Li Pîranşarê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek din qetil kir.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek din qetil kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, êvara 10’ê Cotmehê li ser herêma sînor Kanî Xoda ya nêzî Pîranşarê, di encama gule berdana hêzên Îranê de kolberê bi navê Mikaîl Talan hat qetilkirin.
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê li ser herêma sînor dibe sedema qetilkirin û birîndarbûna bi dehan kolberan. Ev qetlîamên bê daraz, bê ceza tên hiştin.