CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Polîsan xwendekarên rastî êrîşa nîjadperestan hatin binçav kirin
9 xwendekarên Kurd ên duh rastî êrîşa komek nîjadperest hatin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin -
Ji Ocalan ji bo konferansa li Hamburgê peyam
2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansê re şand. -
Hişyariya 'Bila hilberîna petrolê ya li deryayê bê sekinandin'
Li Kendava Meksîkayê, piştî teqîna li platformeke petrolê ya çend roj berê, fikar û gumanên li ser xeteriyên li deryayan, zêde dike. Saziyên hawirdorparêz di wê baweriyê de ne, ku divê platformên petrolê yên li derya û okyanûsan e, bên girtin. -
Li Stenbolê qezaya kar: Lingê karkerekî qut bû
Li fabrîkaya Metalê ya Ozturkler a li Guneşliya Stenbolê, di dema xebata veguhertina metalên şer ên avêtî de teqînê rû da. Di teqînê de lingê rastê yê karkerê bi navê Mûstafa Akarsû qut bû. -
'Nehêlin Hewtemal bê ji bîr kirin'
Dêrsimî dixwazin xwedî li kevneşopiya Hewtemalê bê derketin. Dayika Hatîce got, "Xwedî li vê kevneşopiya me derkevin, nehêlin bê ji bîr kirin." -
Li Bûrdûrê karkerê demsalî jiyana xwe ji dest da
Li Bûrdûrê karkerê demsalî Daniş ê 46 salî jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê Seropyan spartin axê
Edîtorê Rojnameya Agosê Sarkîs Seropyan bi newayên Ermenî yên olî li Stenbolê hat oxirkirin. -
Meclîsa Çilan li Sûrê civiya
Civîna Meclîsa Çilan (Kirklar Meclîsî) ku beriya 3 salan li Şaredariya Sûrê hate damezrandin pêk hat. -
Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Li Navenda Civaka Kurd a Horsens pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê pêk hat. -
‘Em bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê’
Kongreya Gel a Mezopotamya got, “Di encama anketên raya giştî de ku HDP bendê derbas dike bi taybet di demên dawî de lînckirin û êrîşa bi rêya tevna civakî ya li hember partiya me HDP’ê pêk tên, em diyar dikin bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê." -
‘Ji Kizildere heta Rojava têkoşîn didome’
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Kadikoy, di 43. komkujiya Kizildere de Mahîr Çayan û hevalên wî bi meşeke li Kadikoy bibîr anîn. -
Newroz li Brînghton Newroz hat pîrozkirin
Li bajarê Bringhton ê Îngîltere nêzî 200 kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. -
‘Her dengê ji bo HDP’ê bê dayîn wê me nêzî aştî û azadiyê bike’
Di civîna koordînasyona hilbijartinê ya li Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen pêk hat de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP’ê ancax bi serketina HDP’ê wê hilweşe. -
Di doza Ebexê de pêşketinek tine
Rûniştina doza têkildarî qetilkirina du gerîla û xwendekarekî lîseyê ya li Ebexê, îro pêk hat û carek din tiştek ji dozê derneket. -
Siyasetmedarên Danîmarkayî: Divê PKK ji lîsteya terorê derkeve
Polîtîkvanên Danîmarkayî di pîrozbahiya Newrozê ya ku duh li paytexta Danîmarka Kopenhagê pêk hatin de axivîn û gotin divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. -
Li Kerboranê li hember HES û bendavan çalakî
Bi sedan kesên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatin gel hev, HES û bendav şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Kerboranê Hatîce Gevcan di axaftina xwe ya çalakiyê de got, “HES û Bendeva Ilisû amadekariya şerê qirêj a hikûmeta AKP’ê ye. -
Ji bo şervanê YPG’ê Konyar mewlûd
Ji bo şervanê YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. -
Roboskî 1180 roj e li benda edaletê ye
Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetan a ÎHD’ê Şaxa Stenbolê, ji ber tevî ku li ser komkujiya Roboskî 1180 roj derbas bûye jî pêvajoyeke darizandinê nehatiye destpêkirin, ji bo şermezarkirinê li Qada Galatasaray kom bûn. -
Em ê teslîmî faşîzma AKP’ê nebin
Li Stenbolê bi boneya şermezarkirina "Paketa Ewlekariya Hundir" DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê meşek li dar xistin. -
Meclîsa Gel: Ji her cure asîmîlasyonê re na
Endamên Meclîsa Gel a Dêrsimê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê xwestin projeyên HES û bendavan ên li herêmê tên çêkirin bên rawestandin. -
Kongreya Ciwanên Azad didome
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata ya di 2. Kongreya Ciwanên Azad de axivî got, “Divê êdî parastina parçeyan nekin, eger ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan divê em vê veguherînın ruhê neteweyî." -
Li Erîvanê qirkirina Êzidiyan hat nîqaşkirin
Bi nêzîkbûna 100. salvegera qirkirina Ermeniyan Ezidî jî ketin nava hewldanan. -
Li Edeneyê qezaya kar: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
Li Edeneyê traktora ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 14 kes birîndar bûn. -
Malbatan ji dewleta xizmên wan qetil kiriye hesap pirsin
Li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û xwestin winda bên dîtin, kiryar bên darizandin. -
Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Mehmet Şen bên cezakirin
Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 522'emîn hefteyê de jî domandin, ve hefteyê aqubeta Mehmet Şen ê di 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye windakirin pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin.