‘Encax hêzeke dagirker bikare xerabiyeke wiha bike!’

Berxwedêrên Akbelenê ku ji bo rawestandina birîna daran ji Daristana Akbelenê li ber xwe didin, got: "Pir dar ji destên me çûne. Encax hêzeke dagirker dikare xerabiyeke wiha bike. Lê em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Berxwedana li dijî birîna daran ji Daristana Akbelen a li Îkîzkoy a girêdayê Mîlasa Mûglayê berdewam e. Ji Stenbol, Îzmîr û Aydinê mafparêz hatin ku bi xelkê herêmê re bibin piştgir.

POLÎS Û LEŞKERAN DOR LI DARISTANÊ GIRTIYE

Li Daristana Akbelenê ku dar jê tên birîn, polîs û leşkeran dor lê girtiye. 6 nuqteyên kontrolê hatine danîn. Li zanyariyên giştî yên dixwazin bibin piştgir bi xelkê herêmê re tê nihêrtin.

‘DERFETÊN DEWLETÊ JI BO LÎMAKÊ WEK EWLEHIYA TAYBET TÊN BIKARANÎN’

Ji Komîteya Qada Berxwedanê ya Akbelên Bahadir ku bixêrhatina piştgirên ji Stenbolê hatin kir, got ku gundiyan berê sê caran nehiştiye ku dar bên birîn lê vê carê artêşek derketiye pêşiya wan û anî ziman ku derfetên dewletê wek ewlehiya taybet ji bo Lîmakê tên bikaranîn û got: "Encax hêzeke dagirker bikare xerabiyeke wiha bike."

‘JI ÇARAN YEKÊ DARAN HATINE BIRÎN’

Altan da xuyakirin ku bi hinceta ketina nav daristanê, li gor Qanûna Qebhetan ceza li rojnamevan û welatiyan tê birîn. Altan her wiha da der ku ta bi niha ji çaran yekê daran hatine birîn.

‘PIR DAR JI DEST ÇÛNE’

Jîngehparêz Denîz Gumuşel anî ziman ku hemû rêyên ku cihê birîna daran hatine girtin, ji bo wesayît nekarin bikevin, barîkat hatine danîn. Gumuşel ku şahida birîna daran e, wiha axivî: "Meha Adarê ya çûyî, bi çalakiya xwe me nehişt darên zeytûnan ji kokê bên rakirin. Li cihê me ew çalakî li dar xist, ji daran hatiye xalîkirin. Mixabin pir dar ji dest çûne."  

Gumuşelê dest nîşan kir ku hêj beşekê giring ê daristanê heye û got: "Anku divê mirov xwe bêyî hêvî neke. Em nehêlin nikarin bikin. Em bi hev re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin."

Piştî axavtinan, berxwedêrên Akbelenê, li cihê dor li daristanê hatiye girtin, xwe kir xelek û got: "Em Daristana Akbelenê nadin."