediket, li Kurdistanê xwedî dernediket; dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê xwestin di vê serdemê de jî li Kurdistanê heman tiştî pêkbînin. Ango wisa bikin ku êdî civaka Kurd dev ji xwe û ji lêgerîna xwe ya azadî berde. Zextên wisa berfireh yên wek girtina hevserokên partiyên legal pêkanîn. Her wiha hemû hevserokên şaredariyan girtin û hemû pêşengên civakê xistin hedef, hinek kirin zindanan, hinek tehdît kirin û hinek jî dan revandin. Heman demê ji bo teslîm girtin û xistinê li tevahî girtîgehan îşkence û zextek faşîzan pêşxistin.

Armanca wan bi van kiryar û bi êrîşên li ser Îmralî û gerîla ve, di civakê de teslîm girtinê û bêdengiyekî serwer kirine. Di vir de neçûn encamê, ango encam negirtin. Ji ber ku li Îmralî bi şêwazekî pir bi wate, berxwedan û sekna Rêber Apo pêşket. Rêber Apo li hemberî her cure êrîşên psîkolojîk rawestiya. Sîstema Îmralî li tevahî zîndanan belav kirin, lê li hemû zindanan jî berxwedanên hevalan çêbûn. Li aliyê din bi piştevaniya hêzên biyanî teknolojî xistin destê xwe û bi vê teknolojiya modern, bi balafirên keşfê yên bi çek, herî dawî bikaranîna hêzên hewayî, xwestin li hemberî gerîla biçin encamê. Di saya pêşveçûna teknolojiyê de mecalên îstîxbaratê pir xurt kirin, heta di dû salên dawî de li Herêmên Parastina Medya çekên qedexe yên kimyasal, yên taktîk nukleer, termobarîk, bombayên fosfor bikaranîn da ku teqez biçin encamê. Lê cardin jî nekarîn biçin encamê.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊ WÊ BI HELWESTA GELÊ KURD DIYAR BIBIN

Îro di qada leşkerî de jî, di qada siyasî de jî xeta Rêber Apo xurt bûna xwe berdewam dike. Nimûneya herî ber bi çav, niha dixwazin biçin hilbijartinê lê eşkere ye û herkes jî lê mikur hatiye ku wê di hilbijartinê de helwestên gelê Kurd encamê diyar bike. Îro hêza Rêber Apo û helwesta gelê Kurd, di siyaseta Tirkiyê de bûye kilît. Kîjan alî destek bike wê ew alî bi ser bikeve. Halbûkî hedefa wan ew bû ku civaka Kurd cardin wekî salên beriya ‘70’yî bê îrade bikin, ji holê rakin. Hedef ev bû, lê nikaribûn bikin. Çima? Ji ber ku nedikarîn gerîla tasfiye bikin, Şoreşa Rojava tasfiye bikin û ya herî giring jî nikaribûn di helwesta Serok Apo de guhartin çêbikin. Ji bona wê ev seknên pîroz civaka Kurd zindî kir, rih da wan. Cardin siyaseta Kurd a demokratik û yên çepên Tirkiyê li berxwedan, di her kesekî de îradebûnek û li dijî siyaseta qirkirinê berxwedanek pêşxist. Ango berxwedan bû berxwedaneke netewî û demokratîk. Ji bo wê dijmin encam negirt.

VEGERA JI SIYASETA HERÊMÊ

Bêgûman hewldana dijmin ne rawestiya ye, îro cardin hewldana xwe berdewam dike. Dewleta Tirk vê binkeftina xwe zû bi zû qebûl nake. Rejîma AKP-MHP’ê ketina xwe qebûl neke û ji bo pêşî li hilweşandina rejîma xwe bigre; niha cardin di asta cîhanê de jî û di hindirê welat de jî ketiye hewldanên pir berfireh. Beriya her tiştî ji vê siyaseta xwe ya li ser xeta Îhvan-i Muslimîn ku di herêmê de xwe serwer bikin, encam ne girt. Ji bona wê di vê siyaseta xwe de guhartin çêkirin, cardin xwestin têkiliyên xwe bi hêzên ango bi dewletên Erebî û Îsraîlê re çêbikin. Êdî xeta Îhvan-i Muslimîn dan alî. An jî wisa taktîk kirin û xistin rêza dûyem. Li ser vî hîmî wekî ‘tif kirin û carek din tifa xwe alastin.’ Gotinên xwe yên berê, dijûnên berê kirîn, hemû paş de ragirtin û çûn ber lingê Erebîstana Siûdî, Îmarat û Îsraîlê. Heta ruxmî ewqas dijûn û xerabiyên li Suriyê kirin jî, niha Tayîp Erdogan ji bo bi Beşar Esad re rûne bi her rengî hewldan pêşdixe. Ev çima wisa bû? Ji ber li hemberî Şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistan têk çû, bi ser neket. Ji bo wê di siyaseta xwe ya herêmî de tîpa U çêkirin; ango paşde vegeriyan.

Cardin di asta cîhanê de jî me dît despêkê çûn di civîna NATO de xwestin ji wan piştevanî bigrin. Heta xwestin di civîna NATO ya li Spanya, bi taybet di derheqê mesela beşdarbûna Swêd û Fînlenda yê ji NATO’yê re xwestin Şoreşa Rojava jî bixin lîsta terorê. Di wê de jî bi ser nekeftin, lê soza piştevaniyeke giştî jî ji NATO girtin. Ji wir jî reviyan civîna Tehranê, piştî wê jî çûn civîna Şanghayê û li wir jî bang kir got; “divê her kes li hemberî PKK'ê alîkariya me bike.” Ji wir jî xwestin sozê bigrin. Cardin berê xwe dan civîna Neteweyên Yekbûyî (NY); li wir jî eşkere navê partiya me PKK'ê anî ziman û ji her kesî alîkarî xwest. Ji xwe hinek kesan ev hewldanên Tayîp Erdogan wek îtirafa têkçûnê şîrove kirin û ev şîroveyekî rast bû. Ger ku ew li hemberî xeta Rêber Apo, li hemberî berxwedana PKK'ê û gelê Kurdistanê bi ser biketan; ewqas hewldanên derî bi derî bigerin ne didan. Wisa bang li her kesî nedikirin ku ‘ka li hemberî PKK'ê piştevaniya me bikin.’ Ev hewldana wan ji encama têkçûna wan e. Lê ew dixwazin niha têkçûna xwe bibihûrînin. Li ser vî esasî niha hewldanekî nû û berfireh heye.

Her çiqasî siyaseta wan a di navbera aliyan de lîstandinê ber bi xetimandinê ve diçe jî; lê Tayîp Erdogan dixwaze heya hilbijartinê vê siyaseta xwe bimeşîne û zêdetir pala xwe bide Rûsya. Ango ji Rûsya piştevanî bigre. Dixwaze bi piştevaniya Rûsya, bi alîkariya maddî ya Erebîstana Siûdî, Îmarat û Qeter di aboriya Tirkiyê de hinekî başbûn çêke û heman demî Rûsya jî erê bike ku di serdema hilbijartinê de êrîşî Rojava bike û wisa bikaribe di hilbijartinê de bi ser bikeve. Bi vî awayî dewleta Tirk dixwaze di sedsala Lozanê de û di sedsala avakirina Komara Tirk de siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdistan bi serbixine. Wisa di sedsalê de li hemberî gelê Kurd zafera xwe îlan bike û siyaseta qirkirinê bi temamî serwer bike. 

KRÎZA SÎSTEMÎ YA LI NAVA DEWLETA TIRK CIDÎ YE

Niha ev rewşek cidî ye. Em dizanin niha ev têkçûna dewleta Tirkiyê ya li hemberî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê, pergala dewleta Tirk xistiye aloziyê. Ango aloziyeke siyasî, civakî û aborî ya kûr heye. Aloziyekî pergalê heye. Ji ber ku hemû dahateya Tirkiyê ji bo şer mesref kirin. Niha ev zêde nakeve rojeva Tirkiyê, ji ber ku opozîsyona di hindirê pergalê de jî piştevaniya şerê li hemberî me dikin. Ji bona wê opozîsyona hindirê pergalê jî vê heqîqetê bi raya giştî ya Tirkiyê re parve nakin. Ev heqîqet çiye? Hemû dahateya Tirkiyê di şer de mesref kirin. Wisa êdî aboriya Tirkiyê li ber têkçûnê ye. Bi fermî enflasyon 80%’î ye. Di heqîqetê de 100% derbas kiriye. Êdî însan birçî ne.

Niha Tayîp Erdogan dixwaze pere ji derve bigre. Ji dewletên Erebî bigre û bi Rûsya re jî bazirganî bike, cardin turîstên Rûs bişîne Tirkiyê û heta dibe ku pere jî jê bigre û di heman demê de ji bo êrîşa Rojava destura erê kirinê bigre. Bi vî awayî demkî jî be, hinekî di aboriya Tirkiyê de hinek başbûnê çêke. Ango hem hinek pastan bide li xelkê belav bike û hem jî di nava civaka Tirkiyê de hişmendiya nîjadperest pêşbixe, geş bike. Ango pêla şovenîzmê xurt bike û wisa di bin toz û dumana şer de biçe hilbijartinê û di hilbijartinê de bi serkeve. Berê dixwest şerê li hemberî me de bi serbikeve û bi vî awayî hem di aborî, hem jî di siyasî de rewşek erênî ji bo xwe avabike û wî rihê nîjadperest geş bike, wisa di hilbijartinê de biçe encamê.

