Kalkan: Di sala 25'an de Komploya Navneteweyî wê teqez bê têkbirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku sala 25'an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê gihîştiye asta herî bilind.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re axivî. Beşa dawî ya vê hevpeyvînê bi vî rengî ye:

Tevgera we sedsala 21'ê weke sedsala jinê nirxand. Salên ku komplo hate kirin jî ew sal bû ku têkoşîna azadiyê ya jinê li Kurdistanê geş dibû. Pêkhatina komployê di demeke bi vî rengî de ji aliyê têkoşîna azadiyê ya jinê ve tê çi wateyê? Komplo herî zêde li hemberî jinan hate kirin, sedema wê çi ye? Li hemberî van êrîşan têkoşîna tevgera jinê ya Kurd çawa bû?

Tevlîbûna jinê di şoreşa Kurdistanê de bê şik hem bûyerek dijwar û hem jî pir watedar e. Rêber Apo jî her tim wiha nêzîk bûye. Em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku ew ji nêzîkatiyên din pir cidîtir û bi dîsîplîntir nêzîkî meseleya jinan dibû. Bê şik di destpêkê de di asta têgihiştinê de ne xwediyê têgihiştineke pir kûr a teorîk û bîrdozî bû. Lê dizanibû ku pergala heyî û pergala mêtînger herî zêde rastiya jinê çewisandiye û kole kiriye. Ji ber vê yekê jî dizanîbû ku yek ji pirsgirêkên wê yên herî girîng pirsgirêka azadkirina jinê ye bi tinekirina vê koletiyê û pêwîste bi cidiyet û girîngiyeke nêzî vê meselê bibe. Di rastiyê de ev nêzîkatî bi awayekî eşkere di manîfestoyê de cih girtibû. Di pratîkê de pêşketina PKK’ê bi tevlîbûn gelek jinan pêk nehat. Lê ji ber di ramanê de rastiyek rûniştî bû, di pratîkê de jî nêzîkatiyek pêşket.Ev hem ji rêxistinên çepên tirk û hem jî ji rêxistinên kurdên biçûk-burjuva yên reformîst cuda bû. Rêxistinên kurdan yên biçûk burjuva rêxistinên mêran bûn. Cihê jinan di nava wan de tune bû, yan jî pir kêm bû. PKK’ê ji destpêkê ve xwe ji rêxistinên din ên Kurd cuda kir, weke rêxistineke Kurdistanî ya ku tevlîbûna jinê ya di nava koma îdeolojîk de, hindik be jî, pêşbînî kiribû û gav bi gav tevlîbûna jinan di belavbûna wê ya li Kurdistanê de zêde kir.Di heman demê de li ser esasê nêzîkatiyên jiyana takekesî ji rêxistinên çep ên Tirk veqetiyabû. Bi taybet nêzîkatiya rêxistinên çep ên salên 70’î li hemberî jinan beriya ku bikeve nava tevgerê, ne wekî hevrêyek, weke milîtanek şoreşger, weke jin ango hevjîn lê dihat mêzandin. Ev meyla ferdperestî di nav rêxistinên çep ên di bin navê “zewaca şoreşgerî” de pir zêde bû. Di vî warî de Koma Apoîst helwesteke cuda ji tevgera çep a Tirk şopand. Di serî de tevlîbûna têkoşînê û hevrêtiyê dida. Tevî ku beşdarbûnek wiha zehmet bû jî, wî bi baldarî pêşkeftina wê didît. Lê belê, bi tevahî, wî nikarîbû xetek wiha wekî pêvajoya paşîn bişopîne.Di rastiyê de, rewşa Fatma ya ku yek ji kesên yekemîn bû û hin bûyer nîşan didin ku di bin bandora giran a rastiya civakî û tevgera çep a Kurd de ye. Lê em careke din dikarin vê yekê bibêjin: Rêber Apo di bername û manîfestoyê de azadiya Kurd bi awayekî xurt ava kiriye. Di danezana damezrandina PKK’ê de bang li jinên Kurd hate kirin ku weke beşên din ên civakî û gelek beşên civakî bi azadiya Kurdistanê re bi azadiya xwe re bikevin nava têkoşîneke mezin, bi rêxistin bibin, tevlî têkoşînê bibin. Ew bangek hêzdar, girîng bû. Bi rastî jî di hemû beşên jinan de bertek erênî derket. Bandor li tevahî jinan kir ne tenê jinên ciwan. Avabûna partiyê ku bi berxwedana Hîlwan-Sêweregê bi pratik bû û bandor li civakê kir, jin bû beşa civakî ya pêşeng ku herî zêde bandor lê hat kirin. Bingeha jinê ya partiyê ji Dêrsimê heta Serhatê li gelek deveran bi taybetî li herêmên Mêrdîn, Êlih û Rihayê bi lez û bez pêş ket, berfireh bû û mezin bû.” Serdema 79-80’î bû şahidê pêşketineke wiha. Her çiqas ne di heman astê de be jî, tevlîbûna kadroyê jî gihiştibû asteke berfireh, ji tengbûna serdema xwe ya destpêkê ya bîrdozî pir derbas bûye. Jin beşdarî berxwedana Zindan bûn. Jin jî hatin girtin. Di rastiyê de ji bo tevlîbûna têkoşînê jî qadeke girîng bû. Ji ber ku dijmin jin her çend hindik bin jî girtin û êşkence kirin û rastî zextên bi vî rengî hatin û nêzîkatiya ku bi taybetî li zindana Amedê her cure heqaretan dikir, milîtaniya jinê, şoreşgerî û pêwîstiya têkoşînê azadiya jinê zêdetir kir. Di qada têkoşînê de hem jin hem jî li mêran bandor kir. Ev berxwedana mezin a bi pêşengiya hevrê Sara bandorek pir girîng e.Bê guman, rewşek bi vî rengî di xebatên dervî welat de jî bêtir hatin jiyîn. Li qada Lubnan-Filistînê komek ji kadroyên jin beşdarî dewreya kombûn û amadekariyê bûn. Di vê pêvajoyê de weke li Kurdistanê xebatên ku li Ewropayê jî bi pêş ketin de piştgiriya jinan zêde bû. Heman rewş ji bo piştgirî li Rojavayê Kurdistanê jî pêş ket. Ev gavên girîng bûn.Li ser van bingehan dema ku pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê pêk hat û jinên Kurd weke şervanên azadiyê çek hilgirtin û tevlî têkoşîna gerîla bûn û bi vê re pêşketin veguherî pêngavek bilind. Hem di warê hejmariyê û hem jî ji hêla kalîteyî ve gavek mezin ber bi pêş ve da. Di pêvajoya perwerdeyê ya Akademiya Mahsûm Korkmaz de tevlîbûneke wisa hebû. Li ser bingeha kûrbûna bîrdozî ya li ser bingeha xeta azadiya jinê ya di Kongreya 3’yemîn de, analîzên Rêber Apo yên di pêvajoya Akademiya Perwerdehiyê ya Mahsûm Korkmaz de li ser pirsgirêka jinê hatin pêşxistin û weşandina wan di çapemeniyê de bandorek mezin li civakê kir. Beriya her tiştî pir zû bandor li jinan kir û ew seferber kir. Di heman demê de mêr jî di pêvajoya ji nû ve nirxandina rewşê, rast têgihiştina rewşê, rast nêzîkbûna jinê de di nava pêvajoya xwepirsînê bû. Em dikarin bi rihetî bibêjin ku pêvajoyeke wiha wê demê bi bandor pêş ket.Pêşketinên di destpêka salên 1990’î de di vî warî de pir bibandor bûn. Ji ber ku têkoşîna gerîla civak ber bi şoreşa vejîna neteweyî ve bir, serhildanên ji Cizîr û Nisêbînê dest pê kir û heta tevahiya Kurdistanê li Bakur belav bû, di heman demê de şoreşa azadiya jinê û her wiha şoreşa vejîna neteweyî nîşan da. Ji ber ku yên pêşengiya serhildanan kirin û herî zêde jî cih girtin jin bûn. Hebûna jinan a di nava gerîla de bandorek mezin li civakê kir. Nirxandinên Rêber Apo hînker bûn. Li ser vê bingehê bi tevlêbûna jinê ya xurt, qutbûna jin ji pergala heyî û ji pergala mêtîngeriyê û gihêştina asta xwe ji serdestiya mêr rizgar bike, rojevek çêkir. Pêvajoyeke girîng bû. Divê em serê salên 90’î bi vî rengî binirxînin.Nêzîkatiyên neyînî, zihniyeta kevneşopî ya serdest a mêr, di pratîka Zelê de hewl hat dayîn ku bên ferzkirin. Texrîbatkar bû û dida zorê. Rêbertî mudaxeleyê vê pratîkê kir. Bi nirxandineke