HBDH'ê li Sûrê li wesayita polîsan xist

Milîsên Welat Çiya yên HBDH'ê li Sûrê li hemberî wesayita polîsan çalakî lidar xistin. Di daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Em hesabê Sûr-Cizîr-Nisêbîn û Komkujiya Gar a Enqereyê dipirsin."

Milîsên Welat Çiya yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku ji bo şermrezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li Sûrê çalakî kirine û wesayiteke polîsan a bi tîpa 'akrep' xistine kemînê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 9'ê Cotmehê li Amed/Sûrê, li hemberî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep a ji Keçîbûrcû diçû Hewselê, me çalakiyeke çekdarî kirin. Di encamê de wesayita dijmin bêbandor bû. Piştî demekê dijmin xwest bi droneyê keşfê bike. Milîsên me ev drone jî xistin.

Piştî çalakiya me, dijmin dest bi pêla destgîrkirina sivîlan kir. Yekîneya me jî bi rengekî serketî ji cihê çalakiyê çû û xwe gihand herêmên ewle.

Piştî çalakiyê gelek ambûlans ber bi qada çalakiyê ve hate şandin. Tevî ku encama çalakiyê zelal nebûye jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, endamekî hêza dijmin hatiye kuştin."

'EM Ê HESAB JI FAŞÎSTAN Û NOKERAN BIPIRSIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê beriya 8 salan li Sûr, Cizîr û Nisêbînê, beriya 7 salan jî di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê li qada Gar a Trenê komkujî kir. Komkujiyên hovane kir. Bajarokên me, bajarên me ser û bin kir. Li Sûrê li sîteyên nû yên li ser xirbeyan ava kiriye, bi festîvalan, narkotîkê û fûhûşê hewl dide gelê me dejenere bike. Ji wan hebû ku wê bi vî rengî karibin bi ser bikevin, têkoşîna me bisekinînin. Bi êrîşa li ser bîranîna bi sedan hevrêyên me yên di Komkujiya Gar'ê de hatin qetilkirin, ji wan hebû ku em ê vê komkujiyê ji bîr bikin. Lê belê xwe xapandin.

Sûrê şahidî ji berxwedana destanî ya gelê me û şehîdên me re kir. Bîranîna Sûrê ji hişê gelên me naçe. Têkoşîna destanî ya Çiyager, Zeryan, Rêber, Welat û hevrêyê wan têkoşîna heqîqet û azadiyê ya gelê me ye.

Em, li Sûr a ku berxwedana me ya lehengî berz bû, careke din derdikevin hemberî dijmin. Em dîsa li dijmin dixin. Em ê lêxin. Ji ber ku hesabpirsîna ji komkujiyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Enqereyê, heta serketinê wê neqede. heta wê rojê em ê hesab bipirsin.

Em ji nava gelê xwe rabûne. Em neferên têkoşîna yekbûyî ya rêxistinbûyî ye. Li her derê em ê nirxên xwe biparêzin û têkoşîna gelên me yên kedkar mezin bikin. Em ê hesab ji hemû nokeran û hêzên faşîst bipirsin. Ev keriyê mêtingeran ên namerd wê bibin hedefa tivingên me.

Hêrsa me mezin e. Sonda me ya hilanîna tola hevrêyên me xurt e. Hêrsa me xwedî wê hêzê ye ku faşîzmê bifetisîne."