KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da
Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah a 97 salî, Eynê Ocalan jiyana xwe ji dest da. -
HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîla de ku bi pêşengiya tîmên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin, 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. -
Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixe. Îro roja 489'an a çalakiyê ye. -
HPG: Em dikarin cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz bidin malbata wî
HPG'ê bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz kir û got, "Eger bixwazin, em dikarin cenazeyê wan bi rêya sivîlan radestî wan bikin." -
Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên li Geverê li xwe girtin
Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di 8'ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Rênas Oremarî yê li Rojava hate qetilkirin û Şehîdên 14'ê Tîrmehê li dijî du qereqolên polîsan çalakî hatine kirin û şer heta serê sibehê dewam kiriye. -
Eyup Barzanî: PDK teslîmî dewleta Tirk bûye
Siyasetmedar û nivîskar Eyup Barzanî diyar kir, ku dewleta Tirk ji têkiliyê wêdetir teslîmî dewleta Tirk bûye û ragihand ku hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel 'Qanûnên Dîwanxaneyê' derbas dibin. -
Bayik: Divê gelê me rastiya DYE û NATO'yê bibîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, li dijî PKK'ê û gelê Kurd biryarên nû hatin wergirtin û got, polîtîkaya qirkirinê ya Erdogan di vê civînê de hatiye erêkirin. -
Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundekê Zaxo bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Perexê yê Derkarê bombebaran kir. Di encamê de bi dehan sewal telef bûn. -
TÎP’ê bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Bajarê Rihayê bi boneya Cejna Qurbanê serdana Malbata Şenyaşar kir. -
HPG: 19 dagirker hatin cezakirin, 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN
HPG: Hêzên me ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê hin çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 jê payedar 19 dagirker hatine cezakirin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin. -
Xizmên windayan di hefteya 700’î de ji bo Vedat Aydin kom bûn
Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Vedat Aydin kom bûn. -
Malbata Şenyaşar di cejnê de jî li ber xwe didin
Malbata Şenyaşar di roja 488’an de jî Nobeta Edaletê didomînin. -
Rêxistina HDP’ê ya Geverê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanan kir
Bi pêşengtiya rêxistina HDP’ê a Geverê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanên li taxên Bajêrgê û Orman ên navenda navçeyê hatin kirin. -
Bayik: MÎT bi hevkariya PDK'ê qetlîamê pêk tîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan erk û firsendeke mezin daye MÎT'ê û got, “MÎT jî bi agahiyên PDK'ê komkujiyê dike.” -
Bi berdêla meaş li ber avahiya HDP’ê dest bi rûniştinê kiribû
Rûken Canbey a ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiya rûniştinê bûbû jê re hate gotin “Tu gelekî xebitî, niha dora malbatên din e” û ew ji karê wê yê li şaredariya bajarê mezin derxistin -
Li Geverê teqînên mezin
Li Geverê saet di 02.30 û 03.00’an de 3 teqînên mezin çêbû. -
Heywanên qurbankirinê nehatin firotin
Gelek heywanên ku firoşkaran ji bo Cejna Qurbanê xwedî kiribûn û anîn bazarên heywanan ên li bajaran, nehatin firotin. -
PDK’ê rê neda Edhem Barzanî derbasî Hewlêrê bibe
PDK’ê rê neda endamê berê yê Desteya Rêveber a PDK'ê Edhem Barzanî ku bi boneya Cejna Qurbanê dixwest biçe Hewlêrê. Barzanî ku ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, neçar ma vegere Îranê. -
Li Rojava û Mexmûrê li ser gorên şehîdên mûm hatin pêxistin
Bi sedan kesên ku li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmûrê çûn serdana gorên şehîdan û li ser gorên wan mûm pêxistin. -
Tevgera Azadî: Pêwîste xebatên aştî û demokrasiyê li Kerkûkê zêdetir bikîn
Bi boneya Cejna Qurbanê Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî çû serdana gorên şehîdan û soza dilsoziyê ya bi şehîdan re da. -
Leşkerên Tirk li Amedê nehiştin gel biçe serdana goristanê bike
Li Amedê serdanên goristanên Sîsê, Çemê Elîkan û Pîrîjmanê yên bi minasebeta cejnê yên bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat xwestin pêk bînin ji aliyê leşkerên Tirk ve hat astengkirin. -
Gerîla bi ruhê 14’ê Tîrmehê lê dide: 32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê didome. Di çalakiyan de 32 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatine birîndarkirin û derb li dronekê hate xistin. -
KONGRA-GEL: Bila cejn bibe wesîleya yekîtî û piştevaniyê
KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li gel kir ku li dijî dagirkeriyê seferber bibe. -
Ciwanên li Çiyayê Bêzarê hatin qetilkirin hatin bîranîn
28 ciwanên ku 28 sal berê di encama bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk de li çiyayê Bêzarê şehîd bûn, li gorên xwe hatin bîranîn. -
Şîrketên Piya û Arî meheke di bin dorpêça polîsan de ne
Ji serdegirtina li Amedê û vir ve ku bi dehan rojnamevan hatin girtin, şîrketên çêkirinê yên Piya û Arî di bin dorpêça polîsan de ne.