dagirtî, ne tenê xeta azadiya jinê zêdetir eşkere kir, di heman demê de bingehên teorîk ên gerîlabûna jinê jî ava kir. Li ser vê bingehê bi Kongreya ku di destpêka Adara 95’an de pêk hat, YAJK’ê hate avakirin. Piştî Kongreya Sêyemîn, di sala 1987’an de di kongreya ku li Ewropayê pêk hat de YJWK’ê hate avakirin. Ev rêxistinbûna girseyî ya jinan bû. YAJK’ê dibû rêxistineke milîtanî. Ew rêxistin bû ku ji YJWK’ê wêdetir rêxistinbûnek pêşeng pêşxistibû. Li ser vê bingehê yekîneyên jinên azad pêş ketin. Di nava gerîla de çalakiya jinan ji aliyê hejmarî û bi kalîte ve gelekî zêde bû. Helwesta jinê hem di gerîla de hem jî di berxwedana jinê de gihiştiye asteke ku pir bi bandor e û gihiştiye asta pêşengiyê. Bi rastî jî di salên 90'î de pêşketina xet û tevgera azadiya jinê, bi xwerêvebirina Partî û gerîla re, di rizgarbûn û pêşxistina têkoşînê ya PKK'ê de roleke diyarker lîst.Eger em vê komployê weke girêdana êrîşên plankirî yên ji destpêkê ve li dijî Rêber Apo û PKK'ê binirxînin, têkoşîna azadiya jinê ku di salên 90’î de pêş ket, mirov dikare weke tevgereke nefesgirtinê, zêdekirina hêzê û domandina têkoşîna azadiyê binirxîne. Yanî ji bo têkoşîna li dijî zilmê zindî bihêle, jin bi refleks û hişmendiya xwe zêdetir beşdarî têkoşînê bû. Her wiha asta Rêbertiyê jî hewl da vê bi zanebûn û bi plan pêş bixe. Dîsa, eger em komploya navneteweyî weke pêvajoyeke ku bi êrîşa 87-88’an, an jî bi awayekî zelaltir bi şerê Başûr ê 92’an dest pê kiriye, bibînin, pêvajoya êrîşa topyekûn a sîstema modernîteya kapîtalîst a global, bi navê sîstema qirkirina Kurd, li dijî PKK’ê bû. Li hemberî vê yekê PKK’ê ji aliyek xwe li ser fedaîbûnê kûr kir, li aliyê din li ser bingeha xeta azadiya jinê, bi tevlîbûnek xurttir bersiva têkoşîna azadiyê gerîla û berxwedana gel hat dayîn. Armanca êrîşan ew bû ku vê hêzê bişkînin. Lê berovajî wê ev êrîş têkoşîna azadiya jinê mezin û bilindir kir. Rêbertî girîngiyeke mezin da vê yekê. Di asta teorîk de pêşketinên mezin pêk anî. Raman kûr kir, xet pêşxist. Rêbertî Şoreşa Azadiya Jinê xist rêzê û rêgezên wê derxist holê. Di pratîkê de hewl da ku azmûn û hişmendiya têkoşînê ya jinê hîn zêdetir pêş bixe û bi perwerdekirin û birêxistinkirina hêza xwe veguhere pratîkê. Ev hewldanên pir bi zanebûn, rêxistinkirî bûn. Bi rastî jî hewldanên şikandina êrîşên mêtînger-qirker bûn û hatin xelatkirin. Têkoşîna jinan jî li ser vê bingehê rabû. Berxwedana "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" ku li dijî komploya navneteweyî pêş ket, berxwedaneke mezin bû. Jin û mêr bi hev re beşdarî vê berxwedanê bûn. Lê belê tevlîbûna bi bandor a jinan hate dîtin, asta pêşengiya têkoşînê li vir derket holê. Pêşketinên teorîk, rêxistinî û leşkerî yên di salên 90'î de ku bi hewldana Rêber Apo hatin jiyîn, arasteyî vê yekê kirin. Vê yekê pêşengiya Bêrîtan û Zîlan bi xwe re anî. Bi rastî jî xeta Zîlan ji bo Rêber Apo weke xeta fedaî û parastinê derket holê, lewma li hemberî êrîşên li dijî Rêber Apo bû xeta têkoşînê. Jinên ku li ser xeta Zîlan zane bû û bi rêxistin bû, êrîşên îmhayê yên komploya navneteweyî dît û beriya her parçeyekî bi lehengî û fedakariyeke mezin berê xwe da berxwedanê. Gelek çalakiyên fedaî jinên milîtan û jinên welatparêz pêk anîn. Ew gelekî wêrektir, jêhatîtir û fedakartir derket holê. Bi rastî jî Rêber Apo dema tevlîbûna jinan a pratîk nirxand, wiha got: “Bêhtir girêdayî ne, bêhtir rast û dilpak in, ji ber vê kêm direvin û kêm jî texrîbatê dikin. Hêz û qîmetek mezin didin şoreşê." Li ser vê bingehê jinên bi zanebûn, xwenda û rêxistinkirî di berxwedana li dijî komployê de roleke mezintir lîstin.Di rastiyê de jî zêhniyeta hestiyar a jinê ya bi hêztir bû sedem ku xeteriya komploya navneteweyî û êrîşên wan ferq bike û hîs bike. Dema ku zehmetiyên ji ber hestiyariya zêde hatin derbaskirin, wêrekî û fedakariyeke mezin hatin afirandin. Bê guman tiştê zehmet, tengbûn û hestiyariya zêde bû. Digel ku di hin aliyan de zehmetî da be jî, helwest û têkoşîna jinê ya giştî diyar nekir. Ya diyarker ew bû ku tevlîbûna berxwedana li dijî komployê bû û pêşxistina wê bû. Ev yek di têkoşîna li dijî komploya 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de bi awayek zelal derket holê. Her wiha di bertekên li dijî komploya 15’ê Sibatê de jî pir zelal hat dîtin. Di serhildanên li dijî komployê hatin pêşxistin de jinan bi awayekî aktîf cih girtin. Piştre di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya 24 salan de, rêxistina jinan asta xwe ya salên 90'î derbas kir û bû tevgereke mezin a azadiyê. Her wiha bi partîbûnê, bi pêşxistina gerîlatiya xwe, tevgera xwe ya civakî hîn perwerdetir û bi rêxistin kir û bû hêza pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Komployê herî zêde jin hedef girtin. Çima? Ji ber ku li dijî komployê berxwedana herî wêrek, herî fedekar û hevpar jin bûn. Lewma bi komployê re dixwestin hêviyên wê yên azadiyê, hişmendiya wê bişkîne. Azadiya jinê bingeha hemû azadiyên civakî bû. Bêyî şikandina hişmendî û bibandorbûna azadiya jinê, ne pêkan bû ku azadiya civakî bê qelskirin û hişmendî û rêxistinbûna wê paşde biçûya. Lewma ev êrîş ne tesaduf e. Êrîşeke pir bi zanebûn û plankirî ye. Di rastiyê de çawa ku êrîş li ser Rêbertî hate kirin, tinekirina Rêbertî jî bi komploya tasfiyekirina PKK’ê, tinekirina gerîla û temamkirina qirkirinê hate pêşbînîkirin, ku ev êrîş li dijî pêşengiyê bû. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî têkoşîna jina azad a ku pêşengtiya xwe pêş xistiye û bi lez û bez vê rewşê xurt dike, xwedî pîvaneke wiha ye. Divê weke êrîşeke li hemberî pêşengan bê dîtin. Ji bo lewazkirin û tasfiyekirina rêxistinê, divê pêşengtî bê îmhakirin. Di asta îdeolojîk, rêxistinî û pratîkî de jî wisa ye.Di dema têkoşîna li dijî komployê de, di dema ji nû ve avakirina tevgerê de, tevgera jinê jî xwe ji nû ve ava kir. Avabûna PAJK’ê pêş ket. KJB’ê piştre bû rêxistina KJK'ê. Perwerde û rêxistinbûna jinê di her qadê de pêş ket. Di her astê de pîvaneke ku wê têkoşînê bi rê ve bibe bi dest xist.Hedefkirina komployê ya li ser jinê jixwe pêwîstiyeke zîhniyet û polîtîkaya serdest a giştî ye. Ne tenê taybetmendiya komployê ye, beşa ku dîktatorên faşîst ên serdest ên mêr herî zêde jê ditirsin û êrîş dikin jin in ku têkoşîna azadiyê ya bi zanebûn û rêxistinkirî dimeşînin. Di vê xalê de ev tişt girîng e: Rêber Apo got, “Eger êrîşek min nekuje, min xurttir dike. Ez ê ji wê bi hêztir derkevim.” Ji ber vê yekê du xalên girîng hene: Yekem, hûnê rê nedin ku êrîş we tune bike, ya duyem jî hûn ê rê û rêbazek ji bo tekoşîna li hember êrişê bibînin, cesaret û fedakariya xwe nîşan bidin.  