CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
KCDK-H kongreya xwe li dar xist
Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-H) a Hollanda kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Den Haag li dar xist. Hevserokên KCD-E Dilşa Osman, Murat Ceylan, endama TJK-E Gonul Kaya di kongreyê de axivîn. -
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kongreya xwe li dar xist
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku îro pêk hat komîsyon û hevserok hatin hilbijartin. -
HDP'ê li Stenbolê bi girseyî starta hilbijartinê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê starta xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê li Kadikoyê bi mîtîngeke girseyî û bi coş da. -
Li Ingolstad şeva piştgiriya bi HDP’ê re
Di şeva piştgiriya ji HDP’ê re ya li navçeya Ingolstad a Elmanya gelek kes amade bûn. Di şeva ji aliyê xebatkarên dilxwaz hat avakirin, ji beşdaran hat xwestin ku heta hilbijartinan ji bo HDP’ê bixebiin. -
Em ê dengên xwe bidin HDP’ê
Însiyatîfa “10'dan Sonra" der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Gel namzetên xwe pêşwazî dikin
Li Mêrsîn û Hatayê namzetên HDP'ê yên hilbijartina 7'ê Hezîranê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. -
'Dewlet pêwîst e bi paşerojê re rû bi rû were'
ÎHD û xizmên windayan weke her hefte îro jî çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” pêk anîn. -
Yuksekdag: Em ê jiyaneke nû ava bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga ji bo nasandina namzetên HDP'ê ya Wanê de got, “Em ê dest bidin hev û jiyan û siyaseteke nû ava bikin. Bila ji bo me hemûyan bixêr be. Em ê bi ser kevin, bi vê bawer bin.” -
Ji bo parastina mafê bêhngirtinê dengan bidin HDP’ê!
Nêzî 500 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ hatin cem hev û bo piştgiriya HDP’ê ketin nava tevgerê. -
Tore: HDP, wê dawiya dîktatoriya Erdogan ve AKP’ê bîne
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne. -
‘Platfoma Bila Çiyayê Yamanlar Nebe Sergo’ hat avakirin!
Li dijî çêkirina Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk ên Bakur ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê xwestin li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, xebatên rêxistinbûnê yên welatiyan didome. -
Ji Keşeyê Sûryanî ji bo piştgiriya HDP’ê bang
Keşeyê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garis diyar kir ku HDP ne tenê mafên Kurdan mafên hemû kemaran diparêze û bang kir ku divê hemû gelê Asûrî-Suryanî û kêmar di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê. -
Kaya: Min biryar da ku divê ligel mazluman bim
Huda Kaya ya bi nasnameya Îslamî ya HDP’ê tê nasîn got, "Min dît ku ev pergal û serdest, rastiyan vedişêrin û ev jî di bawerî, pirtûk û wijdana min de tine." -
HDP’ê li Swêd lez da xebatên hilbijartinê
Li Swêd komîteyên hilbijartinê yên bajar, navçe û semtan tên avakirin. Bi serdanên mal û kargehan tê xwestin ku 35 hilbijêrên li Swêd biçin ser sindoqan. -
Di Parlamentoya Ermenîstanê de gotûbêjên komkujiya Êzidiyan
Komkujiya Êzidiyan a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin. Di gotûbêjê de daxwaza destek û alîkariya ji bo Êzidiyên rastî komkujiyê hatin hate kirin. -
Xelatên Metîn Goktepe diyarî rojnamevan Denîz Firat hatin kirin
Xelatên Rojnameger Metîn Goktepe yê 8'ê Çileya 1996'an ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasimekê hatin dayîn. -
Ciwanên Êlihê li hember Bendava Ilisû banga çalakiyê kirin
Meclîsên ciwanên Êlihê yên HDP û DBP’ê, ji bo şermezarkirina ji nû ve destpêkirina xebatên Bendava Ilisû wê 13’ê Nîsanê starta “Pêngava Xwedî Derkeve” bidin destpêkirin. Ciwanan beriya starta pêngavê li Heskîfê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Ji Şaredariya Denderleeuw ji bo qutbûna elektrîkê lêpirsîn
Hat ragihandin ku ji ber qutbûna elektrîka li bajaroka Denderleeuw a Belçîka ku navendên Sterk TV, Med Nuçe û Ronahî TV lê ne şaredariyê lêpirsîna îdarî da destpêkirin. -
Swêd dixwaze rojnameger û siyasetmedarên Kurd radestî Îranê bike
Daîreya Penaberan a Swêdê, daxwaz dike ku rojnameger Sheîkha ya ji 2008’an ve li Swêdê penaber e û siyasetmedar Karîmî yê ev 13 sal e li Swêdê dijî, radestî Îranê bike. Biryarê rê li ber nerazîbûnan vekir. -
Li Anatolyaya Navîn heyecana hilbijartinan
Namzetê HDP’ê yê Rêza Yekemîn ê Konya Alîkar Doç. Dr. Battal Odabaşi, li avahiya Kûlû ya HDP’ê, bi endamên partiyê re têkildarî xebatên hilbijartinê civînek li dar xist. -
"Em ê nehêlin bedewiya Amedê bê xerakirin"
Şaredariya Surê di civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî ya vê mehê de jî agahiyên girîng der barê xebatên xwe yên li gundên Surê hatine kirin û der barê avakirinên qaçax ên beriya hilbijartinan de jî hişyarî da. -
'Me qirkirina Ermeniyan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin'
Ji Tirkiye û cîhanê 11 rêxistinên komunîst, bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke hevpar dan. -
'Di pergala serdest a mêr de guherîna HDP’ê’
Nûnerên SKM, ÎFK û YDK’ê diyar kirin HDP'ya 268 namzetên jin nîşan dane carek din nîşan daye ku ‘partiya jina ye’ û di siyaseta serdest a mêr de guherînek mezin daye destpêkirin. -
Celal Dogan starta xebatên hilbijartinê da
Yek ji namzetên HDP’ê yên Dîokê Celal Dogan, li Stenbolê ku bi Pirsûsiyan e hat gel hev strata xebatên hilbijartinê da. -
Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê: Êdî Îzmîr bi rengekî din hat xemilandin
Yek ji namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Kurkçu got,"Pêwîst projeya me li Îzmîrê pêk bê; eger li Îzmîrê pêk bê wê li Tirkiyeyê jî pêk bê.” Dîsa ji namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Dogan û Dr. Gul jî, gotin ku wê tevayî gel û baweriyan hembêz bikin.