'Drama karkerên demsalî nayê dîtin'

Li Tirkiye û Kurdistanê drama karkerên demsalî dewam dike. Nivîskar Asrin Keleş diyar kir ku pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî nayên dîtin.

Drameke ku bi Biharê destpê dike û heta meha Cotmehê dewam dike. Li gorî rewşa paletiya fêkî û zebzeyan li herêman belav dibin. Li pişt qemyonan diçin bajarên ku qet nas nakin. Ji hemû mafên jiyanê û xwarinê bêpar in. Bi erzanî têne xebitandin û keda wan tê xwarin.

Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 600 hezar karkerên demsalî hene, lê tê gotin 3 milyon karkerên demsalî têne xebitandin. Ji sedî 95 ê van karkeran jî Kurd in. Karkerên demsalî bi taybetî li Riha, Dîlok, Wan, Agirî ne. Bêyî ewlehî û sîgortayê têne xebitandin, li herêma Anatoliya Navîn tevkariyeke mezin li çandiniyê dikin. Li gel vê yekê jî li her derê êrîşên nijadperestî li wan tê kirin. Bi taybetî li bajarên mîna Sakaryayê êrîş li karkerên Kurd têne kirin, ji mafên xwe bêpar têne hiştin.

Nivîskar Asrin Keleş ku li ser 'Rapora nirxandina şert û mercên jiyanê yên karkerên çandiniyê yên demsalî' kar dike û rewşa karkerên demsalî bi gotarên xwe timî dixe rojevê, anî ziman ku bi salan e pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî nayên dîtin. Keleş diyar kir ku karkerên çandiniyê yên demsalî ku meha Nîsanê tên herêma Anatoliya Navîn heta mehên Cotmeh-Mijdarê li navçeyên derve li binê konên li zeviyan dimînin, li gel zor û zehmetiyên giran jî tevkariyeke cidî li çandiniyê dikin û got, "Em niha 'Rapora nirxandina şert û mercên jiyanê yên karkerên çandiniyê yên demsalî' amade dikin. Pirsgirêkên li binê konan, kêmasî û pêşniyarên çareseriyê em li gel karkeran nîqaş dikin. Bi kurtasî karkerên çandiniyê yên demsalî bi israr in ku şert û merc bêne guhertin û mafên xwe yên qanûnî bi dest bixin."

'NE LI BINÊ KONAN, LÊ LI HUNDIRÊ KONTEYNIRAN DIVÊ BÊNE BICIHKIRIN'

Keleş ragihand ku karker ne li binê konan, lê belê li malên konteyniran divê werin bicihkirin, şert û mercên jiyaneke mirovî mafekî wan ê bingehîn ê mirovî ye û got, "Hem sendîka, hem saziyên civakî yên sivîl hem jî partiyên siyasî bi têrkerî balê nakişînin ser mijarê. Ji bo mirovên me di nava şert û mercên mirovî de bin û pêşî li karkeriya zarokan bigirin em ê hewldanên xwe dewam bikin."

'AVA PAQIJ JÎ BI DESTÊ KARKERÊN DEMSALÎ NAKEVE'

Keleş diyar kir ku ne ya qebûlkirinê ye karkerên demsalî neçarî şert û mercên nebaş bêne hiştin û wiha dewam kir: "Divê ava paqij tavilê ji van mirovan re bê dayin. Kampên ku karkerên demsalî yên çandiniyê lê dimînin dûrî şert û mercên jiyana mirovî ne. Li zeviyên ku her gava baran dibare dibe mîna golê, mirov neçar in bimînin. Sergo û kon di nava hev de ne. Tiwaletên têne çêkirin ne li gorî tenduristiyê ne, ji xwe pirsgirêkên tenduristiyê jî li pêş çavan e. Divê rêveberiyên xwecihî û navendî hewl bidin ji bo mirovên li binê konan di nava şert û mercên hîn baştir de bin. Derfetên van mirovan ên tenduristî û perwerdeyê kêm in. Dikarim bi şênberî bibêjim ku saziyên tenduristiyê serdana van konan nakin. Di heman demê de perwerdeya zarokan jî ji nedîtî ve tên."