Niha divê êrîşa dijwar a komploya navneteweyî ya li ser hemû civakê û di şexsê civakê de li ser jinê, li ser vê bingehê were nirxandin. Ger ku bikaribe tevgera jina azad bi tevahî ji holê rake û tine bike, xeternak e. Lê gava ku wî nekarî wiya bike, vê carê ber bi çi ve çû? Bû sedem ku têkoşîna azadiya jinê geş bibe, bi hişmendî bibe, bêhtir azad bibe, bêhtir xwe bi rêxistin bike, bi cesaret û fedekartir bibe û hîn bêhtir pêşengtî bike. Di rastiyê de em dikarin li gel hemû zext, çewisandin, êşkence û tecawizê di têkoşîna li dijî komployê de pêşketina mezin a Tevgera Jinên Azad rave bikin. Ger hûn bala xwe bidinê, ev nêzîkatî rewşê rave dike.Ligel vê her wiha pêşketineke giştî ya tevgera jinê heye. Bandora ku ji şoreşên sedsala 20’an derketiye berdewam dike û ji wê cudatir Tevgera Femînîst di her qadê de hinekî berfirehtir pêş dikeve. Rêber Apo di parastinên xwe de Jîneolojî pêş xist. Zanista jinê ava kir. Pêdiviyên nêzîkatiya zanistî û felsefî ji jinê re nîşan da û azadiya jinê bi awayekî teorîk û îdeolojîk bi berfireh analîz kir. Zîhniyet û siyaseta serdest a mêr, zext û koletî bi hemû aliyên xwe ve derxist holê. Rexne û mehkûm kir. Di vî warî de tevgereke mezin a ronakbîriyê afirand. Rêbertî azadiya jinê û şoreşa azadiya jinê xiste bingehê hemû pêşketinên azadîxwaz, têkoşîna bîrdozî û şoreşê. Vê yekê di nava jinên Kurd de hişyarî û rêxistinbûnek pir girîng çêkir. Dîtina heqîqetê, hevgirtina wê welatparêziya kûr bi azadiya Kurd û jinê re, bû sedema derketina hişmendî, îrade, afirînerî û enerjiyek mezin.Helbet me sedsala 20’an weke sedsala şoreşên mezin bi nav kir. Her kes wisa dinirxîne. Em nikarin sedsala 21’an weke sedsala bê şoreş pênase bikin. Ger sedsala 20’an sedsala şoreşan be, divê sedsala 21’an li gorî ezmûna wê bibe sedsala şoreşên mezintir. Bi kêmanî em dikarin vê yekê wekî encamek bibêjin. Şoreşên ku ji bo sedsala 20’an dihatin pêşdîtin çi bûn? Di serî de şoreşeke çîna karkeran bû. Çîna karker wekî pêşeng dihat dîtin. Li ser vê bingehê şoreşên rizgariya netewî û tevgerên demokrasiyê weke parçeyekî vê hatin esas girtin. Lê çîna karker mohra xwe li şoreşa sedsalê da. Bêguman di aliyê bîrdozî, rêxistinî, pênasî de jî wisa bû.Cûdahiya sedsala 21’an ji sedsala 20’an di aliyê teorîk, bîrdozî, rêxistinî û pratîkê de beriya her tiştî bi guherîna vî karakterê şoreşgerî derdikeve holê. Vê carê jin pêşeng e. Yê diyarkerê xeta bîrdozî û rêxistinî, têkoşîn û xeta azadiya jinê ye. Pêşengiya çîna karker di sedsala 20’an de geşedan afirand. Di rastiyê de, gelek pêşveçûn çêbûn û çareser kirin. Lê bandorên wê berdewam dikin. Ne rast e ku mirov bibêje ku ew hemû hatine derbas kirin. Lê nekarîn cîhana alternatîf a ku wan îdîa dikir, biafirînin. Nekarî şoreşeke cîhanê pêk bîne. Bi hin qadan, siyasî û leşkerî ve sînordar bû. Piştre wan piraniya beşên bi dest xistine winda kirin ji xwe. Niha ev rewş çi nîşan dide? Nîşan dide ku şoreşa berhemdar, serketî, mayînde, jiyana azad, civaka demokratîk û komunalîzm bi pêşengiya çîna karkeran nikare pêş bikeve. Pêşketinên heyî her çendî kêm nebin jî, nekarîn berdewamiya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêşengiyek nû heye. Rêber Apo vê pêşengiyê bi veguhertina paradîgmayê re, weke pêşengiya jinê pênase kir. Li cihê pêşengiya çîna kedkaran, di asta bîrdozî de pêşengiya jinan danî holê. Tifaqa karker-gundî hêza sereke ya têkoşîna rizgariya neteweyî bû. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de û di şoreşa modernîteya demokratîk de pêşengiya jin û ciwanan weke hêz, tifaq û pêşengiya sereke pênase kir û nirxand. Xeta azadiya jinê weke hêza bingehîn weke xeta îdeolojîk xistiye dewrê.Li ser esasê guherîna vê paradîgmayê, esasê şoreşên nû îfade dike. Şoreşeke bi pêşengiya jinan e. Ji ber vê yekê çawa ku em sedsala 20’an bi karakterê wê yê pêşeng re dibêjin sedsala karkeran, helbet divê em sedsala 21’an jî bibêjin sedsala jinê.Têkoşîna jinan a li dijî pergala kapîtalîst a modernîteyê û pergala serdest a mêr li Kurdistanê û qadên din hem bi zindî, hem jî bi ast û bi bandorbûna xwe hem di aliyê rêxistinî û hem jî pratîk, teorîk û bîrdozî de pêşengtî kiriye. Di hemû têkoşînên ku em dikarin jê re bêjin têkoşîna şoreşgerî mohra xwe dide. Ji ber vê yekê di rastiya xwe de sedsala 21’an êdî bûye sedsala jinan. Jinan hişmendî, îrade, rêxistinbûn û çalakiya xwe ya sedsala 21’an derxistiye holê. Divê êdî em nebêjin wê bibe, sedsala 21’an bi şeklê xwe yê niha sedsala jinê ye. Baş e, mebesta me ji wê pêve çi ye? Encamên vê sedsalê wê çi bin? Jin wê di kîjan astê de çiqasî pêk bîne, wê bigihêje serkeftinê? Wê çiqas şoreşa civakî pêş bixîne, çiqasî bi zanebûn û rêxistinbûyîn azadiya civakî û civaka demokratîk weke qada jiyanê biafirîne? Dê çiqas cîhanek nû, cîhanek civaka demokratîk biafirîne? Jiyaneke nû ya li ser bingeha ferdeke azad û komuna demokratîk, di nav rastiya cîhanê de, li ku, çawa û çiqas dikare biafirîne? Bi rastî, ev pirsên ku em niha pê re rû bi rû ne, ku li benda bersivan in û ku pêdivî bi pratîkê heye. Serdema bê ya vê sedsalê dê bi rastî di van mijaran de zelaliyê çêbike. Pêşveçûnên pratîkî dê nîşan bidin ka bersiva pirsan çi ye.Bi taybetî bi gerîla re girîngiya ku Rêber Apo da têkoşîna azadiya jinê, di salên 90’î de giranî dayîn, hewildanên rast kirin, di cihê xwe de bûye. Encam bê guman ne vala bûn. Ji bilî afirandina hêzbûna tevgerê ya salên 90'î û misogerkirina têkneçûna wê ya li hemberî komploya navneteweyî, gihişt asteke ku şoreş kûrtir kir, civakî kir, li ser xeta ferdên azad û komunên demokratîk da avakirin û bi vî rengî veguherî asteke şoreşa azadiyê, şoreşeke civakî. Vana hemûyan nîşan da ku hewldan bê encam nînin, hewldan encam didin, lewma jî têgihiştin û helwesta li ser vê mijarê rast, guncaw e û serkeftinê bi xwe re tîne. Çawa ku nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser mijarên din di pratîkê de her tim hatine piştrastkirin, hemû nirxandinên li ser azadiya jinê û Tevgera Jina Azad jî bi rengekî bi heybet hatine erêkirin. Ji ber vê yekê ev geşedan wê encamê diyar bike. Her ku biçe ev çalakî wê zêdetir bibe. Rêxistinbûn, hişmendî û têkoşîna jinê wê mîsoger bike ku şoreşa heqîqetê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşbînkirin, wê gav bi gav pêk were. Wê zêhniyet û şoreşa jîyanê hê zêdetir pêş bikeve. Pîvana vê yekê wê bi helwesta jina azad diyar bibe. Jixwe ev yek hatiye zelalkirin û dê di heyama pêş de bêtir pêk werin û diyar bibin.

