KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nexweşxaneyên li Colemêrgê tijî cenaze bûne
Gelek cenazeyên leşkerên Tirk ên di êrîşên dagirkeriyê de hatin kuştin, anîn nexweşxaneyên li Colemêrgê. -
Dîmenê çek û cebilxaneyên ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatin desteserkirin-NÛ BÛ
Gerîla TV dîmenê çek û cebilxaneyên dagirkeran weşand, ku gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê FM desteser kirin. -
KCK: Têkoşîna li hemberî kesên Îslamê îstîsmar dikin, ferz e
KCK’ê Cejna Qurbanê ya alema Misilmanan pîroz kir û bang li Misilmanên Kurdistanê kir ku bila li hemberî dewleta Tirk a qirker û faşîst têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. -
'Tecrîd dibe sedema hilweşîna siyasî, aborî û civakî'
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Farûk Tatli got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve dibe sedema hilweşînê. -
'Li dijî gef û metirsiyê divê Kurd bi helwesteke neteweyî tevbigerin'
Parlamentera berê ya YNK'ê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gefeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Dema ku gef li herêmeke hate xwarin, divê kurd hemû bi helwesteke neteweyî tevbigerin." -
Dewleta Tirk bi her cûreyî çekên kîmyewî bi kar tîne, OPCW bêdeng e
Dewleta Tirk van sê mehên dawî her cûre gaz û çekên kîmyewî bi kar tîne ku ji aliyê mirovahiyê ve hatine qedexekirin. Saziyên mîna OPCW jî xwe ker, kor û lal dikin. -
12 rojnamevan hatin surgunkirin
Ji 16 rojnamevanên ku piştî hatin girtin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê diman, 12 kes surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 û 2 ya Amedê hatin kirin. -
AYM'ê Komkujiya Cizîrê parast: 'Binpêkirina mafan nîne'
AYM’ê serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ya kesên li Cizîrê hatin qetilkirin de wek “nayê qebûlkirin” dît û mafê jiyanê piştguh kir. -
Meclisa Mexmûrê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji raya giştî re nameyek şand
Meclisa Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi nameyekê bertek nîşanî bêdengiya saziyên peywendîdar a li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha wan pêk tîne da û bang li wan kir ku bi erka xwe rabin. -
HPG: 36 dagirker hatin cezakirin, cenazeyê dagirkerekî di destê me de ye
HPG: Hêzên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 36 leşkerên Tirk hatin cezakirin, dronek hate îmhakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin. Cenazeyê dagirkerekî di destê hêzên me de ye. -
DBP li ber biryara desthilatdariyê ya têkildarî Salîha Aydenîz rabû
Rêveberiya DBP'ê biryara ji bo desteserkirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîha Aydenîz şermezar kir û got, "Em ê qada xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin." -
Nobeda Edaletê ya Amedê: Ji girtiyan re azadî!
Çalakiya malbatên girtiyan a Nobeda Edaletê li Amedê di roja 234’an de ye. Malbatan ji bo azadiya girtiyan bang kirin û gotin, "Em bi hêrs in." -
Malbata Şenyaşar 485 roj in ji bo edaletê li ber xwe dide
Malbata Şenyaşar 486 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, nobeta edeletê digire. -
'Berjewendiya aliyan astengiya sereke li pêşiya avabûna hikumeta Iraqê ye'
Nesredîn diyar kir ku berjewendiyên aliyan nahêle ku hikumet li Iraqê pêk bê, bal kişande ser gotûbêjên aliyê Kurdî û got; “Ew xalên ku aliyên Kurdî li Bexdayê li ser nîqaş dikin ne xalên sereke yên ku girêdayî berjewendiya niştîmanî û gel e." -
Li Wanê kamyoneta koçeran wergeriya: 10 kes birîndar bûn
Li Elbaka Wanê kamyoneta koçeran wergeriya, zarok û jin jî di nav de10 kes birîndar bûn. -
PDK li Metînayê ji bo artêşa Tirk a dagirker baregehê ava dike
Li qada Girê Ortê ya Metînayê PDK ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeh û stargehan ava dike. -
Beriya berdanê, 'poşmanî' li girtiyên siyasî tê ferzkirin
Li girtîgeheke Wanê ku girtiyên siyasî lê têne girtin, ji girtiyên ku divê sala dawî li girtîgeha vekirî derbas bikin an jî bêne berdan pirsa 'Tu poşman bûye' tê kirin. Girtiyên ku bersiveke ne bi dilê wan didin, nayên berdan. -
PDK nahêle 5 girtiyên Şêladizê yên biryara berdana wan heyî bên berdan
CPT’yê bi daxuyaniyekê ragihand, tevî ku biryara dadgehê ya serbest berdana 5 girtiyên Şêladizê heye jî lê heya niha nehatine berdan. -
Baroya Şirnexê li ser birîn û talana daran rapor amade kir
Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran a ku li Şirnexê didome rapor amade kir. -
Ciwanan li ser bandora çekên kîmyewî semînerek da
Koma Ciwanên Şarezûrê bi dirûşmeya ‘Bikaranîna çekên kîmyawî ya li ser xaka Kurdistanê û encamên wê’ li Helebce semînerek lidar xist. -
Zext û gefên leşkerên Tirk li ser gundiyan
Leşkerên Tirk, di çarçoveya operasyona dagirkeriyê ya li herêma Astenga Reş dane destpêkirin, gefan li gundiyan dixwin û zextan li wan dikin. -
Girtiya 80 salî Ozer milê wê şikest
Hat zanîn ku Makbûle Ozer a 80 salî ku dîl hatiye girtin, duh ji ser hişê xwe ve çûye û di encama ketinê de milê wê şikestî ye. -
Çalakiyên bi ruhê 14’ê Tîrmehê: 31 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê 14’ê Tîrmehê çalakî kirine û got “Di van çalakiyan de 31 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, dronek, wesayîteke zirxî û çeperek hatine îmhakirin.” -
Dewleta Tirk herêma Pîkeseryan a Amêdiyeyê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker herêma Pîkeseryan a Amêdiyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
HPG'ê şehîdên Botanê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê di sala 2020'î de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soz didin ku hevgirtina azad û biratiya gelan teqez pêk bînin ku armanca şehîdên me bû."