Parlamentoya Ewropayê ji ‘restorasyona xwezayê’ re got erê

Parlamentoya Ewropayê, tevî berteka komên rastgir, ji qanûna ‘’restorasyona xwezayê’’ re got erê.

Bi pêşnûmaya ku nîveka sala 2022’yan hat pêşniyazkirin, restorasyona cihên bejî û behr li endamên Yekitiya Ewropayê tê ferzkirin. 

Endamên Parlamentoya Ewropayê, ji qanûnê re ku ji bo eko sîstem bibin wek berê, got erê. Rastgir li ber peşnûmayê radibûn. 

Endamên Parlamentoya Ewropayê, divê bi hev re gotûbêjê li ser naviroka pêşnûmayê bikin. 
Partiya Rastgir a Gel a Ewropayê (EPP), got ku pêşnûma ji hilberîna çandî û aboriyê re zerar e û bertek nîşan da. 

Bi mewzuatê li endamên YE’yê tê ferzkirin ku cihên bej û behr ku ji ber qirêjî û bikaranîna zêde zerar dîtine restorê bikin. 

Bi qanûnê tê armanckirin ku heta bi sala 2030’î herî kêm ji sedî 20’ê habîtatên curbicuriya biyolojîk bibin wek berê. 

Ji ber ku lezgîn e, her dewleta ku endama YE’yê ye, divê planekê çalakiyê ji bo restorasyona xwezayê pêşkêş bike.