CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Osnabruck coşa Newrozê
Li bajarê Osnabruck ê Elmanya Navenda Civaka Kurd li salona ciwanan a şaredariyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. -
Li Munsterê komkujiya Hesekê hat protestokirin
Li bajarê Munster a Elmanyayê komkujiya Hesekê hate protestokirin. -
2. Kongreya Ciwanên Azad destpê kir
2. Kongreya Ciwanên Azad bi coşek mezin destpê kir. Di kongreya bi şîara ‘Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn’ pêk tê, de mezinbûna rêxistinbûnê û berhevkirina ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn a di bin sîwaneyekê de, tê hedefkirin. -
Li Swêd resepsiyona Newrozê
Meclîsa Gel a Gävleborg, bi wesîleya Newrozê resepsiyonek pêk anî. Di axaftinan de berxwedana Kobanê hat silavkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin. -
Li Swîsreyê seferberiya ji bo HDP’ê
Kurd û Tirkên li Swîsreyê dijîn bo hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên, ji bo HDP’ê seferber bûne -
Ji Suryaniyên di greva birçîbûnê de banga berxwedana li hember DAIŞ’ê
Suryaniyên ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê bang li tevayî gelên bindest ên li Rojhilata Navîn kirin ku bibin yek û li hember hêzên dijminên mirovatiyê li ber xwe bidin. -
Ciwanên HDK’ê konê ‘Ji Ocalan re azadî’ vedan
Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya HDK’ê bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon vedan. -
Di ‘Hefteya Qehremaniyê’ de bîranîn didomin
Li Antalya, Edene û Şirnexê gerîlayên PKK’ê, ARGK’ê, HPG’ê û şervanên YPG’ê hatin bîranîn. -
Li Dîdîmê 25 kes ji CHP’ê derbasî HDP’ê bûn
Li navçeya Dîdîm a Aydinê 25 endamên CHP’ê ji partiya xwe îstîfa kirin, tevlî HDP’ê bûn. -
Ev 10 sale ji bo Heyva Sor alavên ku bi destê xwe çêdike difiroşe
Halîme Mizîzex, ku bi salan e li mala xwe bazinên bi benê kesk-sor-zer çêdike, di şevên çand û hunerê yên Kurd de difroşe û dide Heyva Sor a Kurdistanê dike. -
Li Parîsê çalakiya ‘Em edalet û ronahiyê dixwazin’
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyan, ji bo qatilên Cansiz, Dogan û Şaylemez derkevin holê çalakiya “Em edalet û ronahiyê dixwazin” li dar xistin. -
Demîrtaş Federasyona Komeleyên Kafkas ziyaret kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re Navenda Giştî ya KAF-FED'ê ziyaret kir. -
Li Fransayê zêdebûna ji nû ve bikaranîna kaxizan dewam dike
Bi pêşketina zanistî û tekonolojiyê û bi têgihiştina girîngiya ekolojiyê re, bikaranîna kaxizan jî kêm dibe. Di mijara ji nû ve bikaranîna kaxizan de pêşketin heye. -
Di nifûsa cîhanê de extiyarî di astek cidî de ye
Li gorî daneyên NY’ê cudahiya di navbera pêvajoya temen a welatan de balê dikişîne. -
Li Yuregirê li dijî Kobaniyan êrîş
Kobaniyên ku li navçeya Yuregir a Edeneyê di konan de bimînin li rastî êrîşa bi kêr û daran hat. Di êrîşê de du kesên ji Kobanê birîndar bûn û êrîşkar ji aliyê gelê taxê ve ji cihê bûyerê hatin dûrxistin. -
Şaredarên Kobanê û Sêrtê li Konseya Ewropayê ne
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî weke axaftvanên fermî ji bo civata giştî ya KRXHE’yê ya ku li Strasbourgê tê lidarxistin hatin vexwendin. -
Li dijî girtiyên PKK’yî yên ji Îmrali sewqî Tekîrdag kirin zext û tecrîd
Derket holê ku Girtiyên PKK’yî Cûmalî Karsû, Bayram Kaymaz û Hakki Alpan ên ji Girtîgeha Îmrali sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag hatin kirin rastî zext û tecrîdê tên. -
Newroz li Erîvanê hat pîrozkirin
Piştî li Oktonberiya û Elegezê, îro li paytexta Ermenîstanê Erîvanê jî Newroz hat pîroz kirin. -
Rapora HRW: Li Sûriyeyê komên çekdar hiqûqa şer binpê kirin
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (HRW), di rapora têkildarî binpêkirina mafan li Şam û Humsê de amade kir, diyar kir ku hiqûqa şer hatiye binpêkirin. -
‘Ji bo DAIŞ têk biçe çi pêwîst bike em ê bikin’
Dayika Şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield Vasiliki Scurfield di pîrozbahiya Newrozê ya Londonê ku bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesî pêk hat de axivî û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd ê ku ji bo mafên mirovahiyê têdikoşin. -
Hewldana polîsan a ji bo kuştina Denîz di rojeva meclîsê de ye
Parlamenterê HDP’ê Uçer rewşa ciwanê 17 salî yê bi navê Selîm Denîz ku roja 12’ê Adarê polîsan xwestin li Wanê wî bikujin û bi giranî birîndar kirin, anî rojeva Meclîsê. -
Newroz li Japonyayê hat pîrozkirin
Kurdên li Japonyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku 2 hezar kes beşdarbûn, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkariya aborî hat komkirin. -
Newroz li Moskowa bi coş hat pîrozkirin
Li paytexta Rûsya Moskowa Newroz bi coş hat pîrozkirin. -
HDP: Bêkarî zêde bû, TL nirx winda kir, welat di rîskê de ye
HDP'ê ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê pirsyarnameyek têkildarî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan da meclîsê. -
Kesê dema di girtîgehê de hat îdîakirin tevlî cinayetan bûye hat berdan
Ciwanê bi navê A.A.Y. ê di dema çalakiyên Kobanê yên 7'ê Cotmeha 2014'an li Amedê pêk hatin û di çalakiyan de endamên Partiya Hur Davayê miribûn, di girtîgehê de bû û piştî serbest hate berdan bi hinceta kiryarê bûyerê bû hat girtin serbest berdan.