Kesên ku di dema komployê de ji dayikbûn niha 25 salî ne. Ango nifşê ciwanan di êrîşa komploya navnteweyî û şert û mercên têkoşîna li dijî wê mezin bûn? Hûn bandorên komployê li ser ciwanên Kurd çawa dinirxînin?

Belê, ciwanên Kurd dibe nifşê ku di nava êrîşa komploya navneteweyî û berxwedana azadiyê ya li dijî wê de çêbûye û mezin bûye. Di vî aliyê de hem bandorên êrîşên komployê di rih, hest, mejî û tevgera xwe de û hem jî li dijî komployê bandorên berxwedana fedaî bi awayekî pir zindî di nasname û kesayeta xwe de dijî. Di vî aliyê de girînge ku em ciwanên roja me rast fêm bikin û çavderî bikin. Ji bo fêhmkirina vê, pêwîst e mirov li asta bandorbûyîna wan a heyî binêre. Bi rastî jî êrîşa komploya navneteweyî li ser mirovan û ciwanên Kurd bandorên çawa dihêle? Di cîhana wan ya ruhî, hest, hizir û tevgerê de, di nêhêrîna wan a jiyanê û şêwegirtina kesayetê wan de bandorek çawa dihêle? Ev pir girîng e. Lê mirov wiha binirxîne şaş e; Li hemberî komployê têkoşîn nayê kirin, lewma tenê êrîşên komployê hene,  ji bo vê ger em bêjin bandora êrîşan çiye wê bibe nêzîkatiyek yekalî. Hem êrîşa komploya heyî bandorê li ciwanan dike, hem jî berxwedana mezin ku li dijî komployê tê dayîn, bandorê li ser ciwanan dike. Ciwanên di roja me ya îro de bi awayek stemkar di şerê heyî de şêwe girtiye, cîhana xwe ya ruhî, hest û ramanê ava kiriye û tevgera xwe bi pêş xistiye. Bêguman gelek bandorên êrîşên komployê jî hene. Ji ber ku ev êrîşên faşîst-qirker û şerê taybet e. Her cûrê hêzên faşîst-qirker, kontra, MÎT, îstîxbarat, hêza dewletê, bê ku bêjin zarok, ciwan, extiyar an jî bê ku guh bidin pîvanên hiqûq û exlaqê êrîş kirin û komkujî bi pêş xistin. Ciwan, jin û mêrên Kurd ên îro di nav van de çêbûn û mezin bûn. Hîna di zarokatiya xwe de zextên mezin û êşkenceyê dîtin. Piranî di girtîgehê de mezin bûn, zextê dîtin, êşkence û qetilkirina heval, dayik, bav, xwişk û birayê xwe dîtin. Ew êşên wan ên giran dît, ku dijminê faşîst-qirker û talanker bê pîvan êrîş kir. Bi hevkar, sixûr û xiyanetan re êrîşî her kesî kir. Di aliyekî de êrîş dikir û di aliyê din de hewl dida li dibistan û kolanan li gor xwe perwerde bike. Hewl da kesên ku kêrê wê bê bigre û bike bin hizmeta xwe. Li dijî kesên ku xwestekên wê qebûl nekir, bi her curê êrîşên plankirî yên qirêj, bi fuhuş û narkotîkê re hewl da pêşiya têgihiştin û rêxistinbûna wan bigre. Bi vî rengî bi zanebûn polîtîkayeke şerê taybet li hemberî ciwanên Kurd bi awayekî hovane pêk anî. Bi her cûre şerê psîkolojîk re li ser ciwanan komkujiyê kirin. Helbet bandorên van hene. Bandorên wan ên li ser psîkolojî, hişmendî û tevgera ciwanan çi ne? Divê di aliyê sosyolojîk, psîkolojîk û bîrdozî de were lêkolînkirin.
Bandorek û hewldanên tirsandinê heye. Hewldanên zextê û bandorkirinê hene. Ger em bibêjin bandora van çênebûye şaş e. Lê li hemberî wan nêrazîbûnên berevajî hene. Di ciwanên Kurd de kîn û hêrseke mezin çêbûye. Li hemberî vê zext, qutifandin û êşkenceyê di ciwanên Kurd de kîn, hêrs û kerbekî mezin çêbûye. Ev yek ciwanan wêrektir kiriye. Di rewşeke wisa de ye ku dikare her cure nerazîbûnan raber bike. Helbet di rewşek bi vî rengî de bandor û rola berxwedana li dijî komployê heye. Ger li hemberî komployê têkoşîn nebûya, êrîşên şerê taybet ên komploger ciwanan bindest, bêesl û tune kiriba. Lê li hemberî hemû êrîşên komploger, di pêşengtiya berxwedana Îmraliyê û gerîlayan de berxwedana gelan hebû. Ciwanan ev berxwedan dît û nas kir. Lewma hem fêrî ruh û hişmendiya berxwedanê bû û li ser vê bingehê hest, raman û kesayeta xwe pêşxist û hem jî êrîşên şerê taybet ên hêzên komploger baştir nas kir. Êdî karî wan ji kûr ve fêm bike. Lewma li ser vê bingehê kîn, hêrs û kîna wan li hember dijmin mezin bû, pêş ket û şêwe girt. Ciwanên Kurd ê welatparêz, şoreşger hene. Di heman demê de beşek ji ciwanan ku di navberê de mane hene, kîn û hêrsa wan li dijî êrîşan hene, lê nizanin bê ka çawa raber bikin. Helbet di rêjeyek kêm de ciwanên di bin hizmeta pergalê de jî hene. Di encama van hemûyan de mirov dikare çi bêje? Divê mirov van rastiyan bibîne û xebatên ciwanan hîn bi hişmendî, plan û rêxistinî pêk bîne. Divê hîn zêdetir girîngî bi perwerde û rêxistinkirina ciwanan bê dayîn. Ciwan divê bi hişmendiya rêxistin û çalakiyan bên pêşxistin. Divê em wan bibînin. Di vê xalê de kêmasî û xeletî hene. Ji bo şikandin û parastina ciwanan li dijî bandorên êrîşên komploger, êrîşên şerê taybet ên faşîst-qirker ên li ser ciwanan, divê ciwan li ser xetên welatparêzî û şoreşgerî bên perwerdekirin û rêxistinkirin. Ji bo ku di her qadê de mîna gerîla pêşengitiyê bike, divê bi plan, rêxistinbûyî, encamgir û bi rêbazên afirîner têbikoşe. Di vî aliyê de kêmasî hene. Ciwan di gelek qadan de tenê dimîne. Ev dibe sedema tengasî û amatorbûnê. Li hinek cihan li şûna ku ciwan rast perwerde û birêxistin bikin, li ser wan hikum dikin û li gorî ku dixwazin bi rê ve dibin. Li aliyê din jî dema ku rewşa cîhana ruhî, hest, raman, hêrs, nerazîbûn û şêwegirtina kesayeta ciwanan wan rast neyê çavdêrîkirin, nizanin ku divê çawa û bi kîjan rêbazan xebatên ciwanan bên kirin. Divê kêmasiyên wiha bên derbaskirin. Ji bo bandora êrîşên komploger ên li ser ciwanan bê şikandin û ciwanan di xetê şoreşger-welatparêz perwede bike û di nav têkoşînê de bibîne pêwîstî bi hewldanên taybet û plankirî hene. Divê hem helwesta bîrdozî û parvekirinê û hem jî dînamîzma ciwanan rast were dîtin û fêmkirin. Pêwîste xwedî li tevlîbûna pêşeng a ciwanan derbikevin û bê esasgirtin. Divê ji rê dernexin.
Divê tevgera ciwanan jî xwe di xetekî wiha de pêş bixe. Helbet ciwanên ku em mîna ciwanên Apoyî bi nav dikin, van mijaran dizane û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin û çalak dike. Di vê wateyê de xwedî sekne û çalakiyên mezin dike. Di wêrekî û fedakariyê de li ser wan tu kes nîne. Seknekî ciwanên Kurd heye ku her kes bi tiliyan nîşan dide. Îlham, coş û kelecanê dide ciwanên hemû cihanê. Ev hemû rastiyek e. Lê divê tevgera ciwanên Apoyî hîn bêhtir hişyar, rêxistin û biçalak bin. Pêwîste ev yek bîngeh bê girtin û pêşxistin. Em hêvî dikin ku pêşxistinên di vî warî de pêk bên.
Bi rastî jî hemû barên têkoşînê ciwan hilgirt ser xwe û hîn jî hildigre. Barê têkoşîna li dijî komployê jî dîsa ciwan rakir. Di rastiyê de ciwanên Kurd di bin pêşengiya Rêber Apo de civakek nû, neteweyek nû û neteweya Kurd a ciwan û demokratîk ava kirin. Her tim di ruh, raman, hest, jiyan û tevgerê xwe de ciwan bû. Rêber Apo dibêje, 'Gelo kesek ji min ciwantir heye'. Ji xwe PKK’ê di pêşengiya ciwanan de derket holê. PKK’ê mîna partiya ciwanan ava bû û heta roja me hat. Ji xwe pêşengiya jin û ciwanan tê vê wateyê. Berê digotin bi pêşengiya çîna karker û mîna 'partiya karkeran' dihat bi nav kirin. Ger em niha bibêjin, bi pêşengiya jin û ciwanan re ye tê wateya partiya jin û ciwanan. Divê em sekna ciwanan di vê astê de bilind bikin.
