Her roj cenazeyên koçberan li peravên Tûnisê tên dîtin

Di 48 saetên dawî de herî kêm 10 cenazeyên koçberan li peravên Safakes ên Tûnisê hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Ewlekariya Neteweyî, di 48 saetên dawî de 10 cenazeyên koçberan li peravê ketine. Hate diyarkirin ku koçber qurbaniyên keştiyeke ku li deryayên Safakesê noqê avê bûye ne. Ji bo tespîtkirina nasnameyên koçberan lêpirsîn hate destpêkirin.

Li gorî malpera Ralîtes, gelek çavkaniyan piştrast dikin ku bûyerên bi vî rengî hema hema her roj li beravên herêmê diqewimin.

Li aliyê din nêzî mehekê ye ku bi sedan koçber li herêma sînor a di navbera Lîbya û Tûnisê de asê mane.

Rayedarên Tûnisî ji destpêka meha Tîrmehê ve dest bi dersînorkirina girseyî ya koçberan kir, bi vî rengî ev krîz rû da.

Şandina koçberan li qadên çol ên li herêma sînor berdewam dike û li herêmê av, xwarin û stargeh peyda nabin.

Li gorî rêxistinên sivîl ên Lîbyayê, di hefteyên dawî de herî kêm 17 koçber li herêma sînor a di navbera her du welatan de jiyana xwe ji dest dane.