HDP’ê li Swêd lez da xebatên hilbijartinê

Li Swêd komîteyên hilbijartinê yên bajar, navçe û semtan tên avakirin. Bi serdanên mal û kargehan tê xwestin ku 35 hilbijêrên li Swêd biçin ser sindoqan.

Li Swêd komîteyên hilbijartinê yên bajar, navçe û semtan tên avakirin.  Bi serdanên mal û kargehan tê xwestin ku 35 hilbijêrên li Swêd biçin ser sindoqan.

Armanc ev e ku 15 hezar Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê. Ji ber herî zêde hilbijêr li Stockholm dijîn xebat hê zêdetir li Stockholm û navçeyên wê zêde bûne.

Ji bo dengdana wê 31’ê Gulanê li Swêd destpê bike li semtên bakurê Stockholm, Solna, Sollentuna, Sigtuna, Märsta, Akalla, Järfälla, Täby û Vallentuna 5, li semtên başûr Södermalm, Skärholmen, Botkyrka, Södertälje, Nacka, Huddinge, Haninge, Fittja û Alby 3 komîteyên xebatan bi rê ve bibin hatin avakirin.

Endamên komîteyan ên lez dane xebatên xwe diyar kirin ku maleke ku neçinê wê nemîne.

Komîte di civînên ku li dar dixin de destnîşan dikin ku ji bo derbaskirina benda ji sedî 10 berpirsiyartiyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li dîaspora dijîn û dostên wan.

Li bajarê Gävle 20’ê Nîsanê li Stockholm jî 1’ê Gulanê wê şevên piştgiriya bi HDP’ê re bên lidarxistin.