Karaca: Em nahêlin Lîmak gundê dehemîn jî biqedîne!

Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca ku serdan li xelkê Îkîzkoyê kir, li ber Santrala Termîk a Yenîkoyê wiha bang li Şirketa Lîmakê kir: ‘’We neh gund qedandin lê em nahêlin hûn gundê dehan biqedînin!’’

Xelkê Îkîzkoyê ku li dijî birîna daran ji Daristana Akbelenê li ber xwe dide, bi dengê xîzaran hişyar bû. Xelk ku leşker nahêlin biçe cihê birîna daran, wiha bertek nîşanê pêkanîna bi kêfî da: ‘’Walîtiyê biryara qedexekirina ketina nav daristanê daye. Çima hûn rê didin? Çima hûn hiqûqê pêk naynin? Hiqûq bi tenê ji bo me heye?’’

 ‘XWEZAYA ME BI PIRANÎ JI DESTÊN ME ÇÛ’

Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca çû serdana xelkê li dijî birîna daran li ber xwe dide. Karaca, li ber Santrala Termîk a Yenîkoyê ya Lîmak Holdîng û ÎC Holdîngê bi gel re daxuyanî da. Gava daxuyaniyê pankartê li ser ‘’Ji bo Mûglaya bêkomir, edalet ji bo Akbelenê’’ nivîsandî, hat vekirin. Hasan Yorûlmaz ê ji xelke gund ku axivî, destnîşan kir ku ew ji bo behsa zirara komirê û şaşiya derxistina ji çavan a Daristana Akbelenê bikin hatine ba hev û got: ‘’Bi avabûna van santralên termîk, kefa me xelkê Îkîzkoyê hat. Me nedizanî ku ewqas bi zirar e. Lê sal derbas bûn, piraniya xwezaya me ji destên me çû û hêj jî diçe.’’

‘HILBIJARTIN QEDIYA DEST BI TALANÊ BÛ’

Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca, got ku bi qedandina hilbijartinê dest bi talanê bûye û bi bîr xist ku Santrala Termîk a Yenîkoyê neh gund qedandine, niha çav berdane Îkîzkoyê û got: ‘’Em ji vir bang li Şirketa Lîmakê dikin; we neh gund qedandin lê em gundê dehan nadin we.’’