Wê germbûna kûreyî bandorek çawan li tenduristiya me bike?

Li gor WHO’yê wê guherîna avhewayê sibehê roj bibe rîskek ji rîskên sereke yên li hemberî tenduristiya mirov. Pispor hişyariyê dikin ku krîza avhewayê krîza tenduristiyê ye. Lê wê germbûna kûrayî bandorek çawan li tenduristiya me bike?

Di nûçeyeke malpera 7Sur7 a Belçîkayê de, bandora germahiya kûrehî li ser tenduristiya mirovan hate nîqaşkirin. Destpêka nûçeyê bi vê çavdêriyê ye: “Deh sal berê, havînê ku mirov bi wesayîta xwe ji seriyekê welêt diçû seriyekê din, li ser cama wesayîta mirov kezikên mirî tije dibûn. Mirov îro biceribîne, wê aliyê pêş ê wesayîta mirov wek berê qirejî nebe.”

Li gor pisporê tenduristiya jîngehê Peter van den Hezel, ev dîtineke mirov pê şaşmayî dibe. Peter Van den Hezel ji zû ve ye ku vekolînê li ser bandora germbûna kûreyî li ser tenduristiya mirov dike û dikeve hewila dîtina çareseriyê.

Hezel dibêje: “Wek berê kêzik nîn in. Li Hollandayê qadeke parastina xwezayê ji jimartina kêzikan berpirs e: Berê qet nebe 500 kêzikên ji hev cuda hebûn. Niha bi tenê deh heban dijimêrin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku hin tişt şaş diçin.”

WHO’yê li ser mijara bandora guherîna avhewayê li ser tenduristiya mirov gelek caran hişyarî kirin. Li gor Dîrektorê Herêma Ewropayê yê WHO’yê Hans Kluge wiha dibêje: “Ez her tim dibêjim ku krîza avhewayê krîza tenduristiyê ye.”

Germahiya li seranserê cîhanê ya îsal ji meha Tîrmehê ya sala 2019’an ku tu car wiha germ nebûye, derbas kir. Germahî li çar aliyên cîhanê zêde bû. Bi taybetî havîna sala 2022’yan ji ber germahiyê 18 hezar kesan li Îtalyayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor Van den Hezel li Hollandayê dest bi hestkirina bi encamên vê xerabûnê bûye.

Hezel got: “Her ku diçe alerjî bi mirov re zêdetir dibe. Germahî zêde dibe. Curbicuriya biyo kêm dibe, başiya axê dikeve û ji ber ava qirêjî pirsgirêk zêde çêdibin.” Hezel bi berdewamî wiha got: “Bêyî guman ev karesata herî mezin a serdema me ye. Em hê jî di famkirina biwarên vê bûyerê de, bi rastî wê çi bibe, ne serkeftî ne. Em xwe pir didin ser zêdebûna germahiyê. Lê bandora krîza avhewayê li ser curbicuriya biyolojîk, bikaranîna erd, okyanûs û madeyên kîmyewî jî heye.”

Pisporê tenduristiya jîngehê ev tişt li axavtina xwe zêde kirin: “Sedsala çûyî ji her deh salan, bîst salan carekê pandemiyeke nû derketiye. Sedsala 21’emîn jî pandemî pir zêde bûne: Em bi Koronavîrus, SARS, MERS, chîkûngûnya, kela Rojavayê Nîlê re mijûl bûn. Ku em van tevan hesab bikin, wê pandemî du-sê qat zêde bibin. Lê ji bo mirov tê bigihîje wê çawa bi awayekê zelal rave bike? Mirov dibêjin qey wê ev pirsgirêk di demeke nêz de çareser bibin û navê ku fikaran bikin.”

Hezel destnîşan kir ku curbicuriya biyolojîk diguhere û emîsyonên ji ber xwedîkirina heywanan û çandiniyê sedemên çêbûna germahiya kûreyî ne û bandora wê li peydekirina dexil û dan çêdibe. Hezel dibêje, bi bikaranîna axê bêyî sekin, ax bêxêr dibe û got: “Madeyên bingehên jê tên dûrkirin û dema xwezayê ku axê nû bike têr nîn e. Lewma mîner di hin berheman de kêm e.”

Hezel wiha behsa bandora vê rewşê li tenduristiyê kir: “Ev mîneral ji bo wicûda me bi rêk û pek bixebite, ji bo pergala enzîmê û çêkirina hormonan pêwist e. Eger ev mîneral biqedin, wê pergal nema bi rêk û pêk bixebitin. Ev tê wê wateyê ku wê mirov bêhtir bi nexweşiyên kronîkî bikevin, zû mîkroban bigirin û dereng baş bibin.”