Dîmenên birîna daran a li Akbelenê hat parvekirin

Tevî ewqas bertekan, ji bo kana komirê bi hezaran dar ji Daristana Akbelen a li Mûglayê hatin birîn.

Gundî ewqas bertekan jî nîşan didin, birîna daran ji Daristan Akbelenê ku bi piştgiriya desthilatê ji bo vekirina kana komirê dest pê bûye, berdewam e.

Hat ragihandin di bin çavdêriya leşkeran de ji çaran yekê daran hatine birîn. Leşker nahêlin xelk biçe herêma dar lê tên birîn.

Hin kesan xwe ji leşkeran veşart û ketin nav cihê dar lê tê birîn û dîmenên birîna daran kişandin.