‘Divê em ji bo mudaxileya lezgîn a şewatê bibin deng’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê anî ziman ku divê Cûdî li dijî talankirina xwezayê bibe herêmeke sembol û got: “Em ji bo mudaxileya lezgîn a şewatê bibin deng. Keştiya mirovahiyê li Cûdî dişewite.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê şewatên li Çiyayê Cûdî û Licê ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin û destûr nehate dayîn bên vemirandin û birîna daran a li Akbelenê li Parka Roboskê ya navçeya Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên Partiya Karkeran Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran axivî û wiha got: “Bi destê dewletê û rayedaran hem şewat tên derxistin hem jî ji bo rantê daristan tên birîn. Gelê ku dixwaze ji vê talanê re bibe asteng jî bi êşkenceyê tê destgîrkirin. Li Cûdî jî gelê ku dixwaze şewatê vemirîne tê astengkirin.”

Berdevka Demê ya Platformê Nûjiyan Yildirim ku li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî da. Yildirim bal kişand ser şewatên li Çiyayê Cûdî û Licê tên derxistin, destûrnedayîna mudaxileyan û birîna daran a li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê.

Yildirim diyar kir ku daristan beşeke jiyanî ya hevpar û girîng a tevahiya mirovahiyê ne û wiha got: “Her şêwe helwestên li dijî xwezayê, bi mafê hawirdorê re têkildar in. Ji bo vê jî, vemirandina şewata daristanan di zûtirîn demê de hem ji bo pêşîlêgirtina texrîbata xwezayê û hem jî ji bo rêzgirtina li mafê hawirdorê hewcehiyek e. Daristan ne mîrateya me ya ji berê maye, ew pêşeroja me ne. Hûn pêşeroja me bi şewitandina daristanan û birîna daran tune dikin. Tevî hemû bang û bertekên aktîvîst, rêxistinên hawirdor û kedê ku sîstema ekolojîk ji ber germahiya global, qirêjiya hawirdorê û hwd di bin tehdîdê de ye jî şewata daristanan a li Licê û Cûdî ji aliyekî ve û komkujiya daran a li Akbelenê ji aliyekî ve bêhna me tengtir dike.”

Yildirim bal kişand ku dewlet û sermayeya ku dewletê kontrol dike li şûna rawestandina hilweşandinê, polîtîkayên ku rê li ber karesatên hawirdorê yên neqanûnî veke dimeşîne û wiha berdewam kir: “Daristanên li rojavayê welat ji bo rantê, daristanên li herêmê bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin.”

‘EM JI BO MUDAXILEYA LEZGÎN BIBIN DENG’

Yildirim anî ziman ku şewata li Çiyayê Cûdî zirarê dide ekosîstemê û wiha berdewam kir: “Divê Cûdî li dijî talankirina xwezayê bibe herêmeke sembol. Ji bo polîtîkayên rantê bi hinceta ewlehî û aboriyê qebûl nekin, em ji bo mudaxileya lezgîn a şewatê bibin deng. Keştiya mirovahiyê li Cûdî dişewite.”

XWEST PÊVAJOYA HIQÛQÎ WERE DESTPÊKIRIN

Yildirim xwest şewata li Cûdiyê û şewata heta niha destpê kiriye bê lêkolînkirin û fail bên tespîtkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.

Yildirim, xwest ku bi “Plana Çalakiyê ya Têkoşîna bi Hişkesaliyê re” ya were amadekirin li qadên bi şewatê ji holê rabûn dar bên çandin û bang kir ku ji bo şewatên li herêmê derkevin saziyên cemaweriyê yên têkildar bikevin nava liv û tevgerê û welatî ji tevlêbûna xebatan re amade bin.