'Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me yê Êzidî ye'

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fikrê azad ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li Şengalê yekîtiya xwe çêdikin û bi gotina "Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me ye" banga vegerê li koçberan kir.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li Geliyê Kersê yê Şengalê li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9'ê Cotmehê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê saziyê Hemed Bişar ve hate dayin. Di destpêkê de şehîdên çar parçeyên Kurdistanê û Êzidxanê hate bîranîn û hem komplo hem jî peymana 9'ê Cotmehê hatin şermezarkirin.

Hemed Bişar anî ziman ku bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bizirê yekîtî û çanda Êzidiyan li Şengalê hatiye çandin û ji sala 2014'an û vir ve li ser vî hîmî li ber xwe didin, xwe diparêzin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî van êrîşan hate bibîrxistin û hate gotin, armanc ji êrîşan tunekirina Êzidiyatiyê ye, lê belê wê ti carî negihêjin armanca xwe.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi koçberiya Şengaliyan a li derveyî welat hate kirin û hate destnîşankirin ku ev yek weke parçeyek ji plana tifaqa PDK û Erdogan ji bo valakirina Şengalê tê kirin û hate gotin, "Bi saya Xwedê û fikrê Serok Apo em li vê xakê ne, li ber xwe didin. Em vê xakê ji kesî re naspêrin."

Ji bo koçberên Şengalî yên li Kampên Başûrê Kurdistanê jî di daxuyaniyê de hate gotin, "Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me yê Êzidî ye" û banga vegera li Şengalê hate kirin.