Ger ku dewleta Tirkiyê di 2021’an de dema êrîşî Garê kirî bi ser biketa; wê di 2021’an de biçûya hilbijartina pêşwext. Her wiha ger ku dewleta Tirkiyê îsal di despêka salê di êrîşên xwe yên li ser Zap, Avaşîn û Metîna de bi ser biketa, wê destê xwe dirêjî Rojava jî bikira û wê biçûya hilbijartina pêşwext. Ji ber ku di Zap, Avaşîn û Metîna de xetimî û bi ser neket, nekarî biçe hilbijartina pêşwext. Niha jî dixwaze bi alîkariya hêzên derve û bi şerê li ser Tevgera Azadiya Kurdistan û bi taybet êrîşa li ser Rojava ve biçe hilbijartinê. Rejîma AKP-MHP'ê difikire ku wisa bikaribe di hilbijartinê de bi ser bikeve. Niha em dinêrin aliyên ku dixwazin ev rejîma AKP-MHP'ê di hilbijartinê bi ser bikevin hene. Mînak Rûsya dixwaze bi serbikeve. Cardin diçe ji dewletên Ereb re dibêje, ‘ezê wekî we tev bigerim, ez wekî di bin emrê we de me.’ Ew jî gûmane bêjin, ‘bila ev dom bikin, ji ber ku deyndarê me ne wê me guhdar bikin.’ Wisa dixwaze ji wan destek bigre û heman tiştî ji hinek dewletên NATO re jî dibêje, wisa hewldanên xwe yên ji NATO jî destek bigre heye. Lê belê desteka NATO zêde ne zelal e, ne diyar e; ew bi teredût in. 

DIBE KU SIYASETA QIRKIRINÊ JINÛVE BINIRXÎNE YAN JÎ BIGUHERÎNE

Ya herî giring diyar e ku di hindirê pergala dewletê de jî alîyek dixwaze ev rejîm dewam bike ji bo ku projeya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan bi serbixîne. Ew dibêjin, ‘bi serneket, lê divê em berdewam bikin ji bo ku bi serbixînin.’ Lê aliyekî dewletê jî dibêjin, ‘van bi sernexistin, ev êdî nikarin bi serbixînin.’ Ango dewleta ku di 2016’an de bibû yek, niha xuya ye ku carek din bûye dû alî. Ji bo na wê jî, Tayîp Erdogan dixwaze ji vê piştevaniya aliyê dewletê û aliyekî jî ji piştevaniya derve sûd werbigre û wisa carek din xwe bi serbixîne. Ji bo ku rejima xwe mayînde bike. Lê belê wê çiqasî encam bigre an wê negre ne diyar e. Ji bona wê jî pêşeroja xwe di xeterê de ye. Ew baş dizanin ku ger bi ser nekevin wê rewş ji bo wan xerab be. Beriya her tiştî wê ev rejîma AKP-MHP'ê avakirî; ya serokkomariya tek zilamî wê têk biçe û wisa siyaseta qirkerî ya li ser Kurdistanê jî wê derbeyek mezin bixwe. Bi esasî ev siyaset jî têk diçe. Ango guman e piştî vê rejîmê êdî dewlet siyaseta xwe ya qirkerî di ber çav re derbas bike, an jî biguherîne. Ev îhtîmal jî di rojevê de ye. Ji bona wê ev hilbijartinên ku li Tirkiyê çêbibin mijareke giring e. Tekoşîna aliyan wê di vê çarçovê de bidome. Lê di vir de guman heye ku di demê pêş de ku bi erê kirina Rûsya, dewleta Tirkiyê êrîş li ser hinek deverên Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Suriyê bike. Ew wê niha bixwazibin di van çend mehên pêşiya me de li Herêmên Parastina Medya israrên xwe berdewam bikin. Piştî wê jî wê bixwazibin li ser Rojava bisekinin. Niha di vê çerçovê de mirov dikare wisa bibêje.

PIRSGIRÊKÊN MEŞANDINA TÊKOŞÎNÊ LI SER XETA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Şerê ev dû sal e li Herêmên Parastina Medya tê kirin; bi taybet şerê îsal vaye niha pênc meh û nîv bûye didome, pir pir giring e. Encamên di Herêmên Parastina Medya de bi berxwedana gerîla derketî holê; hem ji bo pêşeroj û destkeftiyên gelê me, hem jî ji bo gelên herêmê, ji bo hemû gelên ku dixwazin li hemberî hêzên hegemon berxwebidin re wek encamên zêrîn in û pir giring in. Ango eşkere bû ku mirov çawa dikare li hemberî teknolojiya modern a serdemê, heta çekên qedexe kirî axa azad biparêze. Ango perspektîfa parastina axa azad zelal kir, taktîk rêbazê wê, stratejiya wê divê çawa bê pêşxistin, derxist holê. Ji bo wê ev berxwedana li Herêmên Parastina Medya di vê astê de pêşketî, pir dîrokî ye, hêja ye û giring e.

Perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî hîna di 2010’an de pêş ket. Lê belê me ev rast negirt dest. Bi taybet di tekoşîna me de her tim qada civakî perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tenê karê hêzên leşleri dît, ji bo xwe erk nedît. Ger ne wisa bûya di sala 2015’an de berxwedana xweseriyê ya bajaran wê ne wisa bûya. Wê di navenda welatparêzî û cihê herî zêde têde welatparêz lê tevger kirî, li navenda Amedê di Surê de wê ew fedaiyên Apoyî bi tenê nemana. Ger ku ew bi tenê mane, heya dawî bi tenê li berxwedan meşandine û li bajarên din jî wisa ne; ji ber ku em rast nêzî Şerê Gelê Şoreşgerî nedibûn bi wê perspektîfê rêxistinkarî nehatibû pêşxistin. Cardin ger ku berxwedana Efrîn encama dihat xwestin ne girt, şerê Serêkaniyê û Tilebyad wekî dihat xwestin neçû encamê, cardin ji ber ku li Rojavayê Kurdistan jî hişmendiya Şerê Gelê Şoreşgerî tine bû. Niha tişta baş, ev sê salên dawî Şerê Gelê Şoreşgerî di rojeva hemû saziyên şoreşa me de ye. Ev tiştekî baş e, lê hîna jî mirov nikare bêje bi temamî pêk tê. Yanî pirsgirêkekî me ya xetê hebû. Hina jî heya astekî pirsgirêka xetê heye. Divê em têkoşînê li gorî xeta Şerê Gelê Şoreşgerî bimeşînin.

DIVÊ LI SER ÇAR HÎMAN BÊ BIRÊXISTINKIRIN

Îro di derheqê Şerê Gelê Şoreşgerî de, tecrûbeyên giring li Herêmên Parastina Medya derketine holê. Lê belê weke ku her kes dizane li Herêmên Parastina Medya gel piranî hatine koçber kirin. Ji bona wê jî; li Herêmên Parastina Medya Şerê Gelê Şoreşgerî tenê li ser dû lingan tê meşandin. Ango lingê xwe yê herî esasî gel e, lê li Herêmên Parastina Medya gel nîne. Dema gel nebe, ew lingê din yê rêxistina parastina cewherî jî nîne. Ji bona wê li van herêman Şerê Gelê Şoreşgerî li ser dû lingan e. Yek; gerîla ye, ango şerê tîmên pispor yên bi qordîne kirî ye û ya din jî şerê binerd ango şerê tunelan e. Em di Herêmên Parastina Medya de dixwazin tunebûna gel bi stratejîkbûna erdnîgarî ve dagrin. Rast e, gel nîne lê li derve gel ji vê berxwedaniyê re piştevanî dike û di herêmê bi xwe de jî erdnîgariyekî pir stratejîk heye. Ji ber wê em Şerê Gelê Şoreşgerî wisa bi şêwazê şerê binerd û şerê tîmên pispor tevger dikin. Lê li deverên ku gel lê heyî divê mirov Şerê Gelê Şoreşgerî li ser her çar lingan tevger bike. Ango bi gel, gerîla, parastina cewherî û şerê binerd-şerê tunelan tevger bike.

XEBATÊN BINERDÊ FAKTOREKÎ ESASÎ YE

Niha ger ku Şoreşa Rojava û ya Rojhilat û Bakurê Suriyê an jî Şengal ji van encamên ji Herêmên Parastina Medya derketîn sûd wer bigrin, bi perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin teqez wê bikaribin dest dirêjiya dewleta Tirkiyê têk bibin. An jî li hemberî her curê êrîşên dagirkirinê dikarin bibin bersiv. Şerê îro tê meşandin raberî her kesî kir ku di serdema me de şerê binerd stratejiyek pir giring e. Ango di Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî de taktîk rêbazê binerd faktorekî esasî ye. Ger nebe nabe ye. Roja îro li hemberî çekên hewayî divê ku Şerê Gelê Şoreşgerî hem li ser erdê, hem jî li bin erdê bê meşandin. Ji bona wê avakirina qelayên binerd, ango tunel ji bo serkeftinê nebê nabe û pir pêwîst e. Vê rastiyê dû rêbazên pir giring derxistin holê. Yek; şerê binerd ê tunel. Didû; şerê tîmên pispor ên qordîne kirî. Ev herdû taqtîk rêbaz di Şerê Gelê Şoreşgerî de hîmên esasî ne. Ger ku îro em taktîka şerê binerd ê tunelan, hem jî şerê qordînekirî yê tîmên pispor li ser erdê bidin meşandin wê mirov bikaribe hêzên dijmin ên hewayî bixe valahiyê. Encama ew dixwazin wê negrin. Li kêleka wê ger ku hêza gel bê tevger kirin, gel di meryetê de be, di nava gel de parastina cewherî bê tevger kirin û Şerê Gelê Şoreşgerî li ser her çar lingên xwe bê meşandin, ango beşdarbûna gel a şer, şerê parastina cewherî, şerê tîmên pispor û şerê tunel ev her çar ling bi hev re di meriyetê de bin; teqez wê Şerê Gelê Şoreşgerî bi ser bikeve.

LI ROJAVA DÎWARÊ PDK'Ê NÎNE

Dijmin çekên kimyasal û çekên taktîk nukleer ku li Herêmên Parastina Medya bi karanî wê nekaribe li herêmekî wekî Rojava bi heman awayî bi karbine. Ji ber ku wê deşîfre bibe, wê Tirkiyê rezil bibe. Ger çekên kîmyewî bikar bîne wê zû eşkere bibe. Lê niha li Herêmên Parastina Medya bi kar tîne û taybet PDK nahêle tu heyet were û deşîfre bibe. PDK li pêşiya deşîfrebûnê wekî dîwarekî sekiniye. Lê hêza PDK'ê li Rojavayê Kurdistanê ewqas nîne ku wiha bibe dîwar, wê deşîfre bibe. 

