Ava Dîcle û Firatê li ber destê dewleta Tirk bûye mîna çekekê

Çemên Dîcle û Firatê ku li Bakurê Kurdistanê dizê, li ber destê dewleta Tirk bûye mîna çekekê. Bi bendav li ser van herdu çeman hatiye çêkirin, lewma av bi têrkerî naherike Iraq û Sûriyeyê. Ev jî dibe sedema metirsiyeke mezin.

Dewleta Tirk a dagirker bi dehan sal e ku avê weke amûreke şer bi kar tîne, bi binpêkirina rêgezên exlaqî û pîvanên civakî, mafên bi milyonan mirovên li Sûriye û Iraqê ji nedîtî ve tê.

Bi sedan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li qiraxa çemê Firatê ne, bi ava ji vî çemî çandinî tê kirin. Lê ji ber kêmbûna avê nexweşî jî zêde bûye.

Di sala 1987’an de dewleta Sûriye û Iraq bi Tirkiyeyê re civiya. Di navbera Sûriye û Iraqê de peymaneke dualî hat îmzekirin ku tê de hat destnîşankirin ku %58 ji ava çemê Firatê ku ji Tirkiyeyê tê berdan derbasî axên Iraqê bibe û rêjeya ji %42 jî di axa Sûriyeyê de bimîne. Ava ku li Sûriyeyê bimîne 6 milyar û 627 milyon metrekape. Ya li Iraqê 9 milyar û 106 milyon metrekape û rêjeya ava Tirkiyeyê jî 15 Milyar 700 milyon metrekape. Lê ev rêjeya ku bi îmzeyan hatiye diyarkirin, li gorî qanûnên ku hatine îmzekirin pêk nayên.

Piştre di sala 1994’an de dewletên ku civiyayî, bi Netewên Yekbûyî di sala 1994’an li ser vê peyvamê civiyan. Di peymanê de hat gotin, eger av ji aliyê kîjan dewletî ve were qutkirin, wê ew dewlet bên muhasebekirin.

TIRKIYEYÊ BI HINCETA PKK’Ê FIRAT LI SER AXA SÛRIYEYÊ QUT DIKE

Di sala 1989’an De Tirkiyeyê dest bi komploya derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê kir û gelek caran gefa şer li ser Sûriyeyê ragihand. Tirkiyeyê di wê demê de bendavên bi hinceta kontrolkirina çemê wê, bo welatên cîran ên Sûriyeyê û Iraqê da avakirin. Tirkiyeyê ew çemê ku di wan welatan re derbas dibe, dibêje mafê min e ku dema pêwîst be wê av li ser herdu dewletan bibire. Bi vî rengî jî xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji axa Sûriyeyê derxînin û komploya xwe li dewletên din pêk bînin.

Di sala 1993’an de, şandeke dewleta Tirkiyeyê bi serokatiya Silêman Demîrel serdana Sûriyeyê kirin. Di hevdîtina li gel berpirsên Sûriyeyê de, Tirkiyeyê ew daxaz kir û got: "Eger tu çemê Firatê weke berê dixwazî, dê tu PKK’ê di nava axa Sûriyeyê de qebûl nekî. Eger te girt jî teslîmî Tirkiyeyê bikî.” Dewleta Sûriyeyê jî ev yek erê kir.

Çemê Firatê ku ji deverên cuda cuda yên bakurê Kurdistanê dertê, ya herî girîng kanî û golên Çewligê û deştên nêzîkî sînorê Ermenistanê ne, bi dirêjahiya 600 km Çem derbasî axa Sûriyeyê dibe. Piştre jî derbasî xaka Iraqê dibe û li nêzî bajarê besrayê dikeve nava çemê Dîcle, piştî 1,100 km derbasî nava loristana Ereban a Besrayê dibe.

