HPG: Dagirkeran 27 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîn

Dewleta Tirkk a dagirker ku nikare bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, giraniyê dide ser bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî. HPG'ê diyar kir ku çeperên şer 27 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dikin.

HPG'ê got, "Gerîlayên me yên azadiyê yên Kurdistanê, li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger, xaka Kurdistanê ya pîroz bi ruhê fedaî diparêzin. Artêşa Tirk a sûcdarê şer ku nikare berxwedana dîrokî ya gerîlayên me bişikîne, Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe dike. Gerîlayên me yên azadiyê bi îradeyeke bêhempa di nava şert û mercên herî giran de gel û xaka me diparêzin. Di çalakiyên grîla de dagirkerek hate cezakirin, teqemeniyên bi tîpên Kortex, TNT û C3 ên dagirkeran desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 27 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 17 caran bi balafiran, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir."

HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

11'ê Cotmehê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê dagirkerên ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şehîd Xursî bibarînin bûn hedefa hêzên me. Dagirker piştî ku derb ji hêzên me xwarin, bi astekê xwe vekişandin. Teqemeniyên Kortex, TNT û C3 ên dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

11'ê Cotmehê saet di 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, di çalakiya sûîqestê ya tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

11'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên ferdî li wan dagirkeran ahte xistin ku dixwestin bombeyan li çeperên şer bibarînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

11'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Yûnûs 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

11'ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, çeperên şer ên li Şehîd Xursî yên li Qada Sacayê, çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn û Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 11 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Cotmehê li Garê zeviyên gundên Girê û Zîvkê, qadên Kanîsarkê û Deşta Kafya, il Amediyê jî zeviyên gundê Sergelê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê FM'ê, derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

11'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi 3 kepçeyan li Qada Berxwedanê ya Girê FM karê çêkirina rê dewam kir.

11'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hewl da çeperên şer xera bike.

BOMBARDÛMANA ÎRANÊ DEWAM DIKE

11'ê Cotmehê li Xakurkê qada Girê Berbizinê yê Goşînê ji aliyê hêzên Îranê ve bi çekên giran hate bombekirin."