Andok: Heke ciwan dixwazin azad bibin divê tevlî nav refên gerîlayan bibin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir divê her ciwanên Kurd divê di nav têkoşîna azadiyê de cih bigire û tevlî nav refên gerîlayan bibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, derbarê girîngiya rola ciwanên Kurd û Kurdistanê di şerê niha ku rû dide de, ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî.

Xebat Andok bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku, li hemberî gel û civaka Kurd berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan pêk bînin, û ji bo ku tola salan û dîrokî ji dagirkeran bigirin, divê berê xwe bidin nava refên gerîla.

Xebat Andok got; “Yên ku dixwazin li hember neheqiyê, bê edaletê têbikoşin, yên ku dixwazin tama jiyana azad û wekhev bikin, yên ku dixwazin hevaltiyeke rast bijîn, yên ku dixwazin tola dîrokî ji dagirker û desthilatdaran bigrin, yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd di kêliyê de çareser bikin, yên ku dixwazin rojên azad pêşkêşî zarok û civaka Kurdan bikin, divê berê xwe bidin nav refên tevgera azadiyê.”

Nirxandinên Xebat Andok yên derbarê rastiya dagirkeriya li Kurdistanê û ser civaka Kurd bi temamî bi vê rengî ye;

“Gelî ciwanên Kurdistanê em we hemûyan bi rêzdarî, dil û can û hezkirin silav dikin. Hevalên hêja me hîna di sedsala 21’emîn de jî normalîzasyona xwe weke gelê Kurd bi dest nexistiye. Yanê me jî weke hemû gelên dinê xwe negihandiye hemî mafên xwe, em negihaştina maf dayînin aliyekî, em hîna di bin lepên qirkirinê de ne. Ne navê me heye û ne jî mafên me tê naskirin. Ev bû sedsalek bê navber em bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ne. Em weke gelê Kurd pêwîst nake rewşê hevdu bipirsin. Ji ber em Kurd in, em bi polîtîkayên îmhayê re rû bi rû ne, eger kesek bi qasî serê derziyê bifkire, kêmek wijdan bi mirovan re hebe, mirov hinekî ser xwe de lêhûrbûn bike. Mirov wê bibîne ka dewletên dagirker hêzên modernîteya kapîtalîst çi ji me dikin. Ji bo wê yekê dema em weke Kurd ji hevdu re dibêjin rewşa me wiha ye, em bi polîtîkayeke qirkirinê ya wiha re rû bi rû ne, neheqiyek bi vî awayî li ser me heye. Em dema hewl didin van gotinan ji hevdu re bêjin, ev tiştekî îspat dike, ew jî diyar dike ku rewşa me ne baş e. Jixwe zaten em her roj van tiştan jiyan dike, pêwîst nake em her ji hevdu re jî bêjin. Ev tenê asta asîmlasyonê û helandinê nîşan dide. Ji bo wê jî pêwîst e hemû gelan bi taybet jî gelê me em wan ji vê rewşê derbixin. Dîsa tişta herî xirab ew e ku mirov pitpitûkî be, mirov her gilî, gazinc bike û bêje ev dijmin çima wiha li me kir. Ji bo gel û mirovekî ev neheqiya herî mezin e, lazim e tu kes xwe nexe rewşeke wisa de. Tişta girîng ne ew e ku dijmin çi ji me dike, ya girîng em bizanibin em çi bikin. Ji xwe ew dijmin e, dixwaze çi bike ev sed sal in, nîşanî me dide dixwaze çibike. Bi taybet di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de ev yek bi eşkereyî xuya ye.

LI SER GELÊ KURD FERMANA QIRKIRINÊ HEYE

Fermana ku di sedsala 21’emîn de dane, fermana qirkirinê ye û gotine emê koka gelê Kurd biqedînin. Dibêjin yên fîzîkî me qedand ji xwe me qedandiye û yên dîtir jî bi rêbaza asîmlasyon û qirkirina çandî ji holê rabikin. Yanê tişta ku anîne serê Roma, Êzîdî, Ermen, Asûrî û Sûriyaniyan em ê bînin serê gelê Kurd jî. Yanê dagirker, desthildar, hêzên modernîteya kapîtalîst derbarê Kurd û Kurdistanê de çi difkirin viya bi her awayî nîşanî me didin. Ji ber vê jî ne hewce ye ku em ji hevdu bipirsin dewlet ji me çi dike, çima wisa dike û dixwaze çibike. Bê guman pêwîst e mirov dijminê xwe her bişopîne, lê divê mirov şikayeta wê neke. Yê ku şikayetan dike bila destpêkê li kesayeta xwe binêre û jixwe bipirse çima em di vê rewşê de ne. Dijmin dijminatiya xwe dike, em weke gelekî ku dixwazin hebin, ji bo hebûna me tişta ku dikeve ser milê me em dikin an nakin ?