Bêguman ciwan bi zehmetiyên giran re rû bi rû dimîne û barek giran hildigre. Lê girseyek ya ciwanan heye ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst-qirker têdikoşe, li dijî paşverûtiya cihanê têdikoşe û her roj şehîd dide. Di vê wateyê de hêrs, nerazîbûn, wêrekî û fedakariya wan pir bilind e.  Di vê mijarê de xwedî hişyariyek girîng e jî.  Lê pêwîste di rêbazên rêxistinbûn û çalakiyê de zêdetir were perwerdekirin û pêşxistin. Divê hîn zêdetir afirîner be û erkên pêşengiyê bi rê û rêbazên rastir bi rengekî serketî pêk bîne. 24 sal in di berxwedana li dijî komployê de pêşengtî kir û hêzeke mezin raber kir. Ciwanên Apoyî wê di sala 25’emîn de vê helwesta xwe hîn xurtir bikin. Baweriya me heye.

Têkoşîna 25 salan a li hemberî komployê li Kurdistanê rastiyeke çawa afirandiye? Si nava sîstema navneteweyî de guhertineke çawa çêbû? Di navbera konjonktura heyî, rewşa van hêzan û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de pêwendiyeke çawa heye?

Bi Komploya navneteweyî armanc kirin ku Rêber Apo tune bikin û li ser vê bîngehê jî bi tasfiyekirina PKK’ê re qirkirina Kurdan temam bikin. Wê êdî li Kurdistanê Kurd nemaban. Tirkbûn, Erebûn û Farisbûn pêşketiba û serwerbûya. Tu fikir, vîn, rêxistin û têkoşîna Kurdan nemaba. Gelê Kurd wê hatiba tunekirin, Kurdistanê ji dîrokê ve tune kiriban. Teqez armanca komployê ev bû.
Dema mirov di dawiya sala 24’emîn de li Kurdistanê dinêre, dikare bi hêsanî bêje ku tiştên ku têkoşîna li dijî komployê re hatin afirandin heman tiştin. Ger em ji vir berê xwe bidin em dikarin bi hêsanî bibêjin ku komplo bi temamî têkçûye, vala derketiye û bi ser neketiye. Em tunekirina Kurdan bidin li aliyekî, gelê Kurd niha pêşengiyê ji gelên li Rojhilata Navîn û hemû cihanê re dikin. Ciwan û jinên Kurd pêşengiyê ji hemû ciwan û jinan re dikin. Her kes vê dibîne û qebûl dike. Rewşa li Başûrê Kurdistanê kûrtir bûye ku di destpêkê de ji bo bi PKK’ê şer bike hat avakirin. Her çiqas hêzên ku li ser rêveberiya heyî serwer in û hevkarî û xiyanetên xwe mîna destpêkê bidomînin jî civak ji van cuda ye. Di heman demê de li gel vê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê heye. Mîna statûya duyem a Kurdan, ji 2012 ́an û vir ve zêdeyî 10 sal in hebûna xwe parastye û pêşxistiye. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê li dijî her curê êrîşên îmhayê yên faşîst-mêtînkar û qirkeran bi pêşengiya jin, ciwan û dayikên Kurd bi egîdane û qehremanî didome. Rewşa Rojhilata Kurdistanê jî li holê ye. Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, serhildana ku li dijî rejîma Îranê pêşket belavî Îran û tevahî cîhanê bû. Mîna ku li hemû jinên Kurd û Îranî belav bû, belavî hemû jinên li cihanê jî bûye. Her kes ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û ji bo azadiya gelên Îranî dadikevin kolanan, qadan tijî dikin, dirûşmeyan berzdikin. Bi serhildana li Rojhilata Navîn re dirûşmeya biefsûnkirî ya jinên Kurd “Jin Jiyan Azadî” bû dirûşmeya hemû jinên cîhanê û bûye dirûşmeya pêşeng ya hemû kesên azadîxwaz û gelan.  Niha rewşa li Kurdistanê wiha ye. Rastiya Kurd di vê rewşê de ye. 

Gelo pirsgirêka Kurd di çarçoveya pergala desthilatdar, dewlet û sazûmaniya modernîteya kapîtalîst ya heyî de çareser bûye? Na. Çareseriyek wiha tuneye. Lê gelo hişyarbûn, rêxistinbûn û xwerêveberiya gelê Kurd, li ser vê bîngehê têkiliya bi gelên din û mirovahiyê re û di endambûna malbata gelan de pêşketin hene? Belê, hem jî di asta sereke de heye. Li Kurdistanê rewşa ku pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî statû dabe û çareser kiribe nîne, lê gelê Kurd li dijî hişmendiya ku qirkirinê li Kurdan ferz dike, li dijî siyasetê û pergala kapîtalîst a kûrewî têdikoşe û di nava têkoşînek wiha de xwe perwerde dike, rêxistin dike û hatiye rewşa xwerêvebirinê. Ev gel li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê dijîn ku belav bûne. Dîsa jin û ciwanên Kurd a wiha jî heye. Ev rastiyên bibandor yên roja me ne. Pirsgirêka Kurd di pergala kapîtalîst a kûrewî de nehatiye çareserkirin, ev pergal dest ji hişmendi û siyaseta xwe ya qirkirinê bernedaye, lê gelê Kurd bi jin, ciwan û kedkarên xwe re êdî hişyarbûne, rêxistinbûne û ji bo çalakiyan rabûne. Gel, ciwan û kedkarên din hişyar dikin, dikşînin aliyê xwe û li dijî vê pergala qirker a qûrewî têkoşîna xwe ya azadiyê di her qadê de bi tempoyek bilind didomîne. Li dijî siyaset û hişmendiya qirker şerê azadî ya kûrewî didomîne. Ya esas û hatiye kirin ev e. Ev jî ne pêşketinek kêm û rewşek lewaz e. Pêşketinek pir watedar û girîng e. Ne giring e ku pergala kapîtalîst nas dikin an ne. Ya girîng ew e ku gel bê rewşa xwe rêxistinkirinê, xwe bide jiyandin û xwrêvebibe, Kurd di vê mijarê de gelê herî hişyar û rêxistinkirî ya rojame ne. Di rewşa gelê pêşeng de ne. Gelê ku dihat xwestin bi qirkirinê re bên tunekirin, bûne pêşengê gel. Gelê Kurd ku beriya 24 salan dijmin xwest bi êrîşên îmha û tesfiyeyê ya li ser Rêber Apo re wan qir bike û tune bike, niha hatiye rewşa ku pêşengiya hemû gelan dike û bûye hêzek ya azadiyê. Pêşketinek ji vê mezintir, watedartir û girîngtir nabe. Dema li gorî pergala navneteweyî û rewşa aborî bê nirxandin, cudahiyên di navbera 24 sal berê û roja me de mîna li Kurdistanê balkêş e. Ev jî xwedî girîngiyeke mezin e. Dema ku komployê dest pê kir, bandora DYE’ê pir zêde bû. 

