Li Colemêrgê şivantî hem xweş e hem zehmet e

Li Colemêrgê ku bêkarî zêde ye, hin mirov ji bo karibin debara xwe bikin neçar dimînin ku bi mehan dûrî mala xwe şivantiyê bikin.

Li Colemêrgê ku erdnîgariya wê ji bo sewalkariyê gelekî guncav e, hin mirov debara xwe bi şivantiyê dikin. Şert û mercên zehmet ên xwezayê, qedexe aliyên zehmet ên vî pîşeyî ne. Li gel van zor û zehmetiyan jî şivantî weke kevneşopiyeke ji hezaran salî dewam dike. Şivantî mehên Nîsan an jî Gulanê destpê dike, mehên Cotmeh an jî Mijdarê bi dawî dibe.

Mehmet Erîk ku 20 sal in li Colemêrgê şivantiyê dike, anî ziman ku li gel aliyên xweş ên vî pîşeyî her wiha aliyên xwe yên zehmet jî hene.

'BI VÎ PÎŞEYÎ DEBARA XWE DIKIM'

Mehmet Erîk diyar kir ku wî berê sewalkarî kir, piştî ku sewalên xwe firot dest bi şivantiyê kir û got, "Şivantî pîşeyekî gelekî xweş e. Tu çi karî dike bike, lê helal bike. Ez her tim şivantiyê nakim. Carna şivantiyê dikim, carna jî bêhnê vedidim. Debar êdî gelekî zehmet e. Bi vî pîşeyî debara xwe dikim. Yanî her kes neçar e kar bike. Hinek sewalkarî dike, hinek esnafiyê, hinek jî şivantiyê dikin û debara xwe dikin."

6 MEHÊN ŞIVANTIYÊ

Erîk qala 6 mehên li zozanan kir: "Serê sibehê radibim sewalên xwe dibim çêrandinê, danê nîvro jî tînim, ji bo bêne doşandin. Piştre jî sewalan careke din dibim çêrandinê. Piştî ku sewal hinekî bêhnê vedidin, nîvê şevê saet di 2'an de careke din dibim çêrandinê. Ber destê sibehê sewalên xwe mexel didim Vê demê bi qasî saetekê radizêm û piştre ji nû ve dibim çêrandinê. Piştre sewalan dibim ber avê. Danê nîvro jî heywanan tînim ji bo bêne doşandin. Yanî rojên me bi vî rengî derbas dibin. Pîşeyê me bi vî rengî ye."

Erîk diyar kir ku êdî zêde mirov şivantiyê nakin û got, "Ciwanên niha êdî vî karî nakin. Ji ber ku ciwan nakin, ev pîşe êdî namîne. Aliyên xwe yên bedew hebin jî gelek aliyên xwe yên zehmet ên vî karî hene. Ji bo çêrandina sewalan carna bi şev ranazêm. Ev kar hinekî bi wijdan tê kirin. Divê tu li sewalên ku radestî te hatine kirin miqate be."