Eger em jî weke pêşiyên xwe bikin, em nikarin doza azadiya Kurd û Kurdistanê bi dest bixin. Di çarçoveya qirkirina sedsalî de, dema ku qirkirin li ser gelê Kurd dihat meşandin mezinên Kurdan ev yek qebûl nekirin berxwedaniya xwe kirin, bi rêbazên cur bi cur nerazîbûnên xwe nîşan dan. Lê belê heya roja îro tişta ku dixuyê ew e em hîna bi ser neketine. Baş e wê demê em di roja me ya îro de çi bikin ? Em ê dewletan sûcdar bikin û şikayeta dijminê xwe bikin ? Yan jî em ê mezinên xwe sûcdar bikin ? Eger em tiştekî wisa bikin, emê jî weke mezinên xwe yên destpêkê bin. Ji ber ew jî bi ser neketin, li hemberî dîrokê sûcdar man, her di pozîsyona rexnedayînê de man. Ji ber ku wan pirsgirêka Kurd çareser nekirin û talûqî roja me ya îro kirin. Eger em jî weke wan her di pozîsyona rexnedayînê de bimînin,  em ê jî van pirsgirêka Kurd taloqî rojên pêşerojê bikin. Zarokên îro, wê weke ciwanên sibê bikevin heman pozîsyona ku niha em tê de ne, vê carê ew ê me rexne bikin. Yanê bi kurt û kurmancî pêwîst e mirov xwe ji rewşên wiha derxîne. Niha jî em ê bipirsin em ê xwe çawa ji vê rewşê derbixin ? Pêwîst e gelê Kurd û bi taybet jî ciwanên Kurd hinekî ser rewşa xwe bisekinin, di vê xalê de gelek mînakên me hene. Serokatiya me dema tevgera azadiyê damezrand, heta beriya wê kete nava doza Kurd û Kurdistanê ciwanek bû. Serokatiya me ji ber rewşa gelê Kurd şerm kir û bi vê hestên xwe yên şermê derketinek kir. Ji xwe re heval û hogir çêkir, gel bi rêxistin kir. Vê gavê re îro em dibînin çawa gel zindî kiriye û têdikoşe.

RÊBER APO DEMA DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR CIWANEK BÛ

Serokatiya me çawa dest pê kir tespîtekî bi vê rengî kir “Kurdekî ku ji cewhera xwe re îxanet nekiribe tuneye”, rastî jî wisa ye. Heqaret li Kurdan tê kirin lê Kurd hereket nake, navê wî hatiye qedexekirin dengê xwe nake, welatê wî hatiye dagirkirin têkoşînekê nake. Mirove pêwîst e neheqî lê neyê kirin, lê sibê heya êvarê bi neheqiyan re rû bi rû ye, lê tiştekî nabêje. Hewl didin wî ji cewhera wî dûr bixin, wî ber bi riyekî din ve bibin, ew jî dengê xwe nake ser wê riya wan de diçe û dibe memûrê dewletê. Kurdên bi vê rengî ew Kurd in ku li Kurdiyatiya xwe, Kurdistanîbûna xwe û cewhera xwe re îxanet kirine ye. Serokatiya me ji bo ku gel û hevalên xwe ji vê rewşê derbixe kete ser riya azadiyê. Doza Kurd, Kurdistan û mirovbûnê kir, tevî ku ciwanek jî ev doza Kurd û Kurdistanê heya roja me ya îro jî anî. Derketineke wisa kir ku êdî gelê Kurd ew dubarebûna dîrokî nejî.

CIWAN HÊZÊN GUHERTINÊ NE

Niha ciwanên Kurdistanê yên îro jî, lazim e bi vê awayî tevbigerin. Hevalên hêja va ye hûn jî weke ciwanên Kurd û Kurdistanî xwedî berpirsyartiyên pir mezin in. Ger ku hûn jî li gor rol û misyona xwe tevnegerin hûn jî bikevin pozîsyona mezinên xwe. Weke ciwanên Kurd hemû xwedî berpirsyarî ne, li beramberî civakê. Jixwe di civakekî de karê ku pîremêr û pîrejin bikin kêm e. Guhertin û veguhertina civakê, di kêliyê de qezenckirina civakê û qezenckirina pêşeroja civakê hemû li gorî perfonmansa ciwanan tê destnîşan kirin. Ya ku jiyanê bi tecrûbeyên mezin ava dikin ya rastî ciwan in, ciwan hêza guhertin û veguhertinê ne. Ew mafê ciwanên Kurd nîne ku sûcê bavêjin ser pêşiyên xwe. Herî kêm berpirsyartiya hemû mezinên Kurdan li hemberî biçûkên xwe heye, hûn jî mezinên zarokên Kurd in. Ji ber vê jî çavê hemû zarok, civak û mezinên Kurdan li ser we ye. Mezinên me dibêjin tişta ku me nedikarîbû di roja xwe de em bi ser bixin, bila herî kêm di roja îro de ciwan bi ser bixin. Ji ber vê jî erk û berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê ciwanên roja me ya îro de. Ji bo wê jî pêwîste ciwan li erkên ku dikevin ser milên wan xwedî derbikevin.

