Qeyrana aborî bandor li mêşvaniyê jî kir

Şiyar Karagoz ê li navçeya Qereçan a Erziromê mêşvaniyê dike, diyar kir ku qeyrana aborî bandoreke neyînî li sektora wan kiriye.

Yek ji çavkaniyên ku xelkê navçeya Qereçan a Erziromê pê dabara xwe dike, mêşvanî ye. Hingivê ku li navçeyê tê hilberandin, li hemû bajerên Tirkiyeyê bi taybetî bajarên Kurdistanê tê firotin. Şiyar Karagoz ê li navçeya Qereçan a Erziromê mêşvaniyê, dike diyar kir ku ew bi karê mêşvaniyê dabara xwe dikin û anî ziman ku hingivînê ew dihilberînin bi temamî xwezayî û tendurist e. Karagoz got ku ew ji sala 1970’an ve li navçeya Qereçanê mêşvaniyê dike û got: “Ev hingivîn ji nebatên deşta Hinis û Qereçanê çêdibin. Bi vê taybetmendiya xwe hingivînên pir xweş û xwezayî ne.”

Karagoz diyar kir ku ew hingivînên dihilberînin, li bajarên derdor û li bajarên wekî Amed, Êlih, Merdîn, Erzîngan û Mûşê difiroşin û wiha pê de çû: “Ev çend sal in em firotina perakende dikin. Em hingivînên xwe bi rêya kargoyê li hemû bajaran, bi taybet bajarên metropolan difiroşin. Li gel van hemûyan jî qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê bandor li sektora me jî kir. Zêdebûna enflasyonê bandoreke neyînî li buhayan kir. Ev yek bandorê li me jî dike. Sê sal berê me kîlo di navbera 50 û 60 TL de difirot, îro mixabin em bi 200 TL difiroşin. Ev yek bêguman bandorê li me jî dike. Em îsal bi 200 TL hingivê ku me 2 sal berê 50 TL dida, bêguman zehmetiyan dikişînin. Ev bihabûn ne di destê me de ye. Heqê barkirinê ku berê 7 lîre bû îsal ji 40 lîreyî derbas bû. Vê yekê hem bandor li me û hem jî li mişteriyên me kir.”