HES, bendav û kanên xîzê Çemê Pasûrê gemarî dikin

Bendav, Kana Xîzê û HES ên ku dewleta Tirk li ser Çemê Pasûrê çêkiriye, ava paqij a 50 gundî gemarî dike. Gundî dixwazin ku ev pirsgirêka salan bê çareserkirin.

Dewleta Tirk li erdnîgariya Kurdistanê Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavan bênavber çêdike. Ev yek jî hevsengiya ekolojîk a cografyayê xera dike, bandoreke neyînî li zindiyan hemûyan dike. Bendava Farqînê ku li sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê ye ku bi salan e tê çêkirin, gundiyên nêzî 50 gundan mexdûr dike.

HES û kanên xîzê yên li ser Çemê Pasûrê hatine çêkirin jî bandorê li rêveçûna asayî ya jiyanê dikin û ava paqij gemarî dikin. Gundiyên Kanîkanê diyar dikin ku 50 gundên li qiraxa Çemê Pasûrê nikarin ava paqij peyda bikin.

Ji gundiyên Kanîkanê Nîzam Ateş diyar kir ku Pasûr bêxwedî ye û bi salan e çareserî ji vê pirsgirêkê re nehatiye dîtin. Ateş got, ji ber şantiyeyên kana xîzê av gemarî dibe û ava gemarî jî diherike nava Çemê Pasûrê.

HES, BENDAV Û KANÊN XÎZÊ

Ateş bi dewamî got, "Ava kanalîzasyonê ya navçeya Pasûrê bêyî ku bê paqijkirin bi ser ava çem ve tê herikandin ku em wê ava çem bi kar tînin. HES ên li ser çem jî havînê 3 mehan avê qut dikin. Dema ku av tê birîn hingî masî dimirin. Em jî nikarin zeviyên xwe av bidin, avê ji malê re bînin. Ji vî çemê ne tenê mirov sûdê werdigirin, her wiha bi hezaran heywan jî jê avê vedixwin. Gundên Badika, Hevêdan û Kulpiya pêwîstiya xwe ya bi avê ji vî çemî peyda dikin. Lê belê bi salan e li ser çem navendeke paqijkirina avê nehatiye avakirin. Ji ber bendav, HES, kana xîzê û kanalîzasyonê bi salan e ev pirsgirêk dewam dike."

BILA AVÊ LI SER ME NEBIRIN

Ji gundiyan Abdûllah Kiliç jî anî ziman ku gundiyan ji xwe gelek tiştên xwe ji dest dane. Kiliç diyar kir ku çi dibêjin jî çareseriyek nayê afirandin û got, "Hûn rewşa avê dibînin. Hemû heywanên li nava avê mirin. Ev ne li wijdan ne jî li mirovahiyê tê. 66 salî me, cara yekê ye 4 sal in dibînim ku av bi vî rengî ye. HES beriya 10 salan hate çêkirin, destpêkê av baş bû, piştre nebaş bû. Avê li ser me dibirin. Nahêlin biherike, ji bo karibin enerjiya elektrîkê çêbikin. Lê belê em ê ji ber nebûna avê bimirin. Em dixwazin ku av neyê birîn. Em dixwazin parlamenter li ser vê mijarê bixebitin."