Li Akbelelenê êrîşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin û parlamenteran hat kirin

Leşkeran, li Akbelen a berxwedan lê berdewam e, êrîşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kir.

Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve, ji bo kana komirê dar tên birîn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê bikin hatin Akbelenê. Akin û welatiyên pê re rastî êrîşa leşkeran a bi ava şid û gaza îsotê hatin.

Di êrîşê de Akin, Perîhan Koca û gelek welatî aciz bûn. Hate dîtin ku leşkeran gaza îsotê bi taybetî li rûyê Koca kir. Gelê herêmê êrîş şermezar kir.