Ya din ev çekên ku di tunelan de pir zêde bikar tînin û çeka ku esas sala dawî dewleta Tirk pê bawer kirî çekên taktîk nukleer e. Vê çekê wê nekaribe bê erêkirina NATO bikar bîne. Li Bakurê Kurdistan û li Herêmên Parastina Medya diyar e NATO erê kiriye. Lê îhtîmal heye ku di şerekî li Rojavayê Kurdistan de erê neke. Ji ber ku naxwaze dewleta Tirkiyê êrîşî Rojava bike û yek jî naxwaze ewqasî bi qetlîamên Tirkiyê re bi şêwazekî eşkere xwe bike şirîk. Ji bona wê guman heye ku erêkirinê li herêmên Rojava neke. Dema ev çek di destê Tirkiyê de nebin, li hemberî şerê tîm, tunel û Şerê Gelê Şoreşgerî wê yekser bixetimin. Niha ew li hemberê me bi hêza hewayî û hêza çekên qedexe şer dike. Ango li Herêmên Parastina Medya bi van herdû rêbazan şer dike. 

AMADEKARIYA JI ŞER RE NE BI GOTINÊ, LÊ BI HEWLDANEKE DI CIH DE DIBE

Hêzên hewayî mirov bi rêbazên gel, tîm, rêbazên şerê binerd bersiv bide û ger ku nekaribe çekên qedexe jî bikar bîne, ji ber divê mirov şerekî medya, şerekî raya giştî jî bikar bîne, wê bikaribe tekoşînekî berfireh jî pêşbixîne. Ger ku mirov bi vî rengî li pêşiya wan bibe asteng wê dewleta Tirkiyê di xetimandina îro di Herêmên Parastina Medya de jiyan kirî, wê li Rojava hîn bi dijwartir jiyan bike. Ango mirov ji niha de dikare bibêje; bêgûman ev ne tiştekî hêsanî ye. Beriya her tiştî divê ku mirov Şerê Gelê Şoreşgerî rast bigre dest. Ango kes cihê xwe bernede û koç neke, herkes di cihê xwe de be, beşdarî şer bibe û hêzên leşkerî jî jê re amade bin. Wisa tenê bi gotin nabe, di cih de hewldan û amadekarî pêwîst e. Ger ku ev hebe wê dewleta Tirk li Rojava jî têk biçe. 

Ango serdema em tê de serdemek dîrokî ye û ji bo Tekoşîna Azadiya Kurdistan pir giring e. Niha ev merheleya şer ku Herêmên Parastina Medya ketî yê jî pir giring e. Ji ber ku êdî demsal bi dawî dibe û dijmin hewl dide xwe komî ser hev bike û dagiriya xwe dewam bike. Dixwaze gerîla bi temamî ji wan deveran derxîne. Ango sengerên berxwedanê bixîne û xwe serwer bike. 

BERXWEDANA GERÎLA DI DÎROKA ŞER A CÎHANÊ DE SERDEMEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN

Lê berxwedanên hevalan jî bi rastî di astekî pir dîrokî de didome. Ji xwe ev berxwedan di dîroka hunera şer de pêlekî nû vekir. Bi vî rêbazê şer ê nû hatî pêşxistin, bi taktîkên nû bilindkirina berxwedanê, di dîroka şerên cîhanê de tiştekî nû ye. Gelekî nimûneyên xwe hene. Bêgûman ev bi hêsanî pêk nehat. Bi hişmendî, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo, milîtanên xwe perwerde kirî, bi rihê fedaî-Apogerî, qadroyên tevgera Apogerî ku di xeta Rêber Apo de kûranî çêkirîn û bi fedekarî û lehengiya şehîdên qehreman, bi keda hemû hevalan û şehîdan ev pêkhatiye.

Em tevahî şehîdên qehreman bibîr tînin, di van destkeftiyên dîrokî de em deyndarên wan in. Di şexsê rêheval Mizgîn, Bager û Doxan Jîrkiyan de em tevahî hevalên berxwedana Zapê bibîr tînin. Cardin em tevahî şehîdên berxwedana Girê Cudî, Girê FM, Girê Amediyê, di şexsê rêheval Nalîn, Zemanî, û Ronahiyan de bibîr tînin. Tevahî şehîdên berxwedana Avaşînê di şexsê rêheval Helbest, Fedaî Kobanê û Agir Botanan de bibîr tînin. Tevahî şehîdên berxwedana Metîna di şexsê fermandarê hêja, milîtanê netewî û endamê fermandariya eyaleta Metîna û eniya berxwedana Girê Hekarî rêheval Nûrî Yekta, Siyabend û Mardînan de em bibîr tînin. Sozên dayî şehîdên qehreman em careke din dûbare dikin. Emê heya dawiyê di soza me dayî wan de girêdayî bin û xewn û xeyalên wan bikin heqîqet. Di meşa azadkirina Rêber Apo û Kurdistan de ala wan her tim bilind bikin. Bîranînên van qehremanan bidin jiyan kirin û wisa wan bikin kesên nemir.

DIVÊ BERXWEDAN BI SER BÊ XISTIN

Di saya keda van qehremanan û keda Rêber Apo de ev encamên li tevahî eyaleta Zap, li Rojavayê Zapê ango li Girê Cudî, FM, Amediyê, Girê Hekarî, li Çemço û Werxelê derketî holê û berxwedana îro bi dijwarî didome, divê ku mirov bigihîne encamê. Ji bona wê jî ev demên pêşiya me bêgûman giring in, pêwîst e em mîrasê şehîdan bi ked û berxwedana asta niha hatî avakirin ve biparêzin û bikin bingehê serkeftinê. Jixwe şerê ev nêzî şeş mehan e hatî meşandin berxwedanekî dîrokî ye û bingehê serkeftina mezin avakiriye. Divê ku hemû heval di vê çarçovê de nêzî erkên ji niha û şûnde bibin. Em li ser hîmê berxwedaniya Gerîlayê Azadiya Kurdistan û li ser hîmê sekna Rêber Apo ya li Îmralî û berxwedana tevahî zîndanan, her wiha berxwedana gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê divê Tekoşîna Azadiya Kurdistanê hîn zêde bilind bikin. Her wiha li ser vê hîmê hatî avakirin encamên berçav bi dest bixînin. Di vê çarçovê de divê tekoşîn biçe encamê. Ji bo vê bêgûman pêwîst e ku herkes li erkên demê xwedî derkevin. Tiştên niha xuya ye; ji vir û niha encam çi dibe bila bibe weke fermandarê hêja Rêheval Çiyager gotî ’wê mûhteşem be.’ Encama berxwedana hevalan li Zap, Avaşîn û Metîna pêşxistî ji niha de wisa xuya ye. Lê divê mirov bigihîne encamekî bilindtir. Ango dijmin li wir bi serneketiye, ger li wir bi serbiketa wê dijmin heya niha ji zû de biçûya hilbijartina pêşwext. Wê desthilata xwe nûjen bikira. Hesabê wan ev bûn. Dixwestin ku di hindirê du mehan de biçin encamê û mehên sê û çar jî li Rojava encam bigrin û zafera xwe îlan bikin. Lê nikarin vê bikin. Ji bo wê jî berxwedana hevalan encama xwe niha de xuya ye. Lê bele; divê em bi vê pişta xwe germ nekin. Em bizanibin ku şer berdewam e û qonaxên li pêşiya me giringtir e. Divê li gorî wê di astekî hîn xurtir de li erkên demê xwedî derkevin û bi rihê berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna ve Tekoşîna Azadiya Kurdistan li her deverê bilind bikin.

HÎMÊN ESASÎ YÊN KU BERXWEDANA GERÎLA XWE DISPÊRÊ

Bêgûman berxwedaneke ewqas mûcîzewî ne hêsan e ku mirov bi pêş bixîne. Di bingehê wê de kedeke mezin, kedeke per û baskan, kedeke fikrî heye. Cardin hêza îdeolojî û felsefa Apogerî heye. Her wiha hişmendiya taktîk û rêbazê demê heye. Ango bi van esasan ve ev berxwedanî hatiye meşandin. Di bingeha wê de ev xebat, ev ked, ev îdeolojî, ev jêhatibûna taktîkî heye. 

Cardin di nav wê de kêmayî jî hene. Beriya hemû tiştî divê mirov vê jî bibêje:

Ev heft heşt sal in xebatên tunelan dimeşînin. Di rastiyê de beriya wê jî li Zapê hebû, lê ev 7-8 salên dawî bi şêwazekî sîstematik û bi beşdarbûna tevahî hevalan ve kedekî mezin hatiye dayîn. Gelek caran bi qezayên xebatê hevalên me şehîd bûne. Bi ked, bi hewldanekî salan ev senger hatine amade kirin. Dîsa di warê hişmendî û fikrî de, keda Rêber Apo heye. Di milê amadekirina hevalan de pergala Rêber Apo pêşxistî û bi kedekî mezin xebata 50 salî ya Rêber Apo di warê fikrî, rêxistinî û hişmendiya avakirî heye. Ango xebateke îdeolojîk û rêxistinî ya bi kedeke mezin tê meşandin heye. Li kêleka keda Rêber Apo keda hevalan heye. Vê yekê hemû heval dizanin, ji bo wê jî ne hewce ye mirov pir veke. Ango ev karê amadekirina tunelan bi kedek mezin bi xebatek demdirêj, hatiye meşandin. Ev yek.

Ya dûyem; di bingehê vê berxwedan û şerî de îdeolojî û felsefeya Rêber Apo heye. Ango felsefeya Rêber Apo di tevahî qadro, şervan û gelê me de hişmendiyekî nû pêşxistiye. Bîr û baweriya azadiya welat, berî her tiştî rast hezkirina welat, bi welat ve girêdanbûn, çanda netewî ya Kurdistanî û çanda şoreşgerî ya demokratik-sosyalîst bi hev re hişmendiyek avakiriye. Cardin hişmendiya kesayeta azad, jina azad, kesê azad, civaka azad, welatê azad û demakratîk avakiriye. Ev çand û exlaq bi xebatên Rêber Apo ve, di Kurdistanê de hatiye pêşxistin û ev ji berxwedaniya roja îro re jî bingehê herî esasî ye. Ger ku ne ev xebat û keda Rêber Apo ya îdeolojîk û felsefî bûya, ne gengaz bû ku şoreşgerî, milîtanî û egîdbûnekî wisa jî li Kurdistanê avabibûya. Lê belê rast xwendina demê, rast xwendina civaka Kurd û pêşxistina îdeolojiya azadî, demokrasî û sosyalîzma zanistî, modernîteya demokratîk bi vê hişmendiyê eşqa hatî çêkirin; eşqa azadî, eşqa welat, eşqa kesayeta azad ku hatî avakirin, bîr û bawerî xurt kirye û rihê fedaî bi me hemûyan re geş kiriye. Ev bingehê vê berxwedana bi cefa, bi fedakarî û bi cesaret hatiye avêtine.

