Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo greva li seranserî welat bang hate kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di xwepêşandanan de ku bi pêşengiya jinan têne lidarxistin, ji bo greva li seranserê welêt bang hate kirin.

Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve destpê kirin, bi pêşengiya jinê û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin.

Serhildana ku bi pêşengtiya jinê li kûçe û kolanan didome bi grevên nû xurtir dibe. Di vê çarçoveyê de li Sine û Zahîdanê karkerên beşa neftê ji bo piştevaniyê bang kirin ku li seranserî welat grev bê kirin.

Xwepêşandanên bi taybetî li kolanan geş in. Doh jî li Sine, Kirmaşan, Ûrmiye, Mihabad, Bane, Merîwan, Saqiz û deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê dewam kirin. 

Li Sineyê ciwan daketin kolanan. Hêzên dewletê êrîş birin ser wan û wan jî bi kevir û rêbazên din ên xweparastinê bersiv dan.

Li aliyê din li Bane jî xwepêşandan hebûn. Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo berxwedana gel a li vir neyê dîtin, xetên înternetê û pêwendiyan hatine qutkirin. 

Ji bo piştevaniya bi çalakvanên li Sine ku hêzên Îranê ji bo çalakiyê bifetisînin bi çekan êrîş kiribûn û gelek kes bûbûn qurbanî, ciwanan li Tehranê bang li karkerên sektora neftê û welatiyên Sîstan û Belûç kir ku îro saet 12:00’an heta sibeha roja Pêncşemê dakevin qadan û dest bi çalakiyên li seranserî welat bikin.

Her wiha li bajarên Tehran, Qûm, Tebrîz, Şîraz, Fûladşehir, Yezdanşehir, Esfehan, Yezid, Meşhed, û çend bajarên din bi reng û rêbazên cihê çalakî dikin, nerazîbûn nîşanî rejîma îslamî ya Komara Îranê dike.

Li Mihabadê jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi nepoxan firandin esmanê bajêr.

Ji roja xwepêşandan destpê kir heta niha li gorî ne agahiyên fermî 201 kes bûne qûrbanî û bi hezaran kes jî hatine girtin, êşkence li wan hate kirin.