Li cîhanê dozên têkîldarî avhewayê zêde dibin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 2017 û 2022’an de li cîhanê hejmara lihevnekirinên avhewayê du qat zêde bûye.

Rapora Bernameya Hawîrdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ya navenda wê Naîrobî û Navenda Qanûna Guhertina Avhewayê ya Sabîn ya li Zanîngeha Kolombiyayê ku daneyan lîste dike, balê dikişînê ser wê yekê ku têkoşîna rizgarkirina avhewayê êdî bi dadgehan dibe.

Li gorî raporê, di navbera salên 2017 û 2022’an de li cîhanê hejmara lihevnekirinên avhewayê du qat zêde bûye. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara dozên têkîldarî avhewayê di sala 2017’an de ji 884’an heta dawiya 2022’an gihiştiye 2180’an.

Dozên avhewayê hîn jî bi giranî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê didomin û li seranserê cîhanê belav dibe.