Derbarê çemê Dîcleyê de, ew ji heman jêderên çemê Firatê dertê û dirêjahiya çemê wê li bakurê Kurdistanê 500 km ye û 50 km li ser sînorê Sûriyeyê diherike. Di Zaxoyê re derbasî Başûrî Kurdistanê dibe. Her wiha 5 şaxan derbas dike; Zapa mezin, Zapa Biçûk, Xabûr, Diyala û Ezîm. Piştre jî çemê Dîcle bi Firatê re dibe yek û ber bi loristana Ereban a Xelîcê re diherike.

Tevî sûcên şer û operasyonên guhertina demografîk ên ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê di salên dawî de li Sûriyeyê pêk tînin, dewleta Tirk eniya avê li gel êrîşa leşkerî ya berdewam şerekî din pêk tîne.

Ev kiryarên dewleta Tirk li gel şerê taybet yê ku dike, dixwaze avê li ser gelê herêmê qut bike. MÎT’ê li herêmê belav dike, dixwaze li herêmê pêla koçberiyê zêde bike, lê gelê herêmê soz daye ku heta dawiyê bi axa xwe ve girêdayî bin. Rojane jî êrîşên hewayî li ser herêmê tên kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di salên 1966’an de dest bi avakirina bendava li ser çemê Firatê kir. Yekemîn bendava ku dayî avakirin bi navê ‘Kîban e’ li Bakurî Kurdistanê dikeve wîlayeta Elazigê. Ev bendav jî, bi qasî 30 milyar metrekab di nava xwede dihewîne. Piştre gelek bendavên din ên weke Baxiştaş, Erzîncan û Kerkaya, Atatork û Qirqamîş hatin avakirin.

Bendava Ataturk ku yek ji 5 bendavên cîhanî yên herî mezin e di nava xwe de 48 milyar metrekap av dihewîne. Ev bendava herî mezin jî, rê li pêşiya hatina avê ya li Sûriyeyê û Iraqê digre.

Di Hezîrana 2018’an de dewleta Tirk a dagirker bendava Ilîso 20 milyar metrekab depo kir, armanc jê ew bû ku ava çemê Firatê negihije bajarên Sûrî.

Navenda Lêkolînê ya Gesem Hawas a Brîtanî di 4’ê Îlonê de ragihand ku siyaseta Tirkiye û Îranê bû sedem ku Iraq %40 ji ava xwe winda bike. Navendê diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn %6,3 ji nifûsa cîhanê dihewîne û tenê 1,4% ji ava vexwarinê ya paqij digire.

KRÎZA AVÊ REWŞA ŞER A LI SÛRİYEYÊ ZÊDE DIKE

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê bendavên li ser çemê Firatê hatine avakirin; li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê bendava Tişrîn, mezintirîn bendava Sûriyeyê li nêzîkî bajarê Tebqayê bendava Firatê û li nêzîkî bajarê Reqayê bendava Hiriyê.

Her wiha çemê Firat ji bo bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrezor û bajarên din ên li ser çem cihekî xwe yê stratejîk heye. Ji bo çandinî her wiha ji bo vexarinê çemê firatê ji bo gel girîng e.

Li gorî texmînan 900,000 hektar erd li ser çemê Firatê tê çandin. Çandiniya herî girîng a li herêmê jî genim e, her wiha gundên li gel çem jî bi çandiniya fekî û daran debara jiyana xwe dikin. Li gorî hejmara Komîteya Çandiniyê di sala 2020’an de bi qasî 400,000 hektar erd bê av mane. Ji ber kêmbûna çemê Firat kirîzeke cidî li herêmê heye.

Li bendava Tişrîn jî bi rêjeya 300 metrekab di çirkekê de pêwîste ji bo dayîna Kehrebeyê li ser herêmê ku di saetekê de bi qasî 105 migawat bide, lê rêjeya ava ku tê bi qasî 125, ji bo wê rêjeya ava ku tê Tişrînê gelekî kême.

Li Sûriyeyê, li gorî nişteciyên gundên li qiraxa Firatê, zûhabûn di asteke herî xirab de ye. Ji salên 1980’î ve, di heman demê de pisporan ji dezgehên ragihandinê yên Iraqî re ragihandin ku di 40 salên dawî de, çemê Firat û Dîcleyê bi rengekî zêde zûha dibe.