Îsmaîl Xelîl Mihemed ê ku li Hewlêrê hatibû destgîrkirin li ku ye?

Îsmaîl Xelîl Mihemed ku li Hewlêrê 2 salan bi kêfî hate girtin û piştî ku hate berdan di dema nûkirina îkameta xwe de careke din hate girtin, bi mehan e agahî jê nayê girtin. Malbata wî bi fikar e û li benda bersiva rayedaran e.

Di Tîrmeha 2019’an de piştî ku li Hewlêrê endamekî MÎT’ê yê ku li Konsolosxaneya Tirk hatibû kuştin, bi hinceta ku birîndarek tedawî kiriye, Îsmaîl Xelîl Mihemed hatibû girtin.

Mihemed ê 34 salî di sala 2015’an de dema ku li nexweşxaneya Cizîrê dixebitî, derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû.

Li gorî agahiyên ku ji xizmên wî hatine stendine, Mihemed li Hewlêrê di restoranekê de dixebitî.

Piştî ku xebatkarê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin, bi hinceta ku birîndarek tedawî kiriye, Mihemed hatibû girtin û du salan ceza lê hatibû birîn.

Ligel ku du salên wî qediyan lê nehat berdan. Malbata wî gelek hewl da. Ji saziyan hate pirsîn ku Mihemed çima nehate berdan.

Xizmekî wî diyar kir dema ew çûne dadgehê, hatiye gotin wê di warê hiqûqî de Mihemed were berdan lê ji niha û şûnde êdî ev meseleyeke siyasî ye û ew ê tevlî meseleyê nebin.

Mihemed piştî çend mehan di 2’ê Nîsanê de hate berdan lê vê carê bi hinceta ku destûra wî ya îkamatê qediyaye çû saziyên eleqedar. Piştî vê serdanê Mihemed hate girtin û kes nizanin ew birine ku derê.

Malbat diyar dike ne destûr tê dayîn ku ew telefon bikin ne destûr tê dayîn ku ew alavan jê re bişînin û ne jî ji wan re tê gotin ku Mihemed li ku ye.

Tê diyarkirin rayedarên Asayîşê înkar dikin ku Mihemed nehatiye destgîrkirin. Malbat jî diyar dike çend meh derbas bûye û ew nikarin tu bersivê bistînin. Malbat li aqûbeta Mihemed dipirse.