Li Colemêrgê dema hevdana pûş destpê kir

Cotkarên li Colemêrgê ji bo xwedîkirina heywanên xwe di zivistanê de, dest bi hevdana pûş kirin.

Sewalkarî û cotkarê ji çavkaniyên girîng ên debarê yên xelkê Colemêrgê ye. Li Colemêrgê dema hevdana pûş destpê kir. Şêniyên bajêr ên heywanan xwedî dikin, gihayê ku mehên Adar û Nîsanê çandibûn, bi havînê re didin hev.

Ji cotkaran Rahmî Îhtiyatoglû serê sibehê saet di 4'an de dest bi hevdana pûş dike, wan girê dide û ji bo zivistanê kom dike. Îhtiyatoglû got, "Em vî pûşî zivistanê didin heywanên xwe. Lê belê ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin. Êdî ne cotkarî ne jî sewalkarî têra me dikin. Ji bo birîna giha em rojane hezar TL didin tirpankaran, ji ber buhayê sotemeniyê zêde ye bi wesayitê em nikarin bên gund. Par me 50 TL dida wesayitê û dihatin gund, lê niha bi 300 TL'yî jî nayên.

Em nikarin mesrefa xwe jî bidin. Me mihî, çêlekên xwe firot, niha jî em ê giha û pûşê xwe bifiroşin û ji vir biçin. Ji ber ku bi krîzê êdî em nikarin tiştekî bi dest bixin. Piştî hilbijartinê krîz girantir bû, em nikarin tiştekî bikirin. Êdî nikarin sotemeniyê bikirin, bi wesayitê nikarin bên. Ji ber ku em nikarin mesrefa wê bidin. Yanî ji zearê wêdetir em tiştekî nakin. Tevî ku em gelekî dixebitin kareke me nîne. Ji her tiştî em zerarê dikin."