Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: Sefîrê Bilind ê Tirk a Bexdayê, qetlîam girt ser xwe

KCK’ê diyar kir ku Sefîrê Bilind ê Tirk ê Bexdayê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, qebûl kir û got ku dewleta Tirk qetlîamên li Iraq/Başûrê Kurdistanê pêk anîne û wê pêk bîne jî.

Daxuyaniya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha ye:

“Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney beriya çar rojan serdana Hewlêrê kiribû û bi Mesrûr Barzanî û Mesût Barzanî re hevdîtin pêkanîbû. Piştî vê hevdîtinê, rojnamevanekê têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya 4’ê Cotmehê, pirsek ji Sefîrê Bilind ê Tirk kir.

Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê Bexdayê Alî Riza Guney di bersiva dayî rojnamevan de, çêkirina bi dehan baragehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Iraqê û dagikeriya ku hîna dewam dike, ji nedîtî ve hat û got: “Em ji hin hêmanên di hundirê Iraqê de zêdetir girîngî didin serwerî û xaka Iraqê.”

Sefîrê Bilind ê Tirk qala hevdîtinên bi Barzaniyan re jî kir û got: “Min bendewariyên xwe ya di şerê li hemberî endamên PKK’ê re got.” Piştre bi diyarkirin ku “PKK û navendên bi PKK’ê re têkildar di hedefa me de ne”, bi navê asta herî bilind a nûneriyê, qetlîamên berê yên li Silêmaniyê hatinî kirin û qetilkirina Nagihan Akarselê girte ser xwe.

Rastiyeke tê zanîn ku dewleta Tirk ji derveyî sînorên xwe, derfetên xwe yên dewletî bikar tîne û bi rêbazên mafya-çete bêyî ku hiqûq û qanûnê nas bike, ji kirîn û firotina pereyê reş heta bi bazirganiya tiryakê, ji revandina mirovan heta bi pêkanîna qetlîaman xwedî nasnameyeke qirêj e.

Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Bexdayê vê rastiya ku tê zanîn, bi sifatê xwe yê fermî girt ser xwe; li xwe mikur hat ku qetlîamên li Iraq/Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk pêk aniye, her wiha bêyî tirs eşkere kir ku wê qetlîamên bi vî awayî bidomînin.

Ev daxuyaniya ku piştî hevdîtina bi Barzaniyan re hat dayîn, nîşaneya nasnekirina mafên serweriyê yên Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Li gel vê yekê îlana nasnekirina peymana dewleta Tirk a bi NY’ê re, hiqûqa navneteweyî û qanûnên navnetewî ye.

Divê di serî de pêkhateya NY’ê, hikûmeta Bexda û Hewlêrê, PDK, YNK û Goran û partiyên siyasî li dijî vê yekê demildest bikevin nava liv û tevgerê. Pêwîste parlamento, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr û gelê Başûrê Kurdistanê jî, Sefîrê Bilind ê Bexdayê Alî Riza Guneyê weke Persona non grata (kesê nayê xwestin) îlan bikin. Bêdengiya li dijî vê yekê, wê bê wateya piştgirî dayina bi dewleta Tirk a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bike bostana pişt malê yê Tirkiyeyê û tenê temaşekirina wê jî  wê bê wateya şrîktiya sûcên wan.”