Dewleta Tirk çeteyan dibe qadên gerîla û dide şerkirin

Eşkere bû ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên li Wanê li otelan bi cih kir, bi wesayitên taybet destpêkê birin Colemêrgê, ji wir jî birin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo şer bikin.

Di şerê dagirkeriyê de ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK'ê di 14'ê Nîsana 2022'an de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin, her roj bi dehan leşker û cerdevan ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve têne cezakirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê mirina leşkeran ji raya giştî vedişêre. Ji bo valahiya leşkeran dagire jî çeteyên ne ji Tirkiyeyê ne dibe qadên şer.

Dewleta Tirk bajarê Colemêrgê ji bo xwe kiriye navenda şer û hema bêje her roj kesên biyanî tînin vî bajarî, ji vir jî dibe qadên şer. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi sedan çeteyên di navbera 18 û 25 salî de yên ji Sûriye û welatên Asya Navîn tîne, destpêkê dibe Wanê, ji wir jî tîne Colemêrgê.

Ji bo balê nekişînin jî bi rêya hin fîrmayên taybet ên di navbera Wan û Colemêrgê de servîsê dikin, çeteyan ji Wanê dibe yekîneyên leşkerî yên li Colemêrgê. Çete destpêkê li Wanê li otelan têne bicihkirin, dûre ji bo şer bikin ber bi qadên şer ve têne veguhastin.

ŞAHID: LI OTELÊN LI WANÊ NE

Şahidekî ku veguhastina çeteyan a li herêmê dît û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, wiha axivî: "Ez ê ji Wanê biçûma Colemêrgê. Servîsa taybet a ku diçû Colemêrgê piştî ku lê siwar bûm, li ber otelekê sekinî. Li vê nêzî nîv saetê sekinîm. Tevî min kesekî din jî hebû. Me ji ajokar pirsîn, bê çima em hatin vê derê; diviyabû beriya saetekê em bi rê ketibûna. Ajokar li ser vê yekê ji me re got, 'Li qisûrê nenihêrin, eger hûn bixwazin em dikarin pereyê we bidin we, em ê we belaş bibin Colemêrgê."

BIRIN TÛGAYA KOMANDO YA ÇIYÊ

Şahid anî ziman ku piştî saetekê dît, ji nava otelê 15 kes derketine û wiha dewam kir, "Temamiya van ciwan bûn, bi lez û bez li servîsê siwar bûn. Temenê wan der dora 18 û 25 salî de bû. Hemû jî biyanî bûn. Di rê de qet bi hev re neaxivîn. Normal di navbera Wan û Colemêrgê de gelek bendên kontrolê hene. Li van bendên kontrolê jî leşker û polîs lêgerînê dikin, lê belê em li ti benda kontrolê nesekinîn û derbas bûn."

Heman şahidî diyar kir ku eşkere bû, beriya niha agahî ji bendên kontrolê re hatibû dayin û got, "Piştî gihîştin navenda bajêr em ji wesayitê peya bûn, lê belê wesayita servîsê ya ku ew kesên biyanî tê de bûn ber bi aliyê Tûgaya Komando ya Çiyê ya Hakkarî û Fatîh ve çû. Ez gelek kesî nas dikim ku wan jî şahidî ji bûyerên bi vî rengî re kirine. Têkildarî vê axaftin dihate kirin, lê min bi çavên xwe dît. Eşkere bû ku ev kes ji bo şerkirinê hatibûn anîn."