Her wiha hîmê berxwedana herî esasî rihê hevaltî ye. Ger ku di nav hevalan de rihê hevaltiya Apogerî, hevdû temam kirin, cardin hevalên xort, hevalên jin li ser hîmê xeta jina azad hişmendiyê li gel xwe pêşxistin û li ser vê esasê rêhevaltiya rasteqîn ya Apogerî ava nekiribûna, ewqasî sînerjî û ewqasî hêz û îradebûneke di vê astê de wê ne gengaz bûya. Di naveroka wê de îdeolojî, felsefe, çand û hişmendiya azadiyê hene. Li ser vî esasî bi nirxên pîroz ve girêdanbûn, bi şehîdan re girêdanbûn, bi mirovahiyê re girêdanbûn, watedayîna jiyana azad, bi wate jiyan kirin, giringiya jiyana azad û li ser hîmê xwebûn ê ku divê em bi xwe bin, îrada hatî qezenc kirin bi keç û xortên Kurd re mezinbûnek çêkir. Ango kesê kole yê di nav pergala koletî de mezinbûyî, di bin bandora moderniteya kapîtalîst de perwerde dîtî, dema ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo re naskirin çêdike û li ser lêhûrbûn û perwerde dibîne di kes de ew biçûkbûna heyî mezin dibe. Ango biçûkbûn mezin dibe. Ji cûcebûnê bilindbûn pêşdikeve. Kûrbûna îdeolojîk bi her milîtanekî re li ser hîmê exlaqê Apogerî; îradebûnek, biryarbûnek û mezinbûnek avakiriye.

ÎRADEBÛNA JINÊ BÛ HÊZ Û WÊREKÎ JI BO JINÊN LI TEVAHIYA CÎHANÊ

Niha di şer de tişta herî bingehîn ev e. Bi taybet di hindirê dîrokê de bi hişmendiya desthilatdariya zilam her tim hatiye têgihiştin ku şer karê zilama ye. Di despêka tekoşîna me de bi xebata rêheval Sara, Azîme, Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlanan re ev hişmendî hat şkandin. Lê belê, bi taybet ev çend salên dawî şerê li Kurdistanê pêşketî, despêkê bi berxwedana Kobanê û dûvre jî şerê li Herêmên Parastina Medya û şerê niha li Bakurê Kurdistanê pêşketî de, rola jinên Kurd lîstî, her wiha di şer de rol û mîsyona endamên YJA STAR hilgirtîn, pêşdeçûn û bilindkirina avakirîn, ew hişmendiya desthilatdariya zilam ya pênc hezarê sal bi erdê re kir yek. Ango eşkere kir ku ev hişmendî şaş e, qet tiştekî tenê aîdê zilam nîne, di her tiştî de jin dikare rolekî giring û pêşeng bilîze. 

Niha di meşandina tekoşîna azadiya jin de, li dijî desthilatdariya zilam îro jî em dinêrin li Rojhilatê Kurdistan bi şehîd kirina Jîna Emînî, tekoşîna jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahî Îranê, li Kurdistanê, heya li cîhanê belav dibe. Bi esas di bingehê vê de îradebûna jin heye. Jin di şerê li Kurdistanê de îradeya xwe raberî her kesî kir. Raber kir ku hêza di naveroka kesayeta jin de dikare çiqas bi îrade be û di her milî de çawa dikare encam bigre û bibe îradeyekî mezin. Ev cesaretê ne tenê dide jinên Kurd; ji bo hemû jinên cîhanê jî dibe kaniya cesaretê û hêzbûnê. Ango niha di nav refên gerîla de temsîlkirina jina azad, bilindkirina berxwedana milîtanên jin û bi giştî pergala di nava HPG û YJA STAR'ê de avakirîn, bi esasî ji civakê re modelekî nû pêşkêş dike, wek nimûneyekî nû ye. Li ser hîmê azadiya jin wekheviya hemû cinsan, derketineke nû ye. Ji bo her kesî dikare bibe kaniya hêzê. Di nav me de temsîla jina azad, zilamê azad û li ser vî hîmî avakirina rêhevaltiya rast wisa wateyekî xwe ya kûr û gerdûnî heye. Divê tu heval teng nêz nebin, ji rêzê nêz nebin. Tenê di çerçoveya hestiyarî de negrin dest. Tişta niha li ser esasê îdeolojiya Rêber Apo tê pêşxistin, ango îro li ser xeta rizgariya jin tişta tê jiyan kirin ne tiştekî ji rêzê ye; tiştekî pir pîroz û ji bo azadiya mirov, azadiya civakê, nimûneyekî pir bi wate ye û giring e. Divê îro em zanibin jiyana em di nav xwe de pêşdixin tê vê wate yê. Ji bo wê divê mirov vê asta jiyanê biparêze û hîn jî geş bike, bilind bike, xurt bike, bedew bike. 

Rêhevaliya di nav hevalan de, îradebûna jina azad ya îro herî dawî di şexsê fedaiyên mezin û qehremanên demê heval Sara Goyî û heval Rûken Zelal de jî bi vê çalakiya li Mêrsînê, derket holê ku jina Kurd çawa dikare rol bilîze, dikare îrade û bi cesareteke dijwar be, çawa dikare leşkerekî serkeftî be, ji vê rastiyê re nimûneyekî ber bi çav e. Van hevalan bi çalakiya xwe ya qehremanî di temsîlkirina rihê fedaî yê Apogerî de bûn pêşengên demê. Nimûneyên vê bi sedan hene. Ji bo wê parastina xeta jina azad, tekoşîna cins, ji bo wekheviya cinsan û azadiya jin û zilam, di nav me de tiştekî wiha giring e. Ev ne tenê di nav me de pergalê avadike, disiplînê sazdike, rêhevaltî xurt û geş dike; di heman demê de derveyî me, ji civaka me re, civakên Rojhilata Navîn re jî nimûneyekî, ango modelekî temsîl dike. Heval divê vê bizanibin û li gorî wê nêzbibin.

HER GERÎLAYEK PARÇEYEK JI YEKPAREBÛNÊ YE Û HEVDU TEMAM DIKIN

Niha yek jî wisa xwe bêwate dîtin, ango psîkolojiya xwe bênirxkirin, cih bi cih pêşdikeve. Bi taybet jî hevalên niha ne di qada şerê germ de ne, wisa tu dinêrî di kar de ye, xwe bi kar têr nabîne, kar biçûk dibine, piştre jî xwe bênirx dibîne, ango psîkolojiyek wisa li gel xwe avadike. Lê heqîqet ne wisa ye. Dibe hinek di sengerên herî pêş de şer bikin, lê hevalên di hemû sengerên din de jî divê xwe amade bikin, amadekariyan pêşbixin. Ma ji xwe nabe ku em hemû di carekî de biçin heman cihî. Ango em hemû organizeyekî zindî ne û hemû beşek in. Çi hevalên me yên li Zapê li berxwedidin, çi hevalên me yên li Qendîlê senger diparêzin, çi hevalên me yên li Dêrsimê, li Serhedê di tevgerê de taktîka dijmin vala derdixin bin, hemû yek in. An jî çi hevalên me yên di qada civakî de li hindirê welat û derveyî welat kardikin, xebatên propaganda û rêxistinî dikin bin, vana hemû giştî yek in û hemû hev temam dikin. Her kes li ku derê dibe bila bibe, karê dimeşîne divê xwe têde kilît bike, ji bo ku di wî karî de bi ser bikeve. Wê wisa wate qezenc bike. Li tu deran tu karên me yên bê wate bê nirx nînin. Di hemûyan de nirxek heye. Divê heval vê bizanibin.

Mijara din a giring jî nêzbûna erkên demê ye. Pêwîst e em demê rast bixwînin. Demê çawa rast bixwînin? Ev dem demekî dîrokî ye. Tu di nav refên şoreşê de çi karî bikî bila bikî, ger di wî karî de tiştên dikeve li ser te pêkbînî, ew tiştek bi wate ye. Ango dem demekî giring e. Em dibêjin, ‘demê hebûn û tunebûnê ye. Dijmin dixwaze me tune bike û li ser tunebûna me hebûna xwe avabike.’ Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Divê em vê demê fêmbikin, di nava ref de rast cih bigrin. Xweparastin bi serê xwe erkekî bingehîn e. Ji ber wê jî bêrê xwe biparêze, hevalê xwe biparêze, nirxan biparêze û xetê biparêze. Ev erkê her milîtanî ye. 

ÊDÎ TI TIŞT LI DERVEYÎ ŞER NÎNE

Di avakirina jiyana azad de, berî her tiştî rol û misyona hevalên jin giring e. Ji ber ku Rêbertî rol û misyona pêşengtiya avakirina jiyana azad daye wan, lê hemû heval divê xwe berpirsyar bibînin. Ango em li ku derê dibin bila bibin, lazim e em li wir jiyana azad, jiyana kolektîf, jiyana rêhevaltî avabikin. Li ser vî hîmî îradebûnê çêbikin. Îradebûna ji pola ya nekeftî çêbikin. Em li ku derê wiha kûranî avabikin, wê li wê derê partîbûn pêşbikeve. Li her deverekî ku di nav rêhevalan de partîbûyîn ango PKK’yî bûn, PAJK’î bûn li pêş be, wê li wê derê hêz avabibe. Wê nekeftin çêbibe û wê rêhevaltî geş bibe, pêşengtî di asta îdeolojîk rêxistinî û di asta leşkerî de xurt bibe. Ji bo vê yekê ev mijar giring e. Berxwedana îro tê meşandin li ser vî hîmê pêşdikeve û ji bo wê jî divê hemû hevalên di nava sengerên şerê germ de, yên di nava sengerên şerê giştî de ku îro sengerên pêş û paş nîne, vê heqîqetê rast fêmbikin. Niha em li her derê di nav şer de ne, li hemû qadan ji Mexmûrê bigre heya Dêrsimê li hemû derê em di şer de ne. Êdî tu cihê derveyî şer nîne. Ji ber wê jî her kesek qada ku lê ye, divê li gorî erkên demê tevbigere û erka her hevalî ya yekem li ser hîmê bi ked avakirina partîbûnê, rêhevaltiyê, sazîkirina disiplînê, parastina xwe û hevalên xwe ye. 

