Şandeyek Iraqî li ser bombardûmana li ser Başûr serdana Îranê dike

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku şandeyek bi serokatiya şêwirmendê asayîşa niştîmanî ji bo nîqaşkirina êrîşên rejîma Îranê yên li ser navend û baregehên partî û hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr serdana Tehranê dike.

Çapemeniya Meclîsa Parlementoya Iraqê ragihand ku Desteya Peywendiyên Derve bi amadebûna Alîkarê yekem yê Serokê Parlementoya Iraqê Mûhsîn Mendelawî, Wezîrê Karê Derve Fuad Husên alîkarên wî li ser êrîş û bomberdûmanên rejîma Îranê ya li ser navend û baregehên partiyên Kurd Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ku gelek kes bûn qûrbanî nîqaş kirin.

Hate diyarkirin ku Husên li ser pêşîgirtina êrîşan bang li Sefîrê Îranê yê li Iraqê kiriye, daxwaznameyeke ya nerazîbûnê pêşkêş kiriye. 

Hate gotin ku li gel şandeyeke ya Îranê li Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî civiyane, nîqaş li ser wê yekê kirine bê ka çawa çareseriyeke peyda bikin. 

Herî dawî hate ragihandin ku şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî Qasim Erecî wê serdana Tehranê bikin li ser êrîşan û bomberdûmanê nîqaş bikin.