KCK: Têkoşîna ekolojiyê mafê bingehîn e

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bal kişand ser qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Ev talana ku bandorê li tevahiya jiyanê dike, têkoşîneke topyekûn li ser me ferz dike. Berpirsyariyeke exlaqî ye ku ji bo xweza û paşerojê têkoşîn bê meşandi

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê ragihand ku bîlançoya qirkirina ekolojîk a şerê li Kurdistanê her roj girantir dibe û ji bo parastina cîhanê, xwezayê û paşerojê bang kir.

TALANA LI SER EKOLOJIYÊ GIRAN DIBE

Daxuyaniya KCK'ê ya bi sernavê "Têkoşîna ekolojîk mafekî bingehîn e" bi vî rengî ye:

""Encamên talana ekolojîk, ku hêzên serdest û derdorên rantxur ê pergala kapîtalîst bi bêehlakiyeke bi israr pêşengiya vê dikin, her roj kûrtir dibe û rê li ber ziyanên nû vedike. Ew civîn, hevpeyman û hevdîtinên hêzên serdest ku bi hejmarên qelabalix qaşo ji bo çareserkirina vê krîza ekolojîk -ku bi xwe berpirsyarê wê ne- lidar dixin, ji sozên pûç û hevkariya vê dirûtiyê wirdetir ti encamê bi xwe re nayêne. Heta niha ya ku di bin navê çareseriyê de hatiye kirin, tenê xapandina raya giştî, ji berpirsyariyê rev û kûrkirina pirsgirêkan bû. Ji ber berjewendiyên xwe, bi awayekî bêşerm pirraniya biryarên ku di van civînan de wergirtine pêk nayenin. Pêşîgirtina qirkirina xwezayê li aliyekî, her sal vê hîn kûrtir dikin û rekorên talanê yên nû dişkînin. Encamên ku her roj em hîn girantir dijîn, asta vê hovîtiya ku bi maskeya 'pêşketin' û 'şaristaniyê' tê meşandin eşkere dike. Ev qirkirin ewqas dijwar bûye ku êdî saziyên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî, ku heta niha çavê xwe li vê girtiye jî êdî li xwe mikûr tê, vê hovîtiya heyî tîne ziman û weke 'karesatekê' bi nav dike.

Tenê di van çend rojên dawî de li parzemîn û welatên cuda germahiya hewayê ya di asta herî jor de bilind bûye, şewatên daristanan, lehiyên rû dane, ziyanên di encama şerên dijwar de pêk hatine, ji bo em asta xetereya vê karesatê fêm bikin, bes in. Her êrîşek li dijî ekolojiyê birînên nikarin werin cebirandin vedikin û eger ev talana heyî dewam bike êdî em dizanin ku bê wê di dema pêş de me kaşî jiyaneke çiqas tarî bike.

BÎLANÇOYA QIRKIRINA EKOLOJÎK A ŞER GIRAN DIBE

Ji ber polîtîkayên talanê yê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP, hin ji cihên ku ev karesat bi dijwarî pêk tê jî Kurdistan û Tirkiye ye. Bîlançoya qirkirina ekolojîk a şer ku bi destê AKP û MHP li Kurdistanê tê meşandin, her roj girantir dibe. Ew tundiya ku hişmendiya faşîst li ser civakê dimeşîne, bi her awayî bandorê li ser xwezayê jî dike. Desthilatdariya faşîst ku bi awayekî eşkere di propagandayên xwe yên hilbijartinê jî cih dabû projeyên talanê ekolojîk, dixwaze van planên xwe yên qirêj bixe dewre. Weke gavên destpêkê piştî hilbijartinê komkujiya li dijî daristanên Şirnex, Besta, Gabar û Cûdiyê bi hemû hovîtiya xwe dewam kir, daristanên Akbelen ên Mûglayê, zeviyên zeytûnan ê li Yatagan û Hatayê pêşkêşî şîrketên desthilatdariyê kirin. Her wiha dîsa li Cûdî, eskerên artêşa faşîst a Tirk bi awayekî bê perwa qeyd kirin û daristan şewitandin. Hîn şewata daristanên li Cûdî dewam dikir, li navçeya Lice daristanên nû şewitandin. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê zeviyên gund û bi sedan darên fêkî bi destê eskeran hatin tinekirin.