DU RÊBAZÊN NIRXANDINA RAST A DEMÊ

Dem rast xwendin pir giring e û divê mirov bi dû şêwazan mijara dem xwendinê rast bigre dest. 

Yek; roja îro ya em têde ne, ango ev sal û mehên em têde ne, divê mirov di ferqa giringiya wê de be û em bizanibin ev sal û mehên li pêşiya me ji bo me çiqasî giring in û tên çi wateyê. Ango em niha dibêjin, ‘vaye ev dem ji bo me demekî hebûn û tunebûnê ye.’ Baş e; çima em vê dibêjin? Ji ber ku tekoşîna 50 sal e Rêber Apo dimeşîne îro hatiye qonaxekî pir giring, êdî di lûtkeyê de ye. Di vî demî de dijmin jî dixwaze bi tevahî hêza xwe ve tevgerê paş bixîne û tasfiye bike û siyaseta qirkeriyê li ser Kurdistanê ferz bike. Lê Tevgera Azadiyê jî derfetê serkeftinê avakiriye û dixwaze bi serbikeve. Siyaseta qirkirinê têk bibe û biçe encamê. Ji bo wê jî em di serdemekî giring de ne, di salekî giring de ne. Di vê çarçovê de divê mirov bizanibe ku derfetê em bi serbikevin heye, derfetê zaferê heye. Lê eger ku em wekî tê xwestin li erkê xwe xwedî dernekevin, perspektîfa demê a Şerê Gelê Şoreşgerî bi afrînerî nexin jiyanê, gumana ku em derbe bixwin heye û xeterî jî li pêşiya me xuya dike. Wisa demekî giring e; lazim e di vê çerçovê de mirov demê rast bixwîne. Eger em vî demî bi perspektîfên stratejiya tekoşînê û bi afrînerî bikar bînin, em dikarin bi serbikevin. Lê em wiha nêz nebin, lewaz bimînin gumanê em derbe bixwin heye û wê Rêberiya me, destkeftiyên me, heya hebûna gelê me hemû bikeve xeteriyê. Siyaseta qirkirinê çi ye? Siyaseta qirkirinê ew e ku dixwaze hebûna gelê Kurd, çand, ziman û hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Ev xeterî jî heye ji bo wê jî divê mirov bi vî awayî demê rast bixwîne û bi berpirsyarî nêzî demê bibe. Lazim e em bi her awayî xwe tevlî demê û erkên demê bikin, da ku em bi serbikevin. Ji ber ku derfetê serkeftinê heye. Yek divê mirov demê wiha rast bixwîne.

Ya dûyem jî; serdema giştî ango ev qonaxa ku cîhana me ketiyê û pêşveçûnên niha ji bo tevahî cîhanê hene, divê mirov rast bixwîne. Ger ku mirov rewşa cîhanê ya niha bêgûman berî her tiştî rewşa wê ya îdeolojîk, siyasî, çandî û bi taybet a pêşveçûna zanist, bi wê ve girêdayî pêşveçûna teknolojî rast nexwîne, nikare perspektîfên demê ango stratejiya tekoşînê ya demê bi afrînerî bixe meriyetê û wê mirov nekaribe bi serbikeve. Ango ji bo em rê û rêbazê tekoşînê rast bigrin dest, xwendina serdema em tê de pir giring e. Lazim e em despêkê demê rast bixwînin.

Îro pêşveçûna zanist (ilm) û teknolojî, an jî teknîk bi xwe re guhartinên şoreşî pêşxistine. Yên van guhartinên bingehîn nebine û heçku wek em hîna di salên ‘80’an û ‘90’î de ne, ango bi hişmendiya sedsala 20’emîn nêzî pirsgirêkên tekoşînê bibînin û bixwazibin bi hişmendiya wan çaxan tekoşînê bimeşînin, yên wisa ne gengaze ku bi serbikevin. Çima? Ji ber ku şoreşa zanist û teknîk di jiyana civakê de guhartinên pir bingehîn çêkirine. Ji bo wê divê ku şoreşger van guhartinan bibine û mijaran tenê bi kîtabî bi şêwazekî statîk an jî dogmatîk nêz nebe. Bikaribin mijaran konkret (şênber) bigrin dest. Li gorî wê stratejî û taktîkên tekoşînê bixin meriyetê.

Niha di vê xisûsê de em wek tevgera Apogerî, wek PKK pir bi şans in; ji ber ku Rêberiya me Rêber Apo beriya hemû kesî ev guhartinên şoreşa zanist û teknîkî dît û li gorî wê dest bi guhartinê kir. Li ser vî hîmî Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk Li Ser Hîmê Azadiya Jin avakir. Guhartina di asta paradigma de pêşxist û vê ji bo me rê û rêbazên tekoşînê nû kir. Nûbûneke hişmendî di tevgera me de çêkir. Ango wisa Rêber Apo li ser hîmê şoreşa jin, şoreşa ekolojik, şoreşa moderniteya demokratîk wek hedef danî pêşiya me. Avakirina civaka exlaqî-polîtîk, civaka demokratîk û li ser wî hîmî avakirina civaka nû li ser neh xalan zelal kir. Em bi vî awayî bi avakirina civaka nû divê ku bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî avabikin û wisa nêzî stratejî û taktîka tekoşînê bibin. Niha tiştên dikeve li ser milê me li ser vî esasî divê em perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî, ne bi hişmendiya sedsala 20’emîn, bi nêrîn û hişmendiya sedsala 21’emîn ve bigrin dest. Ango bi taktîkên li gor zanista demê, teknolojiya demê em pêşbixînin. Tu nikarî niha û beriya 25 salan wek hev bigrî dest. Heta niha û berî 10 salan jî nikarî bikî yek. Zanist û teknolojî pir bi lez pêşdikeve û li gorî wê rê û rêbaz, taktîkên şoreşê û şer jî divê li gorî wê di xwe de nûbûn avabikin. Di warê terzê tevgerînê de, di warê taktîka şer de wisa divê bikaribe xwe nû bike. Ger xwe nû neke wê nekaribe bi serbikeve. Ewqas mijar zelal e û giring e. Em hîn zêde şênber bînin ziman, gerîlayê sedsala 21’emîn nabe ku bi rê û rêbazên sedsala 20’emîn tevbigere.

GERÎLAYÊN SERDEMA NÛ DIVÊ RÊBAZA XWE YA TEVGERÊ BIGUHERÎNIN

Gerîlaya sedsala 20’emîn a ku em jê re dibêjin ‘gerîlayê klasîk’; Serokatî berê bi rengê rexne wek, 'gerîlayê asî aware digerin' bi nav dikir. Gerîlayê sedsala 20’emîn hîmê xwe yê esasî tevgerîn bû. Her tim di tevgerê de bû. Her roj li gundekî, dolekî, girekî bû û wisa hîmê parastina xwe ya esasî tevgerin bû. Lê belê niha wisa nabe; ev tevgerîna wiha wê di demkurt de bibe sedema tunebûnê. Sedemê vê gelek caran hatiye nivîsandin, hatiye nîqaşkirin. Tê zanîn di saya teknolojiya serdemê de mecalê îstîxbaratê pir hatine xurtkirin. Berê dijmin bi rêya keşîfciyên veşartî, bi rêya sîxuran, bi rêya balafirên keşfê hewldana qontrola li ser araziyê pêşdixist. Niha li kêleka van cur be cur kamerayên çavdêriyê jî li gelek deverên erazî datînîn. Nimûne li derdora gundan, an rêyên deşîfre bûyîn, boxazên giring, li cihên wisa fotokapan û kamerayên mobese datînîn. Ji van hemûyan tişta diyar çiye? Dijmin li ser erazî bi gelek rêbazan hewldana qontrolê pêşdixe. Divê em li hemberî vê hişyar bin. Mînak; ev salên dawî dijmin rêbazên kamerayên mobese û fotokapan hîn zêde pêşxist, hevalan jî, tedbîrê vê negirtibûn, ji bo vê heval li hinek cihan ketin bin qontrolê û bû sedemê şehadetan. Ji ber van tiştan êdî wek dema gerîlayê klasîk zêde tevgerîna li ser eraziyê ne rast e. Gerîlayê demê divê kengê ku pêwîst bû tevgerînê pêşbixe. Cardin cihên ku gûman e dijmin xefkên bi qemeran vedabin divê dîqat bike. Ango ji ber van sedemên ku tên ziman tevgerîna gerîlayê dema nû weke berê ne rast e. Divê tevgerîn di demê nû de bi temamî bê guhartin. Gerilayê nû dibê xwe wisa bi rê bixîne.

Di vir de divê em gerîlayê sedsala 21’emîn, gerîlayê demê rast bigrin dest. Gerîlayê niha nabe weke berê gund bi gund bigere û her tim bi eşkere tevbigere. Divê ku bi dizî be, rêxistinî be û hîn zêdetir bi rê û rêbazên pisporî tev bigere. Bi her kesî re nekeve têkiliyê. Divê têkiliyên xwe yên cihê baweriyê hebin û ev têkilî teng bin. Li ser wan têkiliyên xwe jî bikaribe xwe bi rêxistin bike. Li gorî pêwîstiyan têkiliyan fireh bike. Ango xebatên lostîkî, îstîxbaratî, qûrye, xebatên propaganda û di xwe gihandina deveran de divê bi rêya van têkiliyên xwe yên teng pêkbîne, ango çareser bike. Têkiliyên fireh ên wek milîsên giştî bi kar neyne. Milîsên xwe cihê baweriyê be, rêxistinkirî be ango cewherî be. Divê wisa xwe cih û war bike û zêde tevnegere. Cih û warê xwe cihê herî veşartî be, stratejîk be, kesek nezanibe. Heya ku deşifre nebûyî be û heya ku karekî pêwîst nebe, nabe ku ew wisa tev bigere. Lazim e di cihê veşartî de, parastî de be. Kengî ji bo çalakî an jî ji bo xebatên rêxistinî pêwîst bû, wê çaxê tev digere. Lê weke berê nakeve gundan û dernakeve. Bi rêya têkiliyên xwe yên taybet ku kê dixwaze wî derbixe derveyî gund. 