Di rastiyê de DYE’ê bi serweriya xwe ya Rojhilatê Navîn ve, pêşketinên Yekitiya Sovyetan ku li Balkan, Qafkasya, Asya, Efrîqa û Latîn Emerîkayê derketin holê di astek mezin de tesfiye kiribû.Dema ku hinek ji wan bibandor kir, hinek jî bi xwe ve girêda. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de an jî di xeta stratejîk ku tê gotin, “Sazumaiya Nû ya Cîhanê ye”, dixwest pêngavekî nû, pêngaveke duyemîn biavêje û bi êrîşa li ser Rêber Apo re mînaka yekemîn a pêngaveke stratejîk a DYE’yê pêş ket. Ev pêla duyemîn a êrîşan jî destpêkê Rêber Apo hedef kir. Ji ber ku mîna talûkaya herî mezin Rêber Apo dît. Ji ber ku di şert û mercên têkoşîna Rêber Apo de, nekarî hêza êrîşên kûrtir ên leşkerî li ser Iraq, Afganîstan û Rojhilata Navîn pêşbixe. Ji êrîşek wiha tirsiya. Lewma jî ji bo pêşxistina van êrîşên xwe, destbi plankirin û pêkanîna êrîşa komploya navneteweyî kir ku bi vê yekê re tunekirina Rêber Apo armanc dikir. Piştre di zemîna ku bi êrîşa 11’ê Îonê ku li ser kuleya cewî hat afirandin, pêşî dest bi şerê Afxanîstanê kir. Beşek ji Afxanîstanê dagir kir. Di sala 2003 de êrîşê rêveberiya Saddam Huseyîn kir ku li derdora Bexdayê de mabû. Bexdayê bi dest xist. Bi vî rengî tevahiya Irakê dagir kir. Li ser vê bîngehê derfet dît ku li herêma Rojhilata Navîn li hemberî hêzên siyasî yên dijber mudaxile bike. Bi dagirkeriya xwe ya li Afxanîstanê re derfet dît ku li hemberî dijberên xwe yên siyasî yên li Asya û Asyaya Başûr mudaxile bike. Ev yek hemû nîşan didin ku pêşengî û bandora DYE’ê  di pergala modernîteya kapîtalîst a kûrewî de pir pêşketiye. Divê em vê bi vî rengî bibînin. Lê ev yek heta di naverest û dawiya pêngava wê duyemîn de wisa ajot. DYE’ê her ku çû ev bandor û cihê xwe winda kir. Tiştê ku qewimîne li holê ye; piştî salên 2010-2011’an û pê ve serhildaneke girseyî ku weke “Bihara Ereban” tê bi nav kirin pêş ket û derbeke giran li serweiya DYE’ê xist ku dixwest li Erebîstan û Bakurê Afrîkayê ava bike. Pêl û tevgerekî mezin derket holê. Wisa bû ku ger darbeyekî leşkerî neke wê serweriya xwe ya li Misirê jî winda kiriba. Heqeten jî winda kiribû. Herî dawî, encex bi darberya leşkerî xwe li Misirê girt. Encamen pergalên wî yên ku li Irakê avakiriye jî li holê ye. Her curê qeyran diqewimin. A rastî mijara dewlet û birêvebiriya Iraqê heye an ne, cihê nîqaşê ye. Hêzên mîna DAÎŞ û El-Qaîde jî derket holê.  A rastî eger li hemberî wan berxwedana Kurdan nebûya, ev hêz wê ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê bibûna belayekî mezintir. Rewşa dawî ya li Afxanîstanê li holê ye. DYE’ê ku dixwest Afxanîstanê bixe bin kontrola xwe û li Başûrê Asyayê baregehên xwe ava bike, di dawiyê de neçar ma ji Afxanistanê bireve. Qaşo ew bi Talîbanê re di naskirina hevkarên xwe de li hev kiribûn, lê dema DYE’ê di bin navê vekişînê de revîya, Talîban tevahiya Afxanîstanê bi dest xist. Şerê Afxanîstanê ku DYE’ê ji payîza 2001’an ve dabû destpêkirin û 20 sal ajot, bi revîna DYE’ê re encam bû. Dema hewl dida Talîbanê îmha bike, Talîban li ser tevahî Afxanîstanê serwer bû. Dibe ku têkîliya wê bi awayekî bi DYE’ê re hebe. Ji xwe berê Emerîka tevgera Talîbanê derxistibû holê û dabû êrîşkirin, lê ya girîng ne ew e, ya girîng ew e ku DYE’ê dema dixwest Afxanîstanê ji Talîbanê bigre, lê di dawiyê de Afxanîstanê ji Talîbanê re hişt û reviya. DYE’ê ku li Iraqê bandora Seddam Huseyîn şkand û lewma dixwest Iraqê li dijî Îran û Sûriyeyê bike baregeha xwe ya şer, lê di dawiyê de neçar ma hêzên xwe biavêje ber bextê bajara Hewlerê ya Başûrê Kurdistanê. Encama van hemûyan jî Şerê Ukraynayê ye ku ji 24’ê Sibatê ve dewam dike. DYE’ê xwest van hemû tengaviyên xwe bi Şerê Ukraynayê re tune bike. Ji bo ji nûve NATO’yê zindî bike, xwe bispêre Şerê Ûkranyayê û li ser Ewropayê bandor çêbike.

Dixwaze bi şerê xwe ya li dijî Rûsyayê cihê xwe bihêz bike. Hewl dide nakokiyên xwe yên bi Çînê re bi pêşxistina tifaqa li Pasîfîkê re bidomîne. Li Rojhilata Navîn nekarî tiştekî girîng ava bike. Her tiştê anî rewşa tevlîhevtir, nakok û bi şer. Rê li ber ewqas qetlîam û mirinan vekir. Niha ji bo ku hînek çavkaniyên enerjiyê bi dest bixe rica ji Erebîstana Siûdî dike. Ji bo ku hinek hebûna xwe nîşan bide bi Misirê re li hev dike. Hewl dide bi rengekî veşartî bi Îranê re li hev bike. Dixwaze pişta xwe bide Îsraîlê. Palpişta DYE’ê û Rojava li Rojhilata Navîn Îran û Tirkiye bûn. Projeya Nifşa Kesk li ser vê bû. Niha rewşa Rojava bi pêşengiya DYE’ê li Tirkiye, Îran û Rojhilata Navîn li holê ye. A rastî Şerê Ûkranyayê dibe şerê karesatê. Niha li ser wir gefa talûkaya şerê nukleerê li ser hemû mirovahiyê tê xwarin. Rêveberiya Pûtîn a li Rûsyayê vê gefê bi rengekî êşkere dike. DYE’ê bi palpişta vê gefê hewl dide gelek hêzan li dora xwe bigre. Mîna ku sûd ji êrîşa Saddam ya li ser Kuveytê girt û mudaxileya leşkerî li ser Rojhilata Navîn kir, hewl dide ji êrîşa Rêveberiya Pûtîn ya li ser Ûkranyayê jî sûd bigre û bandora xwe ya li Ewropayê pêşbixe. A rastî Rêveberiya Pûtîn li Ûkraynayê serneket. Ew ê rêveberiya Zelenskî bêbandor kiriba û Kîevê bi dest xistiba, lê bi ser ne ket. Niha jî dixwaze hinek cihên li sînor bixe bin serweriya xwe. Li hemberî wî jî bertekên mezin hene. Ziyanên mezin jî dît windahî jî da. Gefên wî hinek jî ji wir tên. Lê divê em vê bibînin: DYE’ê  24 sal berê li tevahiya cihanê hin prestîj û bibandortir bû. Helbet cihan niha tevlîhevtir e. Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bi Şerê Ûkranyayê re di aliyê leşkerî û siyasî de rehendek nû qezençkir. Li herêmên din ên ku şer tê domandin, ji Afxanîstanê heta Iraqê û li Rojhilata Navîn tu encam û pergalek derneket holê. Ev pir zelal û vekirî ye. 

Ev hemû çi nîşan didin? DYE’ê wê bi pergala nû re dixwest serwriya xwe li ser cîhanê kiriba. Dest ji pergala nû ya cîhanê berde, bêîstîkrarî, tevlîhevî, nakokî û şer afirand. Weke duyemîn jî qaşo dixwest demokrasiyê bibe her alî, niha bixwe dibêje her alî dîktator in. Weke sêyemîn jî wê îstîqrar anîba, lê asta şer heta Şerê Ûkranyayê re bir. Hema hema Rûsya û Ewropa xist nava şer. Ma bi vî rengî serkêsiya DYE’ê li cîhanê xurt bû? Na. Rewşa Rûsya û Çînê li holê ye. Cîhanekî wiha yek alî tune ye. Nekarî vê biafirîne û nikare biafirîne jî. Her wiha dema ji derva tê temaşê kirin wisa dixuye ku li dijî Rûsyayê Ewrupa ketiye nava çalakiya DYE’yê, lê di rastiyê de Ewropa araste dike ku pêşengiya pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst bi DYE’yê re parve bike. Hewldanên herî dawî ya Elmanyayê wiha ne. Daxuyaniyên Wezîra Karên Derve ya Elman jî bi giştî di vê çerçoveyê de ye. Pêşniyara serokatiya hevpar li DYE’ê dike. Ne ku Rûsya û Çîn tenê, Elmanya jî hewl dide serokatiyê ji DYE’ê bigrin û serokatiya pergalê parve bikin.

Bi Şerê Ûkranyayê re rewşek çawa derket holê? Nakokî û şer wê zêdetir bibin. Şer û nakokiyên navxweyî yên pergala modernîteya kapîtalîst a kûrewî hin girantir dibe. Bi tu awayî pozîsyonekî ku bikaribe Şerê Sêyemîn ya Cîhanê bi dawî bike û bi aliyê derbaskirina qeyranê bikaribe encamekî biafirîne xûya nake. Ji xeynê vê, li cihanê pêşbirka xurtkirina çekdarbûn û mîtîrarîzbûnek zêde derketiye holê. A rastî pêşbirka serokatiyê ya Elmayayê mîna pêşbirka çekdarbûnê derdikeve holê. Divê bê dîqat kirin. Dibe ku Elmanya carek din bikeve nav aresteyên talûke.  Gava dest bi stratejiyeke nû ya ewlehiyê kirin û qonaxa çekdarî dest pê kir, qala parvekirina bar a bi Emerîkayê re dike ku eger van pêk bîne, hêza ku Elmanya ava kirî wê nediyar be ka wê li hemberî kê bikar bîne.

