Hefteya çûyî, hefteya herî germ a li cîhanê bû

WMO’yê da zanîn ku hefteya navbeyna 3-9’ê Tîrmehê, wek hefteya herî germ a li cîhanê ya heta bi niha hatiye tomarkirin.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nivîskî daxuyanî da, got: “Li gor daneyan, hefteya çûyî hefteya herî germ a li cîhanê bû.”

WMO’yê destnîşan kir ku hem li erdê hem jî li okyanûsan li ser ekosîsteman û jîngehê bi bandora xwe ya xeraker a rekor hatiye tomarkirin.

Dîrektorê xizmeta av û hewayê ya WMO’yê Chrîstopher Hewîtt, got: “Em li herêmekê ne ku nayê zanîn, bi bipêşveçûyîna fenomena El Nînoyê û hestkirina bi bandora wê heta bi 2024’an, dibe ku rekorên din bên tomarkirin.”

 Çavdêrîxaneya guherîna av û hewayê ya Ewropayê Copernîcûs, da zanîn ku 6’ê Tîrmehê bi 17,08 pileyan wek roja herî germ hatiye tomarkirin.

Bandora germa zêde li hemû dinyayê dibe. Li gor Rêxistina Çandiniyê û Dexil û Dan a NY’yê navbeyna rûbarên Dîcle û Feratê 40 çal in ku tu car ewqas germ nebûye.

Li gor kovara Nature Medicineyê, li 35 welatên Ewropayê ji ber germa zêdeyê 61 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.