Berxwedana li dijî birîna daran li Akbelenê, berdewam e

Ji bo vekirina kana komirê li Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas a Mûglayê, dar tên birîn. Berxwedana li dijî birîna daran berdewam e.

Ji bo vekirina kana komîrê li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Mûglayê serê sibehê dest bi birîna daran hat kirin. Birîn hêj jî berdewam e. Doza ji ber kana komirê ya şêniyên gund û Şirketa Bazirganî û Hilberînê ya Yenîko-Kemerkoy a Lîmak Holdîn û ÎÇTAŞ’ê ku dixwazin kana vebikin, berdewam e. Parêzerên gundiyan, ji bo birîna daran bê rawestandin, serî li Dadgeha Îdare ya 1’emîn a Mûglayê da.

Li qada ku şîrket bi dehan leşker û TOMA ve hatê, leşker nahêlin kes derbas bibe. Tevî vê yekê jî gelek welatiyên ji navçe û bajarên derdorê, ber bi Akbelenê ve bi rê ketin. Parêzerê dildar Îsmaîl Hakki Atal rewşa dawîn a li Akbelenê ragihand û destnîşan kir ku xala 169’emîn a Makezagonê tê binpêkirin. 

‘BI ZANEBÛN TÊ KIRIN’

Atal da zanîn ku dewlet şûna agirê ku bi daristanan dikeve vemirîne, dikeve hewila birîna daran û wiha got: "Ev rewş qedandina pêşeroja welat û vî gelî bi zanebûn tê kirin. Heke tu bixwazî vî welatî têk bibî dikarî vê bikî. Tiştekê wisa nabe. Li pişt Daristana Akbelenê 200 hezar donim qadên bi ruhset ên kanan hene. Di nav de 88 hezar donim zeviyên çandiniyê hene. Di demeke wisa de ku em ji bo genim parsekiyê dikin, dixwazin zeviyên çandiniyê biqedînin."

WÊ GILIYÊ ŞIRKETAN BÊ KIRIN

Atal diyar kir ku li Mûglayê dozger û dadger jî alîgiriya şîrketan dikin û wiha berdewam kir: “Tevî hikumên Makezagonê, îmtiyaz ji bo komekê tê dayîn. Em ê sibehê di der barê patronên Lîmak û Îçtaşê de bi sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” ya xala 3’yemîn a Makezagonê serî li dozgeriyê bidin. Ji ber kur di serdema krîza avhewayê de daristan, av û qadên me yên çandiniyê ji holê radikin, em ê vê bikin.”