Ka pêşengiya DYA’yê wê îstiqrar û demokrasiyê pêş bixista. Ev îdiaya DYA’yê bû dema ku destwerdana Rojhilata Navîn dikir, ketibû şerê Korfezê, şerê Saddam dikir. Tişta ku niha derdikeve holê tam berevajiyê vê ye. Pêşbirka biçekbûnê, mîlîtarîzekirin, hewirdorek bi pevçûn û nakokî avakirin, metirsiya şerê nukleerê, niha ji ya 24 sal berê pirtir e.Di rastiyê de, cîhan xistine nav rewşek siyasî-leşkerî ya ku her diçe xeternaktir dibe. Krîza aborî, rewşa xirabûna avhewayê jî wisa ye. Nexweşiyên cur be cur, vîrûsa koronayê jî nîşaneya vê yekê ne. Qeyrana pergalê her ku diçe kûr dibe. Gelek derdor pêşengiya vê dikin. Mînak hin hêzên wek Elmanyayê li şûna bibêjin ku divê em dîktatoriyê hilweşînin, li dijî êrîşa Rûsyayê demokratîkbûnek zêdetir pêş bixin, dibêjin, "Divê em hê zêdetir mîlîtarîzmê pêş bixin, zêdetir hilberîna çekan bikin û ji bo ewlehiya xwe artêşa xwe mezin bikin." Ev tê wateya amadekariya şerek hêj xeternak.
Di rastiyê de wê bermahiyên demokrasiya heyî ji holê rakin û hemû cîhan bikeve rewşeke dîktatorî ya mîna Rûsyayê. Dema ku em dibêjin em li dijî dîktatoriya li Rûsyayê ne, dibe ku pêvajoyên dîktatoriya wan pêş bikevin. Bi rastî jî encamên van polîtîkayan diyar in. Li Îtalyayê rastgirên tund, li Swêdê dîsa rastgiran bi ser ketin. Swêd keleha demokrasiyê bû. Faşîstên ku li hemû Ewropayê ji wan re rastgir û biyanofobî tê gotin, hema bêje li her derê bûne tevgereke siyasî ya bi bandor. Dibe ku hêdî hêdî di aliyê Hîtlerbûnê de jî geşedanên çêbibin.Têkiliya wan bi çareseriya pirsgirêka Kurd re heye? Erê, bê guman heye. Têkiliya ragirtina Rêber Apo di pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de heye? Belê heye. Divê em vê girêdanê bibînin. Em dikarin vê bibêjin: Ger ku Rêber Apo dema çû Romayê bi 8 maddeyên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê de dihat pêşbînkirin pêk hata. Tirkiye, Îraq, Sûriye, Îran bêguman wê ne di rewşek wiha de bana. Kurdistan wê biba keleha azadî û demokrasiyê, biba keleha aramiyê û van deveran jî demokratîk biba. Di encamê de wê ber bi konfederalîzma Rojhilata Navîn a demokratîk ve biçûya. Pirsgirêka Filistîn-Îsraîl jî li ser vê bingehê dikare were çareserkirin. Bi konfederalîzmeke demokratîk a Rojhilata Navîn a bi vî rengî, ewlekariya Îsraîl wê misoger biba. Ji ber vê yekê, Rojhilata Navîn dikaribû êdî nebe herêmeke wisa ya xitimî, nakokî û pevçûnê.Bê guman, di rewşek wiha de dê şerê Ukraynayê pêk nehata. Ji bo Şerê Ukraynayê ne hewce bû. Hewce nedikir Ewropa ewqas ji Rûsyayê bitirse. Ji bo ku axên nû bi hev ve girêbide, Rûsya ne hewce bû wekî Serdema Çarlik serî li êrîşên îlhaqê bide. Hewce bi mîlîtarîzmê, hêza maddî ya ku ji hela mirovahiyê ve hatiye afirandin, pereyên cîhanê di hilberandina çekande bikar anîn, da ku hêj zêdetir mirov bikuje, nebû. Meyl her ku biça wê ber bi demokrasiyê ve gav bihatana avêtin. Sîstema cîhana demokratîk dikarîbû bihata avakirin. Desthilatdarî û sîstemên dewletê dikarîbûn ji aliyê demokrasiyên gel ve bên kontrolkirin. Lê niha yek ji wan tune. Berevajî vê yekê ye. Çima? Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ji aliyê TR’ê ve hatin kirin. Bi hemû desteka NATO, pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî, ji aliyê dewletê û yên wekî wan ve didome.Rêber Apo di bin tecrîd û êşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin. Ev rewş, êşkence û tecrîd jî roj bi roj girantir dibe. Êrîşa DYA’yê ya li ser Efganîstan û Iraqê bi plana komploya 9’ê Cotmehê pêk hat. Li ser esasê peymana komploya 15’ê Sibatê pêk hat. Ev yek ewqas bi hev ve girêdayî bûn. Niha rewşa pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê di rastiya xwe de çavkaniya her cure zilm, teror û êşkenceya faşîst a li Tirkiyeyê ye û di vê astê de li cîhanê ku yek ji sedemên herî girîng û bingehîn ên rewşa heyî nakokî û pevçûn e.

Di pêvajoya têkoşîna li dijî komployê de bi hezaran şehîd bûn. Divê rastiya van şehîdan çawa bê destgirtin? Di ronahiya rastiya şehîdan de wê di sala 25’an a têkoşînê de li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke çawa bê pêşxistin?

Di têkoşîna 24 salên dawî ya li dijî komploya navneteweyî de me zêdetirî 20 hezar şehîd dan. Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd di van salên dawî de nêzî hezar şehîdên me hebûn. Me van şehîdan li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava da. Di vê têkoşînê de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat şehadetên me çêbûn.Yekemîn şehîdên komploya 9'ê Cotmeha 1998'an hevrê Halît Oral û Aynur Artan in. Ji ber ku li girtîgehê rastiya komployê hîs kirin, bi dirûşma "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" dest bi berxwedana fedaîbûnê kirin. Ev berxwedan li hemû girtîgehan belav bû. Li herêmên derve belav bû. Li çar perçeyên Kurdistan û derveyî welat domand. Gerîla li ser xetên lehengiyê şer meşand. Gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd li dijî êrîşa komploya navneteweyî bi lehengî li ber xwe dan. Ji bo xwedî derketin û parastina Rêber Apo têkoşîn meşandin. Bi rastî jî rêxistina ciwanan YCK’ê bi lehengî pêşengiya wê pêvajoyê kirin. Li dijî komploya 15’ê Sibatê, li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê, li her qadê asta serhildanê pêş ket. Li Ewropayê gelek sazî û rêxistinên navneteweyî hatin desteserkirin. Rêveberiya Îsraîlî ku berpirsyarê komployê bû, li ser asta balyozxaneyê gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de 4 welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê şehîd bûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevahî serhildanek çêbû. Gerîla rabû ser piyan. Berxwedana gerîla û gel bi berdêla bi sedan şehîdan gihişt lûtkeya herî bilind. Wezîra Karên Derve ya DYA’yê Madeleine Albright ku komplo organîze, plansaz kir û pêk anî, neçar ma mezinî û bibandoriya têkoşîna ku gelê Kurd û gerîla li dijî komploya 15’ê Sibatê pêş xistiye qebûl bike û bibêje, “Em li benda bertekê bûn, lê me hêvî nedikir ewqas mezin be.”Di demên piştre de jî rewşa şehadetan dem bi dem dijwartir bû û dem bi dem jî kêm bû. Bi taybetî di şerê ku ji 1’ê Hezîrana 2004’an ve li Bakur dijwar bû, bi taybet di şerê gel ê Şoreşgerî yê 1’ê Hezîrana 2010’an de me gelek şehîd dan. Di têkoşîna li dijî dagirkeriya DAÎŞ û dewleta Tirk ya li Rojavayê Kurdistanê de zêdetirî deh hezar şehîd hatin dayîn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojhilat û Başûr me bi hezaran şehîd da. Lewma berxwedana dîrokî ya li dijî komploya 24 salên derbasbûyî rastî 20 hezar şehîdên leheng tê. Her yek bi rastî lehengek e. Xort û jinên leheng ên gelê Kurd, her yek ji wan şervanên azadiyê bûn. Ez di şexsê hevrê Haîlt Oral û Aynûr Artan de ku dest bi berxwedana “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” careke din van hemû şehîdan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez li vir careke din soza me ya ku em ê bigihêjin armancên wan û bigihêjin bîranînên wan dubare dikim.Lê divê yek tişt bê zanîn: Şehîd Zîlan li dijî êrîşên li hember Rêber Apo têkoşîn da destpêkirin û şêwaza xwe derxist holê. Got, "Destên ku bigihêjin Rêber Apo wê bişkên" û li ser vê bingehê bi serkeftineke mezin çalakiya fedaî, li dar xist. Şêwazek têkoşînê, şêwazê berxwedanê ku xwedîderketin û parastina Rêber Apo ye afirand. Em