Pileya germahiyê li Başûrê Ewropayê, dibe ku bibe 48

Li ESA’yê ku ajanseke fezayê ye, li Başûrê Ewropayê hewa her ku diçe germtir dibe. Pileya germahiyê li Îtalyayê, van rojan dibe ku bibe 48.

Tê payîn ku dawiya vê hefteyê li Başûrê Ewropayê hewa pir germ bibe. Li gelek deran wê germahî bi ser 40 pileyan bikeve. Li gor ESA’yê ku ajanseke fezayê ye, wê germahiyeke ta bi niha tu car çênebûye li Ewropayê bê dîtin.

Îtalya bi rojan e ku gelek germ e. Roja Çarşemê li Sardînya û Apûlîayê germahî bi ser 40 pileyan ket. Wezareta Tenduristiyê ji bo çend bajaran alarma sor a bilindtirîn ragihand.

Li Atînayê ku paytexta Yewnanistanê ye, tê payîn ku roja Îniyê germahiyê bigihîje ta bi 41 pileyan.

Tê payîn ku dawiya vê hefteyê li Tirkiyeyê jî hewa pir germ bibe. Li herêmên Bakurê Kurdistanê ku meha Sibatê erdhej lê ket, germ digihîje ta bi 40 pileyan. Ev germahî bi taybetî ji bo kesên di konan de dimînin rîsk e.

Pêşniyaza bijîşkan ew e ku mirov nava rojê dernekeve derve û ji xwe re raze. Cilên fereh û sivik li xwe bike û têr avê vexwe.

Zêdebûna germahiyê, bandorê li hejmara mirinê jî dike. Li gor komeke lêkolînê ku di kovara bi navê “Nature Medicine” de ragihandiye, par havînê li Ewropayê zêdeyê 60 hezar kesan ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest daye.