CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervana YPJ’ê Ozdemîr şandin Stenbolê
Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerekî de jiyana xwe ji dest da piştî anîn Amedê ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin. -
Yekemîn çalakiya li dijî Sergoya Yamanlar
Li dijî “Tesîsa Berterefkirina Bermayan” a wê li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, çalakiya yekemîn li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêk hat. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê jî piştgirî dan çalakiyê. -
Li MEU êrîşa nîjadperest
Li kampusa Çîftlîkkoy a Zanîngeha Mersînê komeke nîjadperest bi kêr, hesin û keviran êrîşî xwendekarên çepgir kir. -
Ji bo zarokên Kobaniyî pîknîk
Ji bo zarokên Kobaniyî yên neçar man koçî Amedê bikin, pîknîk hat lidarxistin. -
Li Rûsya pîrozbahiya Çarşema Sor
Li bajarê Çêliyabinskê yê Rûsya Çarşema Sor ji aliyê civaka Êzidiyan ve hate pîrozkirin. -
FEDA, Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) got, “Em Cejna Çarşema Sor a civaka me ya Êzidî ku baweriya qedîm a gelê me ye û paşeroja me di nav xwe de dihewîne, pîroz dikin.” -
Li Zanîngeha Enqereyê êrîşa polîsan
Li Zanîngeha Enqereyê xwendekarên AKP û Erdogan şermezar dikirin rastî êrîşa polîs û faşîstan hatin. -
Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê 9’emîn Kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê 9’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî Di kongreya rastî eleqeyek mezin hat Turkan Budak û Sabrî Çîmen ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin. -
'Wê hesabê Soma bê pirsîn'
Endamên Platforma Piştevaniya Somayê, hikûmeta AKP’ê protesto kirin û gotin dewlet li Somayê birînan derman nake -
Li Drancy, Dresden û Wuppertalê kelecana kongreyan
Li bajarê Drancy ya Fransa û bajarên Dresden û Wuppertal ên Elmanyayê navendên civaka Kurd kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de bal kişandin ser girîngiya xebatên ji bo hilbijartinên giştî. -
KCDK-H kongreya xwe li dar xist
Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-H) a Hollanda kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Den Haag li dar xist. Hevserokên KCD-E Dilşa Osman, Murat Ceylan, endama TJK-E Gonul Kaya di kongreyê de axivîn. -
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kongreya xwe li dar xist
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku îro pêk hat komîsyon û hevserok hatin hilbijartin. -
HDP'ê li Stenbolê bi girseyî starta hilbijartinê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê starta xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê li Kadikoyê bi mîtîngeke girseyî û bi coş da. -
Li Ingolstad şeva piştgiriya bi HDP’ê re
Di şeva piştgiriya ji HDP’ê re ya li navçeya Ingolstad a Elmanya gelek kes amade bûn. Di şeva ji aliyê xebatkarên dilxwaz hat avakirin, ji beşdaran hat xwestin ku heta hilbijartinan ji bo HDP’ê bixebiin. -
Em ê dengên xwe bidin HDP’ê
Însiyatîfa “10'dan Sonra" der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Gel namzetên xwe pêşwazî dikin
Li Mêrsîn û Hatayê namzetên HDP'ê yên hilbijartina 7'ê Hezîranê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. -
'Dewlet pêwîst e bi paşerojê re rû bi rû were'
ÎHD û xizmên windayan weke her hefte îro jî çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” pêk anîn. -
Yuksekdag: Em ê jiyaneke nû ava bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga ji bo nasandina namzetên HDP'ê ya Wanê de got, “Em ê dest bidin hev û jiyan û siyaseteke nû ava bikin. Bila ji bo me hemûyan bixêr be. Em ê bi ser kevin, bi vê bawer bin.” -
Ji bo parastina mafê bêhngirtinê dengan bidin HDP’ê!
Nêzî 500 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ hatin cem hev û bo piştgiriya HDP’ê ketin nava tevgerê. -
Tore: HDP, wê dawiya dîktatoriya Erdogan ve AKP’ê bîne
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne. -
‘Platfoma Bila Çiyayê Yamanlar Nebe Sergo’ hat avakirin!
Li dijî çêkirina Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk ên Bakur ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê xwestin li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, xebatên rêxistinbûnê yên welatiyan didome. -
Ji Keşeyê Sûryanî ji bo piştgiriya HDP’ê bang
Keşeyê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garis diyar kir ku HDP ne tenê mafên Kurdan mafên hemû kemaran diparêze û bang kir ku divê hemû gelê Asûrî-Suryanî û kêmar di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê. -
Kaya: Min biryar da ku divê ligel mazluman bim
Huda Kaya ya bi nasnameya Îslamî ya HDP’ê tê nasîn got, "Min dît ku ev pergal û serdest, rastiyan vedişêrin û ev jî di bawerî, pirtûk û wijdana min de tine." -
HDP’ê li Swêd lez da xebatên hilbijartinê
Li Swêd komîteyên hilbijartinê yên bajar, navçe û semtan tên avakirin. Bi serdanên mal û kargehan tê xwestin ku 35 hilbijêrên li Swêd biçin ser sindoqan. -
Di Parlamentoya Ermenîstanê de gotûbêjên komkujiya Êzidiyan
Komkujiya Êzidiyan a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin. Di gotûbêjê de daxwaza destek û alîkariya ji bo Êzidiyên rastî komkujiyê hatin hate kirin.