KIRYARÊN FAŞÎZAN ÊN KU ÇANDINIYÊ TÊK DIBE

Di salên 1990’î de gundên Kurdistanê dihatin şewitandin û îro jî dijminahiya li dijî Kurd û Kurdistanê bi pêkanînên faşîzan ên qirkirina xwezayê û tinekirina çandiniyê tê meşandin. Bi vê zilmê li ser gel koçberî û xizanî tê ferzkirin. Li Rojava, Başûr ve Bakurê Kurdistanê bi destê esker û çeteyên artêşa dagirker a Tirk daristan û darên zeytûnan tên birrîn û şewitandin, Kurdistan bi bendavan hatiye dorpêçkirin, bi sedan santral û kargehên madenê hene û amadekariyên projeyên dagirkeriyê yên nû tên kirin. Li Bakurê Kurdistanê tevî Riha, Dersîm û Amedê, ji Botanê heta herêma Serhedê li dehan navçe û bajaran dixwazin erdên çandiniyê dagir bikin û li ser van Sentralên Enerjiyê yên Rojê bi cih bikin, ava Gola Wanê û çemê Mûnzûrê bi Sentralên Hîdro Elektrîkê ziwa bikin. Her wiha li Rihayê av û elektrîka wan dibirrin, nahêlin gel çandiniyê bike, li Amedê genimê cotkaran di erdewan de dihelin, qûtê wan û keda wan heba dikin, bi qedexeya derketina derve û zozanan sewalan bi mirinê, gundiyan bi xizaniyê re rûbirû dihêlin, li Kurdistanê ava vexwarinê ya gund û navçeyan dibirin. Û ev tenê çend mînak in.

QIRKIRINA KU BI NAVÊ EWLEKARIYÊ TÊ REWAKIRIN

Ev qirkirina ku bi dijminahiya Kurdan tên meşandin, bi maskeya 'ewlekariyê' tê rewakirin. Lê belê, ji şerê desthilatdariya AKP-MHP ku li deşt û çiyayan bi çekên kîmyewî û bombebaranên balafirên şer dimeşîne, her derê weran dike, dişewitîne û her wiha ji projeyên talanê yê ekolojîk dijwartir û xetertir ku li ser ewlekariyê bandorê çedike çi heye? Bi van talan û komkujiyan xweza û pergala ekolojîk ku ewlekarî û misogeriya bingehîn a jiyana me ye, çawa dikare were parastin? Ev şerê ku di bin navê 'ewlekariyê' de bi polîtîkayên faşîzan hatine meşandin heta îro tim êş weranî û talan pêk anîn û dema li dijî xwezayê tên meşandin jî heman encamê didin. Ferqa bi tenê ew e ku şerê li dijî ekolojiyê bi qasî bombeyên şerê din bi deng nînin û carna di demeke hîn direjtir de tine dike. Her dareke tê birrîn, bendaveke tê avakirin, santraleke tê çêkirin dewama vî şerê ku li dijî xwezayê û însan tê meşandin e û ziyana vê bombebaranê bi ti awayî nikare were cebirandin.

DIVÊ EM RAWESTÎNIN

Weke hemû karesatan, karesatên ekolojiyê jî bi destê hêzên serdest ê pergalê û desthilatdaran hatine afirandin, lê yê ku divê pêşî li vê bigire jî em in. Li hemberî asta qirkirina ekolojiyê ku êdî weke karesat tê bi navkirin berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Ji ber vê yekê divê ti kes bêdeng nemîne; zarok, ciwan û mezin her kes û hemû beşên civakê li hemberî vê xwe birêxistin bikin û têbikoşin. Em bêdeng bimînin, xwe dûr bixin jî em nikarin ji vê berpirsyariyê birevin. Ev qirkirina ku bandorê li ser hemû jiyanê dike, li ser me jî têkoşîneke topyekûn ferz dike. Têkoşîna ji bo ekolojiyê li hemberî xweza û dahatûyê berpirsyarî û helwesteke ehlaqî ye. Têkoşîna ekolojîk têkoşîneke heq û dadê ye. Li hemberî dizî û talana desthilatdariya faşîst parastina xweza, ax, av û hewayê mafê herî bingehîn e. Her kêliya ku em dereng dikevin daristanek tê şewitandin, zindiyek tê kuştin, çemek tê qirêjkirin, zeviyek pêşkêşî karsazan dikin, gundek tê valakirin û jiyan tê tinekirin. Rêxistinbûna ji bo ekolojiyê wezîfeyekî jiyanî ya lezgîn e. Ji ber vê yekê roj roja li hemberî hişmendiya faşîzan û polîtîkayên talanê parastina jiyanê, rêxistinbûn û têkoşînê ye. Roj ew roj e ku beyî em dereng bikevin dinyayê, xwezayê biparêzin, bi zanistiyeke ekolojîk hêza xwe bikin yek, xwe birêxistin bikin û dahatûya xwe biparêzin. Ji bo em pêşî li dizî, talan û komkujiyan bigirin, berî her tiştî rêxistinbûn û têkoşîn."