Daîreya Penaberan a Swêdê, daxwaz dike ku rojnameger Sheîkha ya ji 2008’an ve li Swêdê penaber e û siyasetmedar Karîmî yê ev 13 sal e li Swêdê dijî, radestî Îranê bike. Biryarê rê li ber nerazîbûnan vekir.
Saber Sheîkha ku ji Rohilatê Kurdistanê ye bi salen li bajarê Stockholm a Swêdê di Newroz Tv de wek kameraman dixebite. Sheîkha bi çêkirina gelek gotar û kişandina çalakiyên ku rejîma Îran û Tirkiyeyê protesto dikin, tê nasîn.
ŞANDINA WÎ JIYANA WÎ DIKE RÎSKÊ
Endamê Sendîkaya Rojnamegerên Swêdê Sheîkha daxwaza wî ya îltîcayê hat redkirin û vê rê li ber nerazîbûnan vekir. Di gotareke ku di Journalîsten a Federasyona Rojnamegerên Swêdê de hat weşandin, hat diyarkirin ku ji Hezîrana 2013’an heta niha ku Serokkomar Hasan Ruhanî hat hilbijartin binpêkirina mafan û darvekirin li Îranê zêde bûn û hat diyarkirin ku di dema Ruhanî de 1193 kes hatine darvekirin. Her wiha hat gotin ku divê penaberên polîtîk radestî Îranê neyê kirin.
Rojnameger-nivîskar Kurdo Baksî ku îmzeya wî li bin gotarê heye, diyar kir ku ew Sheîkha ji çalakî û civînên çapemeniyê nas dike û radestkirina wî ya Îranê jiyana wî dike rîskê û got: “Divê biryara Daîreya Penaberan bê betalkirin û mafê penaberiyê ji bo wî bê dayîn.”
WÊ KARÎMÎ JÎ BÊ RADESTKIRIN
Daîreya penaberan biryar da ku Aata Karîmî yê 43 salî ku ji 2002’an heta niha li Swêdê dijî jî radestî Îranê bike. Kal û du xalên Aata Karîmî bi hinceta pêşmerge bûne, hatin darvekirin û Karîmî bi xwe jî li Girtîgeha Merîwanê ma û rastî îşkenceyan hat.
Ligel ku ji aliyê doktorên Swêdê ve hat tespîtkirin ku Karîmî rastî îşkenceyan hatiye û bi welatiyek Swêdê re zewicandiye jî, Daîreya Penaberan biryar da Karîmî bê radestkirin.
KAMPANYAYA ÎMZEYAN
Kurdan ji bo pêşî li radestkirina Karîmî bigirin û mafê penaberiyê ji bo wî bê nasîn kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Heta niha 3 hezar kes beşdarî kampanyayê bûn. Kampanya niha li ser vê navnîşana malpera înternetê tê meşandin: http://www.skrivunder.com/ata