Xelatên Metîn Goktepe diyarî rojnamevan Denîz Firat hatin kirin
Xelatên Rojnameger Metîn Goktepe yê 8'ê Çileya 1996'an ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasimekê hatin dayîn.
Xelatên Rojnameger Metîn Goktepe yê 8'ê Çileya 1996'an ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasimekê hatin dayîn.
Xelatên Rojnameger Metin Goktepe yê 8'ê Çileya 1996'an ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasimekê hatin dayîn. Gerînendenê Giştî yê Weşanê yê Rojnameyê Yetvart Danzikyan diyar kir ku ji bo AGOS'ê xelata girtin gelek giring e û wiha got: "Ez li ser navê hevalên xwe vê xelatê digirim û ez dibêjim ku ev xelat bila ji Metîn Goktepe herê Hrant Dînk." Nûçegihana ÎMC'ê Saadet Yildiz jî diyarî Rojnamevan Denîz Firat kir.
Xelatên Rojnameger Metîn Goktepe ye 8'ê Çileya 1996'an ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasîmekê hatin dayîn. Merasîma xelate ya 18'emîn ya ji aliye Rojnameya Evrenselê vê tê dayîn li salona Burhan Felek ya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê hat lidarxistin. Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel, parlamentera CHP'ê ya berê Melda Onur, gelek rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, dayika Goktepe Fadîmê Goktepe û malbata Metîn Goktepe tevlî merasîme bûn . Berî merasîmê panela ku bi navê "Bandorên medyaya sermaye" û "Bêcezatiya şiddeta dewletê ya ku maf tinekirinê" pêk hat.
'GOKTEPE WEXTA ÇÛ NÛÇEYA BINPÊKIRINA MAFAN HAT QETILKIRIN'
Di panele de ewil Doç. Dr. Ceren Sozerî mafe axaftine girt û diyar kir ku Metîn Goktepe wexta çû nûçeyeke binpêkirina mafan ji aliye polîsan vê hat binçavkirin û bi îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da. Sozerî anî ziman ku Goktepe rojnamegerekî pir baş bû û wiha got: "Qadên rojnamegerên baş tên astengkirin" Sozerî li ser salên 90'î û qetilkirina rojnamegeran rawestiya û bilêv kir ku pevajoya niha berdewamiya salên 90'an e. Sozerî li ser 4 komên medyayên serdest te jî sekinî û wiha axivî: "Van 4 komên medyayê hemû qadên rojnamegeriye xistinê deste xwe. Wexta di salên 90'an de rojnameger dihatin qetilkirin an jî dibin binçavkirin û windakirin ev dihat karê van medyayên serdest." Sozerî anî ziman ku AKP'ê bi cezayên bacê zimanê medyaya heyî diguherîne û bi cezayên tebligatan jî dixwazê rojname û televîzyonê muxalîf ji çewtirs bike. Sozerî li ser girîngiya piştgirî û yekîtiya rojname û televîzyonên muxalif rastiya.
'DEWLET DI WINDAKIRIN Û KUŞTINAN DE DESTÊ WÊ HEBÊ CEZA NADE'
Doç. Dr. Gulşah Kurt jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ev bi salanê binpêkirina mafan berdewam dike û wiha got: "Ev mafê tinekirinê li gorî dem, cih û erdnigariyê tê guhertin. Tunditiya dewlete bi vê yeke jî tê rewakirin." Kurt bilêv kir ku di darbeya 1980'an de gelek kes hatinê qetilkirin, windakirin û li vir jî dibînin ku dewlet di van windahî an jî qetlîaman de destên wan hebê bê ceza dihelê û wiha axivî: "Bingeha bêcezatiye hêzên ewlehiyê jî, em dibinin ku dewlet kujeran bêceza dihelê. Dewlet ji kiryarên dewletê re an cezayên weke xelat dide û an jî ti caran nadarizîne û wextên tên darîzandin jî beraat dike. Em li vir careke dibînin ku edalet çawa tê bikar anîn. Di cezayên ku MÎT dikê de jî teqez nayên darîzandin. Her wiha prosedura lêgerînê jî ninê."
'JI GOKTEPE XELAT ÇÛ JI HRANT DÎNK RE'
Piştî axaftina merasîma xelatan pêk hat. Di "nuçeya heremî" de Gençaga Karafazli bi nuçeya xwe ya bi navê "HES'tirin Gidîn" ya ku 21'ê çileye de hat weşandin sitand. Karafazli ji ber nexweşiyê tevlî merasîmê ne bû xelata wî midurê İMC ye nuçeyan Mahmut Akil girt. "Xelata jûrî ya teybet" jî Rojnameya AGOS'ê wergirt. Xelat Gerînendenê Giştî yê Weşanmê yê Rojnameyê Yetvart Danzikyan wergirt. Danzîkyan diyar kir ku ji bo AGOS'ê ev xelata xelatêke girîngê û wiha got: "Ez li ser navê hevalên xwe vê xelatê digirim û ez dibêjim ku ev xelat bila ji Metîn Goktepe herê Hrant Dînk." Xelatên teybet yên rojnameger Nuh Koklu û Kadrî Bagdu jî hatin dayîn. Sendikaya rojnamerên Tirkiyeyê ji ber xebatên xwe yên birêxisrtinî girt. Xelata Kadrî Bagdu jî ji ber hejmara rojnameya Cumhuriyete ya ji bo Charlie Hebdo derxist girt.
'XELATA XWE DIYARÎ DENÎZ FIRAT KIR'
Xelata wêneyê jî nûçegihanê wêneyê yê Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê Mehmet Emîn Al girt. Di nûçeya bi dîmen de jî nûçegihana ÎMC'ê Saadet Yildiz û kameraman Refîk Tekîn, bi nûçeyan xwe ya weşana zindî de ya wexta çeteyên DAIŞ'ê sinorê Tirkiyeyê derbas kirin û diçûn Kobanê girtin. Saadet Yildiz xelata ku girtî diyarî Rojnameger Denîz Firat a ku dema erîşên DAIŞ'ê dişopandin li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da kir. Di qada "Nûçeya nivîskî" de jî nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan bi nûçeya xwe ya bi navê "Qîrîna jinên Ezîdî" ya di 3'ê Adarê de hat weşandin xelat girt.
Piştî axaftinan û xelat dayînê rojbûna Goktepe ya 47'emîn hat pîrozkirin. Merasîm bi konsera Yasemîn Goksu û Mazlum Çîmen bi dawî bû.