Li Brîtanyayê ji bo kesên jîngehê qirêj dikin cezayên bêsînor bên birîn

Li Brîtanyayê ji bo kesên jîngehê qirêj dikin wê cezayên bêsînor bên birîn

Di dema ku avên avêtinê ên şîrketên avê bûye sedema bertekan, hikûmetê sînorê cezayên îdarî rakirin.

Heta niha ceza bi 250 hezar paûnd hatibûn diyarkirin. Wezîra Jingehê Therese Coffey got, “Kesên jîngehê qirêj dikin, pêwîste her tim bidin. Em sînorê cezayên îdarî radikin û qanûna cezayên bêsînor tînin.”

Pêşnûmeya hikûmetê ne tenê ji bo şîrketên avê, ji bo sektorên din ên çopê, şewitandinê û hwd. jî derbasdar e.