Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike

Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de got ku kesê ji xwe re dibêje mirov, nikare li hemberî zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng bimîne.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 582’yan de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” ku malbatê li wir çalakiya xwe dikir, ev hefteyeke di dorpêça polîsan de ye. Malbatê jî çalakiya xwe li pêşiya bariyerên polîsan domand.  Malbatê kaxizên bi nivîsa “Edalet” û wêneyên ku dema çalakiya wan a Nobeta Edaletê vedibêjin, bi bariyeran ve hilayîst.

Polîsên ku ji bo astengkirina çalakiya malbatê hefteyek berê bariyerên beton danîbûn pêşiya edliyeyê, dema wêneyên komkujiyê ji bariyeran girtin gotibûn; “Wêneyên we ji bariyerên dewletê digirin” û xwestibûn ku malbata wêneyan rake. Lê belê malbatê li ber xwe da û polîs neçar kirin ku paşdegav biavêjin.

Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî bi destnîşankirina Walîtiya Rihayê ev peyam parve da: "Ma em weke ku kesek nemiribe tevbigerin? Kurê min ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreyê de tê ragirtin. Dema edalet pêk hat, ez ê biçim mala xwe. Yê ku ji xwe re dibêje insan, wê li hemberî vê zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng nemîne.”