Gerîla wekî berê propaganda nake. Ji xwe hebûna gerîla, xwe parastina gerîla bi serê xwe ji bo tevahî civakê propaganda ye. Ango ji bo civakê dibe cihê baweriyê. Dibe cihê ku civak pişta xwe bide, pişta xwe pê germ bike, jê cesaret bigre. Gerîla wekî motorekî ku enerjî dide civakê ye. Gerîla ger ku xwe biparêze û bi rê û rêbazê veşartî tev bigere, wekî gerîlayekî esrarengiz, wekî xeyalet kengî xwest derkeve holê, cihê ku nexwest kes nekaribe bibine; gerîlayek wisa hem heybeta xwe zêde ye, hem tirs û xofa xwe li ser dijmin zêde ye. Her wiha zêdetir bandora xwe jî li ser civakê heye. Ango ne hewce ye gerîla wekî berê mal bi mal bigere û ji însanan re propaganda bike. Ger ku pêdivî bi tiştek wisa hebe jî wê çaxê dikare bi dîmen an jî bi deng qeyd bike û bi rêya qûryeyan bişîne deverên ku dixwaze û wisa peyamên xwe bide wan cihan. Lê nabe bi xwe tevbigere. Ango gerîlayê sedsala 21’emîn tenê tevgerîna pêwîst dike tevdigere, wekî din tevnagere. Di cihê veşartî de xwe bi cih dike û bi rêya têkiliyên xwe yên taybet û teng ve xwe bi rêxistin dike, pêwîstiyên xwe bi wî rengî pêktîne. Di serdema nû de divê gerîla xwe wisa tevger bike.

BAJAR QADÊN JI KARÊ XWEPARASTINÊ NE

Ya din hemû erdnîgarî ne wek hev in. Mînak bajar; ev jî ne ku gerîla diçe bajar, lê carna wekî heval Sara û heval Rûken dibe ku ji bo çalakî biçin. Wekî din bajar bi esasî warê xebata parastina cewherî ye. Parastina cewherî di nav gundan, bajaran an jî deştan de bi şêwazekî sivîl xebat dike. Ev xebat bi serê xwe xebatekî stratejîk e û nebe nabe. Divê mirov giringîyekî stratejîk bide vê û wisa li ser raweste. Ango bi rengên sivîl, rêbazên sivîl xwe bigihîne her derê. Ne ku bi rengên leşkerî. Rast e; YPS ango parastina cewherî hêzekî nîv leşkerî û nîv sivîl e, lê di xebatê de sivîl e, tenê wextê çalakiyan leşkeri ye. Dema ne di çalakiyê de be, her endamekî YPS’ê kesekî sivîl e. Li cih û warekî an jî di karekî civakî û aborî de cih digre, di xebatê de ye û xwe wisa diparêze. Bi vî awayî xwe digihîne deşt, bajar û her cihî. Ango ne gerîla, parastina cewherî bi esasî di nav gel de, bi şêwazê sivîl tevdigere. Gerîla êdî ew demê ku wekî berê di nav gel de tevbigere û ji gundekî biçe gundekî din derbaskiriye. Êdî dem ew dem nîne. Gerîla îro di Kurdistanê de hêza pêşeng e, mewziya xwe stratejik e û li her derê tevnagere. Parastinê esas digre, rêxistinê dimeşîne. Bi rêya parastin û di heman demê de bi rêya parastina cewherî xwe digihîne her cihî. Di dema nû de divê mirov gerîla wisa bigre dest.

Cardin nabe ku gerîla her erdnîgariyekî wek hev bigre dest. Mînak deşt hene, zozan hene û çiyayên daristan hene. Ji bo gerîla cihê herî esasî cihên çiya û daristan in. Gerîla zêdetir cihê çiya û daristan esas digre, lê ev nayê wê wateyê ku gerîla ji cihê deşt û zozan dikşê. Na; gerîla dikare li wan deran jî hebe û xebat bimeşîne. Lê li cihên deşt ji xwe heval dizanin ku pêwîstî bi çi veşartinê heye. Lê niha tiştên nû ku em digrin dest ew e ku divê mirov zozan jî hema hema wekî deşt bigre dest. Li zozanan jî ger ku têkiliyên te yên cihê baweriyê hebe, cardin sîstema te ya binerd hebe û veşartî bî, tu pêdiviyên xwe bi rêya wan têkiliyên xwe pêk bînî û her wiha sistema te tam binerd be. Wê çaxê tu dikarî li wir kar bikî û mayînde bimînî. Ji vê re jî amadekariyên bingehîn pêwîst in. Ev amadekariyên bingehîn nebin nabe. Mirov di vê serdemê de li cihên zozan weke berê tev nagere. Li cihên zozan wekî berê tevgerîn şaş e.

Di serdema nû de gerîlayê serdemê li deşt û zozanan bi temamî şêwazê binerd esas digre. Bi dizîbûnekî kûr tevdigere û li ser hîmê têkiliyên cihê baweriyê xwe bi rêxistin dike. Ev mijarekî giring e. Niha heval di zozanan de wekî berê tevdigerin. Ji bo wê jî dîmen didin, dikevin şer û piranî windahî wisa çêdibe. Ev ji encama terzê tê meşandin pêk tê. Ango di terzê me de kêmahî heye. Terz ne li gorî demê ye. Terzê demê binerdbûn, dizîbûna kûr, tevgerîna bi baldar dixwaze. Ne tevgera bi roj. Li van cihan bi roj tevgerîn wekî cinayet e, tawan e, divê bi roj nebe. Ji ber ku bi roj hîn zêdetir derfetê ku deşîfre bibe heye. Lê niha gerîlayê sedsala 21’emîn, ango gerîlayê demê, gerîlayê nû li zozanan jî li cihê çiyayên bi daristan jî û her derê jî bi xwe re hinek pîvanan tîne. Divê ku heval van pîvanan rast bigrin dest. 

DI HER DEMSALÊ DE RÊBAZA BINERDÊ ESAS E

Tiştên me ji bo zozan û deştan gotiye, piraniya wan ji bo çiyayên daristanên xwe heyî jî derbasdar in. Wek mînak, derketin û ketina gund, terzê tevgerîna bi şev, terzê cih û war girtinê. Mijara binerd me berî vê hinek anî ziman. Ango di serdema me de di Şerê Gelê Şoreşgerî de rêbazên binerd rêbazekî esasî ye; faktorekî nebe nabe ye. Ev tenê ne ji bo mirov axên azadkirî biparêze tê gotin. Ango ne tenê sîstema tunel e. Li deverên gerîlayên bi tevger jî, cardin binerd esas e. Dibe li wan deran tunelên pir dirêj, xebatên bi salan nabe, xebata van cihan demkî ye. Li qadên gerîlayên bi tevger, ango li Amed, Botan, Dêrsim, Serhed, Mêrdînê her li kîjan eyalet dibe bila bibe wisa ye. Ango ji bo tevahî eyaletên Kurdistana Bakur û Rojhilat wisa ye. Cihên dagirkirî yên di bin qontrola dijmin de û gerîla lê tevdigerin divê wisa be. Du şêwazên bikaranîna binerd hene. Ev çi ne? 

Yek divê mirov her tim binerd esas bigre. Ango gerîla havînê jî çû ku derê, divê li wir mewziyekî binerd çêke, di wê mewziyê de istireheta xwe bike û di wir de bi rengê 2-2 bimîne. Ev mewziyên demkî ne û ev bi xebata rojekê temam dibin. Mirov divê di binerd de bimîne. 

Ya dûyem jî, ji xwe heval dizanin cih û war girtina zivistanê binerd e. Heval binerdên hîn firehtir, kûrtir amade dikin. Ango tam binerd e. 

Ango hem cih û warbûna havînê hem jî ya zivistanê de rêbazê binerd heye. Havînan binerd sivik in û weke mewziyên binerd e; zivistanê jî sixnaqa binerd e. 

HAVÎNÊ NÎVÎ, ZIVISTANÊ BI TEMAMÎ RÊBAZA BINERDÊ

Ango fêmdibe ku di Şerê Gelê Şoreşgerî de, di şerê gerîla de rêbazên binerd êdî rêbazekî esasî ye. Despêkê divê mirov vê bipejirîne û rast bibine. Ji bo wê jî divê teqez bi her gerîlayekî demê re çawa ku çek amûreke esasî ye û nebe nabe, divê qazme û bêra xwe ya portatif jî bike amûreke esasî ya nebe nabe. Çima? Ji ber ku biçe ku derê, divê li wir binerd çêke. Ji bo zivistanê binerdên hîn kûr, lê ji bo yên demkî jî binerdên wisa nîv binerd pêwîst e. Yek tam binerd e yek nîv binerd e. Divê êdî ev bibe terz. Lê li zozanan û deştan lazim e her tim tam binerd be. Li çiya û daristanan havînê nîv binerd, zivistanê tam binerd e. Ferqa xwe ev e. Wekî din tiştên me ji bo zozanan gotin, ji bo çiya û daristanan jî derbasdar in. Ango di gerîla de, divê mirov wisa terzê tevgerînê li gorî zanist û teknolojiya demê pêşbixîne. Lazim e taktîk rêbazê me wisa be; terzê tevgerîna me li ser hîmê pûçkirina îstîxbarata dijmin be. Ji ber wê jî divê li ser hîmê dizîbûna kûr be. Divê em wisa tevbigerin, cih û war girtina me divê bi şêwazek wisa be ku dijmin nekaribe qet û qet bibine, pir dizî be. Bi vî awayî gerîlayê nû yê demê em dikarin wek Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, gerîlayê li ser hîmê azadiya jin, wekheviya jin û zilam hatî tevger kirin rast pênase bikin. Taktîk rêbazê wê wisa avabikin.

