Xweza ji bo rantê tê talankirin

Bendav, gol û HES ên li Wan û navçeyên wê ji bo rantê hatine çêkirin, bûne sedema talankirina xwezayê.

Çemê herî mezin ê bi ser Gola Wanê ve diherike, Çemê Bendîmahî ye. Santralên Hîdroelektrîk (HES), bendav û golên li ser vî çemî hatine çêkirin, bûne sedem ku çem ziwa bibe û bi sed hezaran masiyên gola Wanê bimirin.

Gola Wanê gola herî mezin a cîhanê ya ji ava bi soda ye. Gelek çemên biçûk û mezin bi ser Gola Wanê ve diherikin. Li navçeya Erdîşê çemên Zîlan û Delîçay, li navçeya Bêgirê jî çemê Bendîmahî bi ser golê ve diherikin. Çemê herî mezin ê bi ser Gola Wanê ve diherike çemê Bendîmahî ye. Bendîmahî yek ji çemên sereke ne ku masiyên gola Wanê ji bo hêkan lê bikin, koçî wê dikin.

BI HEZARAN ZINDÎ HATIN QETILKIRIN

Çemê Bendîmahî ku havînê zêde diherike û li hin deveran bi 2 metreyan kûr e, ji ber HES, bendav û golên ji bo rantê hatine çêkirin, li ber ziwabûnê ye. Ji ber vê yekê jî di serî de masiyên gola Wanê û hêkên wan, bi hezaran zindiyên li qadê mirin.

Sûlava Bêgirê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî tê naskirin, ji ber HES'ê vê taybetmendiya xwe ji dest dide. Li derdora Sûlava Bêgirê ku bi 8 kîlometreyî dûrî navçeyê ye û li ser Çemê Bendîmahî ye, ji ber HES'an ava wê kêm bûye. Kêmbûna avê jî bandoreke neyînî li ser tûrîzmê dike ku yek ji çavkaniyên debara xelkê herêmê ye.

DSÎ PÊŞÎ LI AVÊ DIGIRE

Tevî ku ava Çemê Bendîmahî kêm bûye û gelî ziwa bûye, Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ji bo zindî nifşên xwe dewam bikin divê hinek avê berde. DSÎ ji ber ku ava li HES û bendavê difiroşe, avek bi têra zindiyan bike bernade.