jê re dibêjin “Şêweya Zîlan”. Em Zîlan wekî xeta fedaîbûnê pênase dikin. Em rastiya xwedîderketin û parastina Rêber Apo wek Zîlan, tînin ziman.Di rastiyê de berxwedana fedaî ya li dijî komploya navneteweyî ya bi dirûşima “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bû berxwedana xwedîderketin û parastina Rêber Apo ya li ser xeta Zîlan. Hemû jî li ser xeta fedaîbûna Zîlan hat meşandin û dewam kir. Li dijî komploya navneteweyî xeta Zîlan li her aliyê têkoşînê serwer bû. Di xeta Zîlan de hemû şehîdên me bi berxwedan û têkoşînê gihiştine şehadetê. Delal, Sara, Rojîn, Şîlan, Viyan, Nûda, Reşît, Azad û Adîl weke milîtanên xeteke wiha şer kirin û bûn şehîdên wê xetê. Zinar Raperîn xeta Zîlan gelek serkeftî pêk anî û ev mîrate îro hevrê Sara û Rûken ên di 26’ê Îlonê de li Mêrsînê li dijî navenda polîsan çalakî pêk anîn, di vê xetê de gihiştin lûtkeya nû. Berxwedana xwedîderketin û parastina Rêber Apo ya li ser xeta fedaî ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de ji aliyê hevrê Şehîd Zîlan ve hate destpêkirin, di 26’ê Îlona 2022’an de li Mêrsînê ji aliyê hevrê Sara û Rûken ve derketiye lûtkeyê.Wê demê xeta berxwedanê ya li dijî komploya navneteweyî zelal û vekiriye. Tu kes nikare vê yekê şêlo bike û veşêre. Dîsa, kes nikare wê paşguh bike. Ev xet, xeta fedaî ya Zîlan, Zinar, Sara û Rûkenê ye. Van hevrêyan pêşengiya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dikin. Van çalakiyan xeta fedaîbûnê diyar dikin. Hemû çalakiyên din û têkoşîn li ser rêbertiya vê xetê pêş dikev in. Hemû şehîdên me yên din jî xeta fermandariya Zîlan, Zinar, Sara û Rûken vê xeta milîtaniya xweparastinê îfade dikin.Ji ber vê yekê em ê di sala 25’an de li dijî komploya navneteweyî çawa li ber xwe bidin, di vê wateyê de derketiye holê. Di rastiyê de hevrê Sara û Rûken bi çalakiya li Mêrsînê bersiva herî baş dane salvegera komploya 25’an. Xeta fedaî ya têkoşîna sala 25’an eşkere kirin. 24’emîn salvegera komploya navneteweyî bi darbeyek giran a li dijî navenda polîsan û çeteyên qirker ên faşîst, hat pêşwazîkirin.Ev tê wateya ku sala 25’an a têkoşînê jî dê bibe xetek wiha ya fedaîbûnê. Ger hûn bala xwe bidinê, têkoşîna ku li her qadê didome li ser vê bingehê pêş dikeve. Berxwedana mezin a gerîlayan a li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna û berxwedanên ku ji Xakûrkê heta Heftanînê, ji Botanê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Serhadê dewam dikin, berxwedanên ku li ser esasê xeta fedaîbûnê hatine pêşxistin in. Ev hemû li dijî êrîşa komploya navneteweyî têkoşînên mezin in. Li hemberî zîhniyet û siyaseta mêtînger-qirker a ku komploya navneteweyî derdixe holê berxwedan û têkoşîna wan a ji bo misogerkirina hebûn û azadiya Kurdan e.Îro di pêşengiya hêzên me yên gerîlayên qehreman, fermandar û hêza şervan a HPG û YJA-Starê de ev şerê azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê; Li Zapê, Avaşîn, Metîna, Xakûrkê û Heftanînê li ser xeta lehengiyê tê meşandin. Li van herêman her roj berxwedan hene. Derbên giran li dijmin tên xistin. Bêguman şehîdên vê têkoşînê yên leheng jî hene. Dîsa li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê ev tişt diqewimin. Herî dawî di 20'ê Îlonê de li Amedê berxwedan û şehadeta lehengî ya Dîren Wan û hevrêyên wê çêbûn.Gerîla vê berxwedanê li ser xeta fedaîbûnê ya Zîlan û Zinar, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakûrkê û li tevahiya Bakurê Kurdistanê di asta pêşengtiyê de pêş dixe.Çalakiyên lehengî yên mîlîsên HBDH’ê, şervanên YPS û YPS-JIN’ê li bajarên mezin ên Tirkiye û Kurdistanê pêk tên. Çalakiyên ku derbên giran li dijmin dixin pêş dikevin. Ev çalakî wê di sala 25'an de li ser xeta serketinê berdewam bikin. Di rastiyê de têkoşîna me ya sala 25’an wê pergala mêtînger-qirker a ku êrîşa komploya navneteweyî pêk anî, hilweşîne. Em ê vê bi berxwedana gerîla û berxwedana gel pêk bînin. Di pêşengiya gerîlayên qehreman de gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd li her qadê li ber xwe didin. Ne dixwin, ne vedixwin, ne radizên, ne diwastin bê navber ji bo azadî û demokrasiyê di nava çalakiyan de ne.Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê girseyî ve timî di nava berxwedanê de ne. Her roj derbe li dijminê faşîst-qirker ku pêşengiya êrîşa komploya navneteweyî  dike, dixin. Ev berxwedan li Bakur û Başûr didome.Îro Rojhilat hîn zêdetir derketiye pêş. Di vî warî de girîng e ku Îran rê li ber têkoşînê veke. Bi rastî jî yek ji qadên têkoşînê yên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Her kes vê yekê dizane. Lewaziya têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Rojhilata Navîn pirsgirêkan derdixist. Dibû asteng ku têkoşîn derkeve holê. Niha jî serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya ku ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî hat destpêkirin, rastî tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat. Li her derê belav bû. Li tevahiya Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê belav bû. Weke serhildanek jin û gel berdewam dike. Rewşa rast a gel û jinên azadîxwaz îfade dike. Bi vî rengî gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ber xwe didin. Em 24’an salvegera komploya navneteweyî bi berxwedaneke wiha ya gerîla û gel pêşwazî dikin. Her roj çalakiyên me yên berxwedanê yên ku komployê şermezar dikin û derbên giran li komplogeran dixin pêş dikevin. Ev yek wê di sala 25’an de berdewam bike. Sala 25'an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê di berfirehî û kûrahî de bigihêje lûtkeya bilind. Sala 25’an wê bibe sala hilweşandina dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî.Di sala 25’an a têkoşînê de em ê faşîzma AKP-MHP’ê ya ku komploya navneteweyî didomînin têk bibin. Em ê şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê pêk bînin û rê li ber guhertin û veguhertina demokratîk vekin. Pêşiya tevahiya Rojhilata Navîn wê bi vî rengî bê vekirin. Têkoşîna 50’emîn salvegera derketina Rêbertiyê, zemîna vê yekê bi xurtî ava kir. Bi pêngava xwe ya têkoşîna li dijî komployê em ê vê zemînê binirxînin û têkoşîna ku serketinê misoger dike derbixin holê.Li ser van esasan ez careke din berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Ez şehîdên leheng ên têkoşîna 24 salan a li dijî komploya navneteweyî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez gelê me, jin û ciwanên Kurd û hemû dostên Kurdan ên ku 24 sal in destûr nedane komploya navneteweyî pêş bikeve û derbe li ser derbe li komployê dixin, qîrîna azadiyê zindî hiştine, silav dikim. Ez bang li her kesî dikim ku di salvegera 25’an de li dijî komploya navneteweyî bi rêbazên nû û afirîner têkoşînê xurtir û berfirehtir geş bikin, da ku pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ber bi serkeftinê ve bibe.Di Salvegera 25’an de wê Komploya Navneteweyî bi awayekî teqez têk biçe, azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe, Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê demokratîk bibe, mirovahî wê ji zîhniyet û siyaseta faşîst a AKP-MHP’ê ku pêşengiya DAÎŞ û El Qaîdeyê dike, rizgar bibe. Careke din ez bang li her kesî dikim ku ji bo serkeftinê berpirsyariya xwe pêk bînin, bikevin nava hewildanê û di Têkoşîna Salvegera 25’an de serkeftin ji we re dixwazim.