8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên gerîla de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.

HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker nikare berxwedana bi heybet a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişikîne ku bi ruh û wêrekiya Apoyî her roj bêhtir mezin dikin. Hêzên me bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger, rêbaz û taktîka gerîla ya serdema nû dixin meriyetê û derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger dixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse li gel xefikekê hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi dehan carî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî dan:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Cotmehê saet di 07:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Agir hate xistin.

9'ê Cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, sîstema kamera ya mobesse ku dagirkeran bi mayinê xistibûn xefikê ya li derdora çeperên şer ên li Şehîd Felat, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate tespîtkirin. Hêzên me bi rengekî profesyonel sîstema kamera ya mobesse û xefika wê îmha kirin.

9'ê Cotmehê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê y Sîdayê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Agir. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, bi sûîqestê li dagirekrên li Girê Şehîd Sîpan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

9'ê Cotmehê saet di 08:40 û 11:50'î de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş tîmên m eyên bi tevger 2 caran bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de;

9'ê Cotmehê saet di 10:30 û 15:30'î de tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

9'ê Cotmehê saet di 18:30'î de tîmên me yên bi tevger li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin.

9'ê Cotmehê saet di 11:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

9'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

9'ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, çeperên şer ên li Şehîd Agir ê li Qada Berxwedanê yê Sîdayê 2 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Cotmehê, qadên Çemço, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan carî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

9'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê drone li ser çeperên şer ên li Şehîd Xursî geriyan."