Li derveyî qadên azadkirî, teqez pêwîst e tevgerîna gerîla di vê çarçoveya hatî gotin de bê pêşxistin. Derveyî vê rêbazên kevn û klasîk wê encam nede û bibe bingehê derbxwarin û tesfiyebûnê. Niha em dikevin demsala zivistanê. Ji bo tevahî gerîla û taybet ji bo gerîlayê Bakurê Kurdistan û deverên wekî Bakurê Kurdistan, êdî amadekariyên cih û war girtinê karê esasî ye. Beriya em di derheqê gerîlayê Bakur de çend tiştan bêjin, despêkê çalakiya fedaî ya Heval Sara Goyî û Heval Rûken Qamişlo silav dikin. Van hevalan di qadeke weke Mêrsînê de û di qadeke wek nava dilê dijmin de bi çalakiya xwe ya bi wate û dîrokî di asteke bilind de temsîla rihê Apogerî-fedaî jiyan kirin. Îro berxwedana li Zap, Avaşîn û Metîna pêşdikeve, bi şêwazê tîmên bi tevger li ser erdê û bi taybet berxwedana di tunelan de dimeşe, ev jî rihê Apoyî-fedaî temsîl dike. Daxwaz û hewldana bersivdayîna rihê hevaltiya bi Rêber Apo re ye. Rêber Apo 24 sal e bi sebrek, israrek mezin, bi îradeyekî awarte, bi hêzekî ser însan re, bi rastî seknekî pir bi wate pêşdixîne. Ango mirov tenê bêje ‘berxwedan’, dibe ku yan têrê neke, yan jî wisa pir qaba bimîne. Di xwe de israrkirin e, di dozê de israrkirin e, seknekî dîrokî û bi wate ye. Israrekî mezin e, îradeyekî pir pir bilind e. 

Niha em dixwazin di xebatan de ji vê sekna Rêber Apo re bibin bersiv. Hevalên li Zap, Avaşîn, Metîna di tunelan de berxwedidin, li derdora tunelan her roj çalakî dikin ev heval hewldidin ji wî rihê Apogerî re bibin bersiv û wî rihî temsîl dikin. Îro hevalên herî zêde nêzî rihê Apogerî ew in. Lê bi çalakiya Mêrsînê re rêheval Sara Goyî û Rûken Qamişlo bi vê çalakiya xwe ya fedaî, ya dîrokî û bi wate peyam dan ku ‘em dikarin li her deverekî rihê fedaî-Apogerî temsîl bikin.’ Ji bo wê jî çalakiyek pir bi wate ye. Em van her dû fedaiyên qehreman bi rêzdarî, bi hurmet bibîr tînin. Ew temsîla rihê demê ne, temsîla berxwedana tevgera me ne. Wan hemû tedbîr û derfetên dijmin têk birin û xwe gihandin asta çalakiyekî dîrokî. Wisa ji berxwedana zindanan û ji berxwedana şerê tunelan yên Herêmên Parastina Medya re bûn bersiv. Ji hêviyên azadiya gelê me re bûn bersiv. Ji bo şerê psîkolojîk yê dagirkeriya Tirkiyê dimeşîne bû darbeyekî mezin. Ji bo wê em wan bi rêzdarî silav dikin.

PERFORMANSA ŞER A HEVRÊYÊN JIN GIHÎŞT ASTA HERÎ BILIND

Heman demê şehîdên Bakurê Kurdistan ên herî dawî, di serî de şehîdên eyaleta Geverê rêheval Evîn Rêber Andok û Aso Tekoşîn Dîren em bibîr tînin; sekn û berxwedana wan silav dikin. Van hevalan xwestin çalakî bikin. Lê xuya ye di berê de ketine bin qontrolê, dijmin li deverên ku wê biçinê kamera daniye; ango pusu danîne û heval ketine pusuya dijmin û wisa şer kirin, berxwe dan. Berxwedanekî bi wate pêşxistin û wisa gihiştin şehadetê. Cardin şehîdên Cudî yên herî dawî heval Êzda Meşkan û Mahîr Başkale jî bi berxwedanekî dîrokî di şer de şehîd bûn. Beriya wê çalakî pêk anîn, piştî çalakiyê heman rojê dijmin jî bêgûman dixwaze derbe li hevalan bixe û divê çarçovê de berxwedanek pêşdikeve û heval digihêjin şehadetekî bi wate. Cardin şehîdên me yên herî dawî li Amedê fermandar û hevalên hêja heval Dîcle, Dîren û Adar qadro û fermandarên tevgerê bûn, milîtanên YJA STAR'ê ku hevalên xwedî ked bûn di eyaleta Amedê de. Em wan hevalan jî bi rêzdarî û bi hurmet bibîr tînin. Em dizanin ku di şexsê van hevalan de hem li tevahî Bakurê Kurdistanê, hem jî li Herêmên Parastina Medya jinên Kurd cesaret, fedekarî û jêhatî bûna raber kirî di astekî lutkeyê de ye û nimûneyekî mezin e. Di asta vê temsîlê de kedekî pir mezin a van hevalan heye. Cardin şehîdên eyaleta Wanê li Kato Marînos, rêheval Rosîda, Masîro, Rojhat û Kawa şehîdên herî dawî ne. Em van hevalan jî bi rêzdarî û bi hurmet bibîr tînin. Di şexsê van şehîdên hêja de em tevahî şehîdên Bakurê Kurdistanê yên salê û yên giştî bi rêzdarî û bi hurmet bibîr tînin; sozên dayî şehîdên qehreman carek din dûbare dikin. Em ê wek rêhevalên wan di sozên xwe de heya dawî girêdayî bin.

Niha dijmin ji bo gerîlayê Bakurê Kurdistan her tim temen dipîve. Were bîra we; hîn di sala 2016’an de temen heya Nîsana 2017’an danîn. Ango wan gotin, ‘teknolojiya serdemê bi dest me ket; êdî em ê bi vê teknîkê gerîla ji holê rakin.’ Niha jî cardin wisa temen dipîvin. Bêgûman ev qadroyên şerê taybet fedî nakin, şerm bi wan re nîne. Ger ku fedî bikirana wê bigotana ‘me berê 5-6 caran temen pivandiye û wisa derneketiye, me derew kirine, em carek din tiştên wisa nabêjin.’ Lê ew şerm nakin. Her tim derdikevin pêşiya kamerayan û dibêjin, ‘heya sala bê em ê gerîla li Bakur bi temamî tesfiye bikin.’ 

XWEPARASTINA GERÎLA JÎ BERXWEDANEKE

Ango berxwedana gerîlayê Bakur tenê ne bi çalakiyê ye; xwe parastin jî berxwedaneke. Ji ber ku armanca dijmin têk dibe. Dijmin dixwaze gerîla tesfiye bike; dema tu xwe biparêzî, tu hewldanên dijmin vala derxînî ev berxwedanek e û sekneke bi wate ye. Em şerê îradeyê wisa didin. Ango em îro li Herêmên Parastina Medya û li hemû qadên azadkirî bi şêwazekî vî şerî dikin, lê di qadên wekî Bakur de bi şêwazekî cûdatir dikin. Li beşên Kurdistanê yên din jî ev berxwedanî bi heman şêwazî dimeşe. Em ê qala hemû beşan nekin, lê lazim e herkes li gorî vê ji xwe re encaman derxîne.

Niha gerîlayê Bakur divê bizanibe di vî serdemî de xweparastin ne tenê bi fîzîkî parastin e. Di warê ruhî û îdeolojîkî parastin jî pêwîst e. Zivistanê, di warê fikrî û îdeolojîkî de lêhûrbûn derfet zêde ne. Perwerde ye, di nav hevalan de pêşxistina ruhê rêhevalî ye, jiyana komunal a kolektîf e; wisa mirov ruhê parastina hevaltî pêşdixe, bilind dike û xurt dike. Ji xwe di warê fîzîkî de parastin tê zanîn. Li hemberê êrîşên dijminê tirsonek ku dixwaze me bi îstîxbarat û teknîk tune bike, li hemberî wî em bi tedbîr bin, hişyar bin, li gorî rê û rêbazên demê tevbigerin; di naveroka tevgerîna xwe de dizîbûnê bikin mîhwerê esasî; wisa em xwe û hêzên xwe biparêzin, dijmin bixin valatiyê û li hemberî dijmin bi serbikevin. Bêgûman derfet hebe çalakî jî tên kirin, lê beriya her tiştî parastin erkekî herî esasî yê demê ye.

EYALET HEMÛ DIVÊ GIRANIYÊ BIDIN SER SABOTAJ Û SÛÎQASTAN

Me li ser gerîlayê serdemê gelek tişt gotin. Rê û rêbazên tevgerînê, yê cih û war girtinê, yên têkiliyên gel, pêşxistina parastina cewherî hatin ziman û hemû giring in. Lê mijarekî gelek girîng heye ku ev jî taktîkên çalakî ne. Mijara taktîkên çalakiyê divê bêhtirî xwe bi şêwazên sabotaj û sûîqest be. Bêgûman taktîkên din jî hene, lê niha fêmdibe ku taktîka demê, bi esasî divê mirov li ser vî hîmî avabike. Binêrin; di Herêmên Parastina Medya de berxwedana îro li Zap, Avaşîn û xeta Metîna de tê meşandin heval bilanço didin; li gorî bilanço çalakiyên hatin kirin 60%’ê xwe zêdetir, ango nêzî 70% çalakiyên sabotaj û sûîqest in. Ev jî raber dike ku bi esasî di pratîkê de bi taktîk nêzbûna derbasdar ango ya herî serkeftî ev taktîk rêbaz in. Rexmî hinek derfetên hevalan li Herêmên Parastina Medya heye. Car caran derbeleme, sizme jî dikin, çekên giran jî hene, lê taktîk rêbazê herî zêde hatî bikaranîn sûîqest û sabotaj e. Wî çaxî pêwîst e hevalên Bakur hîn zêdetir van herdû rêbazan esas bigrin. Ango mirov dikare bêje, ‘taktîka demê ya bingehîn sabotaj e.’ Ji bo wê divê her eyalet li ser sabotaj û li ser sûîqest lêhûrbûn bike. Derfetan ji bo xwe avabike, xwe perwerde bike ku hevalek dizane bila hemû hevalên din fêr bike. Ango sûîqest, sabotaj rêbazekî giring e. Divê mirov zêdetir li ser kûranî çêbike.

