Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî dan ên 'soza xwe bi cih nînin'

Xizmên girtiyan di Nobeta Edaletê de diyar kirin ku hin partiyên siyasî soz dane wan, lê soza xwe bi cih neanîne.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê di roja 329’an de berdewam dike. Endamên Tevgera Jînên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), rêveberên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê jî bi armanca piştevaniya malbatan tevlî çalakiyê bûn.

Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler diyar kir ku ji bo pêşî li mirina girtiyên nexweş ên giran bigirin, çalakiyan lidar dixin û got, “Bila girtiyên me yên nexweş serbest bên berdan. Ji bo mirin çênebin û edalet pêk were em di nava çalakiyan de ne. Em di meha Çileyê de çûn Enqereyê û me serdana hemû partiyên siyasî kir. Soz dan me, lê yek ji wan soza xwe pêk neanî. Em hefteya borî dîsa çûn Enqereyê. CHP’ê me qebûl nekir, partiyên din em qebûl kirin. Ji me re dibêjin 'Daxwaza we li ser serê me ye'. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan."

Încî, destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên giran piştî serbestberdanê herî zêde 6 mehan dikarin bijîn û wiha got: “Vê demê ji bo me malbatan pir zêde dibînin. Em jî dixwazin girtiyên xwe yên nexweş ên jiyana wan kurt e, hembêz bikin. Lê di vê dewletê de mirovahî nemaye û mafê jiyanê ji bo Kurdan nas nake.”

Încî Guler bertek nîşanî qebûlnekirina malbatan a ji aliyê CHP'ê ve da û got, "CHP’ê îro me qebûl nake, hemû partî di dema hilbijartinê de dibêjin 'birayên min ên Kurd', erê em û zarokên me Kurd in. Ji ber parastina doza xwe girtî ne. Em zarokên xwe dixwazin. "

Încî got, “Kî çi dike bila bike, îro girtiyên me yên nexweş dimirin. Em naxwazin ew bimirin. Dema dibin nexweşxaneyê, zilmê li wan dikin. Em li derve ji bo wan têdikoşin. Bijî Berxwedana Zindanan.”