Keşeyê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garis diyar kir ku HDP ne tenê mafên Kurdan mafên hemû kemaran diparêze û bang kir ku divê hemû gelê Asûrî-Suryanî û kêmar di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê. Her wiha diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê û ji bo muzakere bi awayekî adîlane bimeşin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
Garîs wiha got: “HDP ji partiyên îro gelek cuda ye. Dixwaze hemû gel wekhev û di nava aştî û biratiyê de bijîn. Aliyên cuda tînin cem hev. Di nava partiyên ku dikevin hilbijartinê tenê HDP parastina çand, zimanên Kurd, Êzidî, Asûrî-Suryanî, Çerkez, Elewî û baweriyên din dike.”
Garîs bi lêv kir ku partiyên nîjadperest, şoven û neteweperest ji bo pirsgirêkên gelan çareseriyê naynin û got: “Yekane astengiya mezin a li pêş zêdetir otorîterbûna Tirkiyeyê, li pêş bigire ku Erdogan welat bi tena serê xwe bi rê ve bibe, bigire, HDP ye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û serketina pêvajoya aştiyê divê HDP ji sedî 10 bendê derbas bike. Ez di wê baweriyê de me ku wê ji sedî 95’ê Asûrî-Suryanî dengên xwe bidin HDP’ê. Ji bo HDP bi ser bikeve divê kêmar û gelên mazlum piştgiriyê bidin HDP’ê. Ez bang li hemû gelan û Elewiyan dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê.”
DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN
Garîs bi lêv kir ku ji bo pêvajo bigihêje serketinê û bigihêjin encamek adîlane divê di navbera aliyên muzakereyê dimeşînin de wekhevî pêk bê û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
Garîs bi bertekên xwe yên li dij êrîşên nîjadperest û dijminên biyaniyan yên li dijî mizgeft û Misilmanan êrîşan pêk hatin, tê nasîn. Garîs bi oldarên Misilman, Xiristiyan û Yahûdî re êrîşên li dijî mizgeftan protesto kiribû.
Li navçeya Sodertelje a Stockholmê nêzî 25 hezar Asûrî-Suryanî dijîn. Suryanî li navçeyê li her qada jiyanê giraniya xwe didin hîskirin. Di Meclîsa Şaredariya Sodertalje ku Serokatiya wê Besîm Aho dike, gelek Asûrî-Suryanî peywirê dimeşînin. Li navçeyê Suroyo tv jî li ser peykê ji bo 80 welatî weşanê dike.
Asûrî-Suryaniyên li Sodertalje dijîn diyar kir ku yekane partiya ku mafên gelan diparêzin HDP ye û diyar dikin ku wê dengên xwe bidin HDP’ê.
Berpirsê Buroya Derve ya Suryoyo Tv, rojnameger Yawsef Beth Turo got ku ji ber HDP’ê ji çand û baweriyên din re hembêz vekiriye wê dengên xwe bidin HDP’ê û banga piştgiriya ji bo HDP’ê li Asûrî-Suryanî û gelên din kir.
Turo bi lêv kir ku ji ketina HDP’ê ya meclîsê wêdetir, pêngavên wan û parastina wan a gelan girîng e û got: “Bêguman em dixwazin HDP serketinek mezin nîşan bide. Ger HDP benda ji sedî 10 derbas bike wê darbeyek li hêzên ku vê îdeolojiyê diparêze bixîne û wê li parlamentoyê rehet tevnegerin. Ez wek Suryaniyekî diyar dikim ku divê hemû Asûrî-Suryanî-Ermenî û gelên din ên li Tirkiye û dîasporayê dijîn dengên xwe bidin HDP’ê.”
JI GIRÎNGIYÊ DIDE JINAN EZ DENGA XWE DIDIM HDP’Ê
Zekiye Çoşkun wiha got: “HDP hemû mirov û gelan wek hev dibîne. Qîmet dide jinan. Nîvê namzetên HDP’ê jin in. Ji ber vê ez dengê xwe didim HDP’ê.”
Lahdo Hanno ya 80 salî jî got ku di hilbijartina beriya vê de dengê xwe daye AKP’ê û got: “Lê min fêm kir ku Erdogan derewan dike. Di serokkomariyê de min dengê xwe nedayê. Min da Selahattîn. Di vê hilbijartinê de didim HDP’ê.”
Îshak Hanno yê 23 salî jî got ku wê dengê xwe bide HDP’ê. Denho Îshak ê 52 salî jî got ku yekane partiya ku Tirkiyeyê demokrat dike HDP ye û ji bo qezenckirina HDP’ê wê rolek aktîf bilîze.