DIJMIN RÊBAZA HER SALÊ TECRÛBE DIKE

Niha êdî werza (demsal) zivistanê nêz dibe. Ji ber wê jî ji bo Bakur erka herî bingehîn û stratejîk cih û war girtina rast e. Divê heval mijara cih û war girtinê ango uslenmê rast bigrin dest. Kî wê li ku bimîne, divê tenê ew wir bizane. Ango hevalek pir cihan bizanibe şaş e. Di bin navê vesaziyê de heval şaşiyên wiha dikin, ji niha de divê heval bi tedbîr nêzbibin û şaşiyê wisa nekin. Cardin ji tecrubeyên par sûd werbigrin. Di mijara cih û war girtina zivistanê de piranî heval serkeftî ne. Lê divê em jibîr nekin ku dijmin ji rêbazê her salê hinek sûd werdigre û li gorî wê sala din dikeve tevgerînê. Ango rêbazên hevalan par bikaranîn, divê heval têde guhartin çêkin û hîn zêde kûranî çêkin. Cih û warên ku kes qet û qet nekaribin texmîn bikin esas bigrin; hîn zêde kûranî û ziraviyê esas bigrin û amadekariyên xwe li gorî vê temam bikin. Tê zanîn divê heval di astekî stratejîk de nêz bibin. Karê herî esasî yê li pêşiya hevalên Bakur cih û warê zivistanê ye. Ji bo wê amadekariya di xeta rast de giring e. Cih û warê her tîmî an taximê divê kesek din nezanibe. Ew bi xwe tenê cih û warên xwe bizanibin. Divê saxlem bin û zivistanê tevgerîn nebe. Ango par li hinek cihan tevgerîn çêbû, hîna despêka zivistanê li Bagokê tevgerîn bû sedemê şehadetekî giran. Fermandara hêja hevala Hîra û tevî pênc hevalên endamê YJA STAR wisa şehîd bûn. Ango 2 heval ketin teqîbê û hatin noxtê; dijmin jî wisa bi ser noxtê de girt. Divê êdî tiştên wisa nebin. Dibe ku hinek kêmayî hebin; mirov ji qonaxekî û şûnde divê fedekarî esas bigre. Ne ku lazim e teqez hemû pêwîstiyan pêkbînin, kêmayî hebin jî divê êdî mirov bi fedekarî bixwazibe zivistanê serkeftî derbas bike. 

WEZÎFEYÊN ZIVISTANÊ PARASTINA FÎZÎKÎ Û ÎDEOLOJÎK E

Bêgûman wekî me li jor gotî, li zivistanê dû erkên esasî hene. Ew jî parastina fîzîkî û parastina ruhî û îdeolojîkî ye. Her hevalek (ne tenê fermandar, hemû heval) di erkê parastina xwe û hevalê xwe de berpirsyar e. Divê di warê leşkerî de veşartin, parastin hebe û di warê îdeolojîk rêxistinî de jî perwerde hebe, jiyana rêhevaltî were kûrkirin û wisa heval hevdû perwerde bikin, lêhûrbûyînê çêbikin, xwe ji sala pêşiya me re ku me got ‘gûmane bibe sala mezin,’ sala fînalê re amade bikin. 

Me qal kir ku sala 39’emîn a salvegeriya pêngava 15’ê Tebaxê de wê wisa bibe ku encamên mezin derkevin holê, sala pêşiya me wê jî dixe hindirê xwe. Ji bo wê em bi îdayeke mezin dikevin sala pêşiya me û divê heval xwe ji vê re amade bikin. Ji ber wê jî amadekariyên zivistanê ji niha de divê her kes bi cidî bigre dest û li gorî wê nêz bibe. 

Ji bo ku em erkên vê sala giring temam bikin û em van mehên ku li pêşiya me heyî jî, hîn zêde encam bigrin û wisa salê bi temamî bikin saleke serkeftî, çi erk dikeve li ser milê me, divê em jê re amade bin û pêk bînin. Ev ji bo me hemûyan derbasdar e. Tenê ne ji bo hinek hevalan e. Di serî de ji bo Biryargeha Navendî û tevahî hevalan ev tişt derbasdar e. Ji bo em salê teqez bikin saleke serkeftî, divê ev mehên li pêşiya me jî em baş bikar bînin. Nimûne; divê Bakur wendahî nede, taybet eyaleta Botanê her sal di van mehan de li Besta wendahiyan dide. Ango wendahiyên surprîz ên ne di hesabê de. Par windahiya hevalên hêja heval Şervan Erkendî û hevalê Gabar şehîd ketin. Divê tiştên wisa nebin û herkes baldar be. Dijmin payîzê herî zêde giringî dide kîjan xetan divê em zanibin û li gorê wê tevgerîna xwe çêbikin.

Cardin li Herêmên Parastina Medya jî erkên pir giring li pêşiya me ne. Divê her kes li ser erkên xwe raweste. Lê em dizanin ku her çiqas îro her gerîlayek namzetê fermandarî ye û qadroyê vê tevgerê ye, divê ku bi berpirsyar tevbigere. Lê belê kesên erkdar ango kesên bi fermî erkê fermandarî girtîn, divê ew herî zêde rola xwe bilîzin. Ev hemû tiştên me anîn ziman ji bo giştî hevalan derbasdar in, lê herî zêde ji bo fermandaran derbasdar in. Fermandarên Biryargeha Navendî, yên Sewq-Îdaran, yên eyaletan, yên herêman, taximan û tîman divê rast li erkên xwe xwedî derkevin.

Erka me ev e ku em pêşengtiya îdeolojîkî, rêxistinî û leşkerî bi temamî bikin. Ango ji pirsgirêkên îdeolojîk re bibin bersiv û em bi xwe di şexsê xwe de, bi pratîka xwe pêşengtî bikin. Xwe ji hevalan re bikin nimûne. Meseleyên rêxistinî çi dibin bila bibin, divê em ji pirsgirêkan re bibin bersiv, ruhê kolektîf û ekîpbûnê serwer bikin. Em wekî fermandar bi rê û rêbazên kolektîf, rihê ekip karbikin û bila tu kes tena xwe nemine. Divê tu kes bi tena xwe nemine û nebêje ‘ez’, bila bêje ‘em.’ Rast e; lazim e bi însiyatîf be, li erka xwe xwedî derkeve, di asta yekem de însiyatîf bikar bîne; lê divê ruhê kolektîvîzm û terzê ekîp nede alî. Parvekirinê esas bigre û nîqaş esas be. Li ser vî esasî biryar bê girtin û tevgerîn bê pêşxistin. Wisa di warê rêxistinî de seknek saxlem hebe, yekdestî hebe; jin dibe zilam dibe, dibe ku nîqaş hebin, rexne hebin, lê di encam de hemû hevalên di xeta Apogerî de kûrbûyî ango her yekînî divê li ser xetê di biryaran de hevbeş bin. Li hember dijmin, di tevgerînê de, divê rê û rêbazên rêxistinê esas bigrin, bi berpirsyar nêz bibin. Tu kesek valahî nede ku lewaziyên disiplînê çêbibin. Nehêlin lewaziyên ku dijmin jê feyde bigre çêbibin. Teqez di warê rêxistin û disîplînê de, warê pêşxistina ruhê rêhevaltiyê de, di her aliyê de, divê herkes li erkên xwe xwedî derbikevin. Lê di van mijaran hemûyan de dibê ku beriya her kesî fermandarî li rola pêşengtî xwedî derkeve. Ango li hemberî heqîqeta xetê her milîtanek berpirsyar e lê beriya her kesî fermandar berpirsyar e. Dibê di vî warî de çi asteng çi pirsgirêk heye teqez bê çareser kirin. 

Bêgûman di warê leşkerî de jî fermandar divê bi ruhê kolektîf li fermandariya xwe xwedî derkeve. Ango tevgerîna li ser hîmê veşartinê, dizîbûnê, disiplîn û kamûflaja zirav xwe serwer bike. Di cih û war girtin û di tevgerînê de, ango di hemû milî de, warê leşkerî de bi însiyatîf berpirsyariya xwe pêkbîne. Li kû derê dema ku fermandarî di van her sê mijaran de li erka xwe xwedî derkeve, li wê derê heval jî li derdora wan komdibin, dibin yek dest û ew yekîne di bin her giraniyê de, her barî de, her zorî û zehmetiyê de dikare bibe bersiv û teqez bi ser bikeve. 

Em bi hêvî ne ku wê tevahî heval li ser xeta Rêber Apo bi kûranî nêz bibin, di şopdariya rêya şehîdên qehreman de bi berpirsyar tevbigerin û ev serdema dîrokî ya awarte de di astekî herî jor de tevlîbûn avabikin, wisa teqez bibin xwediyê meşa serkeftinê. Meşa li pêşiya me, meşa azadkirina Rêber Apo, azadkirina Kurdistan de bibin hîmê azadî û serkeftinê. Îro rejîma AKP-MHP’ê di herêma Rojhilata Navîn de dixwaze bi hişmendiya Tûranîzmê pêlek nû pêş bixe. Ev tenê ne ji bo gelê Kurd, di serê de gelê Ereb û tevahî gelên herêmê xeter û gefek mezin e. Li hemberê vê pelê faşîst-nîjadperest serkeftin, wê bibe serkeftina azadî û demokrasiya gelê herêmê ye. Ji bo vê meşa azadkirina Rêber Apo, di heman demê de meşa azadkirina gelên herêmê ye jî. Ji bo vê pir bi wate ye û dîrokî ye. Divê ku tevahî heval di vê demê de ji bo serkeftinê çi pêwîst e wî bikin.

Li ser vî esasî em bi navê Biryargeha Navendî tevahî hevalan bi hezkirin, rêzdarî silav dikin û em ji bo tevahî hevalan, ango ji bo me tevan bi dil û can serkeftinê dixwazin."