Ji bo Şehîd Şevîn Çekdar mewlûd dan - HATE NÛKIRIN

Xelkê Mexmûrê ji bo gerîlaya YJA Starê Şevîn Çekdar a 24’ê Îlona 2022’yan li Metînayê şehîd bû, mewlûd dan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlaya YJA Starê Şevîn Çekdar (Şevîn Eren) mewlûd hat dayîn. Hemû sazî û meclîsên wargehê bi awayekê girseyî tev li mewlûdê bûn. Beriya ku axaftin werin kirin, di kesayeta Şehîd Şevîn Çekdar de ji bo hemû Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê hemû sazî û meclîsên wargehê Hisên Gûzereşî axivî.

Hisên Gûzereşî, di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Em, hemû komploger û xiyanetkaran, her wiha yên ku piştgirya dagirkeran dikin şermezar dikin. Em bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikin ku ji bo geşkirina têkoşînê û azadkirina Rêber Apo, ji destê kê çi were divê pêk bîne. Îro roja man û nemanê ye, divê her kes li gor wê tevbigere. Cardin serê Serok Apo, gerîlayên di çeperan de şer dikin, gelê Kurd ê azadîxwaz û malbata hêja sax be.”

Li ser navê malbatê Hadî Arkêtî jî destpêkê bixêrhatina gel kir û wiha got: “Derketina xwedî li ala ku wan li ba kiriye û jiyandina wan di dilê xwe de soza me ye. Em jî dibêjin destpêkê serê Serokatiya me sax be, serê hevrêyên wê, hemû xebatkarên pergalê û malbatên şehîdan û gelê Kurd ê xwedî rûmet sax be.”