PKK TEVGEREKE CIWANAN E

Ciwanên ku bixwazin tolê ji dagirkeriyê bigrin, tolê ji polîtîkayên qirkirinê bigrin, tolgirtineke dîrokî ji vê dewleta faşîst û qirker bigirin, pêwîst e berê xwe bidin nava tevgera azadiyê. Ji ber ku ji derveyî tevgera azadiyê tu cihekî din nîne ku karibe ji bo tolgirtinê bibe bersiv. Li ser van esasan tevgera azadiyê ji aliyê ciwanan ve hate damezrandin, bi rihê ciwantiyê heya roja me ya îro jî hat, û ew ê bi ciwantiyê jî bi dawî bibe. Ji bo wê jî tevgera me PKK tevgera azadiyê û tevgera ciwanan e. Hem piranî endamên xwe ciwan in, hem jî rih li gorî ciwantiyê ye, û dibêjin em ê heya dawiyê temenê xwe li ser vê rihê têkoşîn bikin. Ji ber vê jî tevgera azadiyê tam li gorî rih, xwastek, armanc û daxwazên ciwana ye. Ji bo wê jî cihê ciwanan tevgera azadiyê ye.

DIVÊ CIWANÊN KURD TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA BIBIN

Li ser van esasan yên ku dixwazin li hember neheqiyê, bê edaletê têbikoşin, yên ku dixwazin tama jiyana azad û wekhev bikin, yên ku dixwazin hevaltiyeke rast bijîn, yên ku dixwazin tola dîrokî ji dagirker û desthilatdaran bigrin, yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd di kêliyê de çareser bikin, yên ku dixwazin rojên azad pêşkêşî zarok û civaka Kurdan bikin, divê berê xwe bidin nav refên tevgera azadiyê. Di nav tevgera azadiyê de jî divê berê xwe bidin nava refên gerîla, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Îro hûn jî dibînin ji bo serxistina doza Kurd û Kurdistanê gerîla bi çi awayî li ber xwe dide. Li hemberî dewleta dagirker, li hember êrîşên modernîteya kapîtalîst bi her awayî bi îradeya xwe, bi eşqa xwe ya azadiyê, bi her awayî li ber xwe dide. Di kêliyê de jî derbên herî mezin li dijmin dide. Li ser vê esasê hemû têkoşîna ku li deverên Bakurê Kurdistanê tê meşandin, dibe binesaziya azadiya Kurd û Kurdistanê. Li ser vê esasê pêşeroj li ser destê van ciwanan e, bi destê van gerîlayên ciwan in.

Di halê heyî de kî çi dibêje bila bibêje, gerîla tamînata Kurd û Kurdistanê ye, gerîlatî nebe, ne mumkun e Kurd û Kurdistan hebe. Gerîla ji bo Kurd û Kurdistanê ewqas pêwîst e, ewqas girîng e. Kesên ku îro ser têkoşîna gerîla jî diaxivin ew di çarçoveya têkoşîna gerîla de dikarin biaxivin. Gelê Kurd ku di bin lepê qirkirinê de bû, di halê heyî de ger hîn jî hebûna xwe bi awayekî bi şeref didomîine, ew bi saya şerê ku gerîla pêşengtiya wê dike de ye. Ji ber vê jî ji bo Kurdistanê pîvana ‘Çiqas gerîlatî, ewqas azadî’ derbasdar e. Divê tu kes xwe nexapîne û bi gotinên derdor nexape. Gerîlatî ewqasî ji bo Kurd û Kurdistanê girînge.

WERIN CENGA AZADIYÊ

Hevalên hêja li ser van esasan, em dibêjin ciwanên Kurdistanê ên ku li hember neheqiyê, zordestiyê, zilm, dagirkerî, yên ku dixwazin li ber xwe bidin tola dîrokî ji vî dagirkerî bigrin, divê berê xwe bidin nav refên gerîlayên azadiyê. Careke din em we hemûyan di salvegera 38’emîn a pêngava mezin a 15’ê Tebaxê de bi dil û can silav dikin. Ji we re dibêjin ji bûyî hebûnê, ji bo xwebûnê û azadiyê ‘Werin cenga azadiyê!”.