Şewata li Cûdî: Artêşa Tirk, kanên kevir, şîrketên petrolê...

Tevî ku hefteyek di ser şewata daristanên ku 26’ê Tîrmehê li herêma Cûdî ya Şirnexê destpê kiribûn re derbas bû jî, nayê kontrolkirin. Mudaxeleya vê şewatê bi zanebûn ji aliyê heman hêzan ve tê astengkirin.

Şewata daristanan a ku di navbera Cûdî û Silopiyayê de 26’ê Tîrmehê destpê kirî, heta 29’ê Tîrmehê bê navber dewam kir. Di rewşa heyî de cih cih divemire û cih cih dewam dike.

Ji ber ku qada ku şewat lê derketiye “herêma ewlekariya leşkerî” ye û ketin û derketin di çarçoveya destûrê de tên kirin, şewat ji mudaxeleya şaredarî û sivîlan re hatiye girtin.

LI HEMAN HERÊMÊ GELEK CARAN ŞEWAT HAT DERXISTIN

Her sal di heman demê de li Çiyayê Cûdî ji aliyê heman kesan ve agir tê pêxistin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, rewşa dawî ya şewatê ji ANF’ê re nirxand.​

Mehmet Zirig diyar kir ku ketin û derketina derve qedexe ye ji ber ku tevahiya herêma ku agir pê ketiye û belav bûye, qada baregeha leşkerî ye û got ku çavkaniyên agahiyan xelkê gundên derdorê ne û wek din derfetê wan tune ye ku agahiyan ji dervey gundiyan ji hin kesên din bigirin. Zirig, diyar kir ku herêma navborî bi salan e ji ber sedemên cuda hatiye şewitandin û wiha got:

“Şewat bi temamî nehatiye kontrolkirin. Ji me re hat ragihandin ku cih bi cih dewam dike. Herêmek e ku bi dehan qereqol lê hene û ketin û derketina wê jî qedexe ye. Li herêmê gundên hatine valakirin hene û encax piştî ku destûra çandina rez bigirin dikarin biçin. Li gorî agahiyên ku gundiyan dane me, cihê ku şewat lê derketiye nêzî Gundê Karaca (Sorbitme) ye. Ev gund di sala 1990’an de hat valakirin. Ji ber ku şewat qadeke pir mezin girtiye, em nikarin derbarê niştecihên din ên li derdora wê de agahiyan bigirin. Lê em dizanin ku di salên borî de heman herêm gelek caran hatiye şewitandin. Hema bêje her sal li wê herêmê şewat derdikevin. Jê re dibêjin ‘agirê ku nayê vemirandin’, lê nayê dîtin ku mudaxele li agir hatiye kirin. Em dizanin ku di salên borî de şewatên li vê herêmê gihiştin gundên Silopiyayê.”

Mehmet Zirig anî ziman ku di roja ewil a şewatê de Şaredariya Silopiyayê ji 112’an heta walîtiyê hemû saziyên fermî agahdar kirine û daxwaza mudaxeleyê li şewatê kirine û diyar kir ku lê ti saziyeke dewletê bersiv nedaye Şaredariya Silopiyayê.

Zîrîg bi bîr xist ku ji derveyî Silopiyayê li tevahiya Şirnexê li hemû şaredariyên HDP’ê qeyûm hatine tayînkirin û got ku çend şaredariyên nêzî qada şewatê jî AKP’î ne, ji ber vê jî ti agahiyek wan tune ye ku şaredariyên din ên ku li herêmên di bin bandora şewatê de ne, ti hewldan kirine yan na.

KANÊN KEVIR Û ŞÎRKETÊN PETROLÊ QADEK NEKOLAYÎ NEHIŞINE

Zirig îşaret bi wê yekê kir ku ew devera ku şewat lê derketiye di heman demê de herêmek e ku dar neqanûnî lê tên birîn û destnîşan kir ku, zêdebûna hejmara kanên kevir û şîrketên lêgerîna petrolê li Çiyayê Cûdî û derdora wê, sedema sereke ya şewatê ye.

Zirig axaftina xwe wiha domand:

“Li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê konsepta ewlekariya leşkerî heye, li vir sazî daran dibirin û şewatan derdixin. Ji ber ku herêmeke leşkerî ye, destûr nayê dayîn ku ti saziyeke din mudaxeleyê şewatan bike. Çiyayên Cûdî û Gabarê herêmeke ku di van demên dawî de kanên kevir û komirê lê hatine vekirin û şîrketên lêgerîna petrolê pir bi zêde lê dixebitin. Şîrketan li Çiyayê Cûdî cihekî nekolayî nehiştin. Em dizanin ku li herêma ku şewat lê derketine, şîrketên lêgerîna petrolê lê hene.”

‘TENÊ DENGÊ ME LI DIJÎ TIŞTÊN KU LI CÛDÎ TÊN KIRIN, DERDIKEVE’

Zirig destnîşan kir ku bêbertekbûna raya giştî û piştgirî nedayîn, bi qasî hewaya dijminatiya Kurdan a ji aliyê AKP’ê ve hatî afirandin, di agirê ku li Cûdî bi rojan nehat vemirandin de, bi bandor e û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Dewlet li aliyekî din jî li herêma Cûdiyê festîvalê lidar dixe. Tê îlankirin ku ev der kirine ‘qadek bi ewle’. Bi hezaran kesan dibin wî çiyayî û şahî tên lidarxistin. Dema ku mijar dibe erdnîgariya Kurdistanê, ne rast e ku mirov li mantiqekî bigere. Ji derveyî me ti kes dengê xwe li hemberî tiştên ku li erdnîgariya Kurdistanê tên kirin, dernaxîne. Ji derveyî me û mirovên herêmê, me ne ji muxalefetê ne jî ji jîngehparêzan ti piştgirî nedît. Ti kes bi me re neket peywendiyan. Ji bo Akbelenê raya giştî bû deng, bal kişandin ser tişên li wir qewimîn. Tevî ku bi salane Kurdistan dibe qada şer, raya giştî zêde deng dernaxîne.”